Ji bo 34 ciwanên Kurd ên li Roboskiyê hatin qetilkirin, nepoxên reş hatin berdan

Endamên Komîsyona Edaletê û Heqîqetê ya ÎHD’ê ya Şaxa Stenbolê, bi boneya 5’emîn salvegera Qetlîama Roboskiyê li Qada Galatasarayê bîranîn li dar xistin.

Parêzvanên mafên mirovan ji bo 34 ciwanên Kurd ên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dan, nepoxên reş firandin, destnîşan kirin ku heta failên qetlîamê bên cezakirin wê lêgerîna wan a edaletê bidome.

Ji bo 34 ciwanên Kurd ên li Roboskiyê hatin qetilkirin, nepoxên reş hatin berdan

‘FAILÊN ROBOSKÎ LI SER KAR IN’

Endamên Komîsyona Edaletê û Heqîqetê ya ÎHD’ê ya Şaxa Stenbolê, bi boneya 5’emîn salvegera Qetlîama Roboskiyê li Qada Galatasarayê bîranîn li dar xistin. Li vir li ser navê Komîsyona Edaletê û Heqîqetê ya ÎHD’ê ya Şaxa Stenbolê Mîne Nazarî daxuyaniya çapemeniyê xwend, bi bîr xist ku 28’ê Kanûna 2011’an, 34 ciwanên Kurd ji hêla balafirên şer ên artêşa Tirk hatin qetilkirin û got; “Îro li Silopiya, Sûr, Nisêbîn, Gever, Şirnexê, eger Kurd ji 7’an heta 70’iyan bûbûn hedefa êrîşên hovane, li Cizîrê mirov bi zindî di jêrzemînan de tên şewitandin, ji ber ew kesên ku îmzeya wan li qetlîama Roboskiyê hene, li ser kar in.”

‘YEKANE RÊ AŞTÎ’

Nîzarî diyar kir ku Serokê Roboskî-Derê Velî Encu ji malbatên Roboskiyî 5 kes duh êvarî bi serdegirtinê hatine binçavkirin û hê binçavkirî ne, destnîşan kir ku yên dibêjin çareseriya pirsgirêka Kurd bi aştiyê mimkûn e an tên kuştin an jî azadiya wan ji destên wan tê girtin. Nazarî anî ziman ku yekane rêya ku wê aştî û edaletek mayinde bîne zêdekirina dengê aştiyê ye û wiha pê de çû; “Wek parêzvanên mafên mirovan, em ê kêliyekê jî dest ji lêgerîna edaletê bernedin. Em têkoşîna gelê Roboskiyê silav dikin.”

Parêzvanên mafên mirovan, piştî daxuyaniyê, nepoxên reş ên ku navên 34 ciwanên Kurd lê bûn, firandin, diyar kirin ku her 28’ê mehê ji bo edaleta Roboskiyê wê li Qada Galatasarayê bin.