Dadgehê biryar da 'li gorî pêwîstiyê' dozên li dijî Demîrtaş bibin yek
Biryar hat dayîn, dozên li dijî Demîrtaş li Stenbol, Amed û Enqereyê hatine vekirin, li gorî 'pêwîstiyê' bibin yek.
Biryar hat dayîn, dozên li dijî Demîrtaş li Stenbol, Amed û Enqereyê hatine vekirin, li gorî 'pêwîstiyê' bibin yek.
Rûniştina doza li dijî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ku ji ber axaftina wî ya 27'ê Tîrmeha 2015'an li civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê kir û bi îdîaya 'hikûmet biçûk xistiye' doz lê hat vekirin, li 43. Dadgeha Ceza ya Esliye ya Stenbolê pêk hat.
Demîrtaş ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Edîrneyê girtî ye, tevlî rûniştinê nebû. Gelek parêzerên Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê û Platforma Hiqûqnasan a Azadîxwaz tevlî rûniştina dozê bûn.
Parêzer Ercan Kanar li rûniştinê parastin kir û xwest, doz were betalkirin. Kanar diyar kir, doz bi fermana aliyekî îdarî hatiye vekirin û anî ziman, rakirina mafê destnedanê yê Demîrtaş û girtina wî li dijî Destûra Bingehîn e.
Heyeta dadgehê biryar da, şêweyê tevlîbûna Demîrtaş li rûniştina dozê bê diyar kirin, mînakên gilînameyên dosyayên li ser dozên li 7. Dadgeha Ceza ya Esliye ya Amedê, 2. Dadgeha Ceza ya Esliye ya Amedê, 35. Dadgeha Ceza ya Edliye ya Enqereyê û 25. Dadgeha Ceza ya Esliye ya Enqereyê ji dadgehê re bên şandin û eger pêwîstî pê hebe, ev hemû dozên li dijî Demîrtaş weke dozekê bê birêvebirin.
Rûniştina dozê ji bo 25'ê Nîsana 2017'an hat taloqkirin.