Komkujiyên Roboskî û Berlînê li bajarê Freîbûrgê hatin şermezarkirin

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê meşek bi meşaleyan hate lidarxistin û êrîşa 19'ê Kanûnê ya li bazareke Noelê ya li Berlînê û Komkujiya Roboskî ya 28'ê Kanûna 2011'an hatin şermezarkirin.

Girseya gel, ku endamên Freîbûrg Solîdarîtatskomîtee, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Meclîsa Jinê ya Nûda, Jin ên Ciwanên Azad û Ciwanên Azad jî di nav de bûn, li pêşiya Şaredariya Freîbûrgê li hev civiya û bi meşaleyan ber bi navenda bajêr ve meşiya. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Terorîst Erdogan", "Terorîst DAIŞ", "Şehîd namirin" hatin qîrîn.

Piştî meşê li navenda bajêr daxuyaniyek hate dayîn. Hat ragihandin, berpirsyarên komkujiya Roboskî ya berî 5 salan û berpirsyarên komkujiya li Berlînê hevkarên hev in. Piştî daxuyaniyê girseya gel li ber avahiya Şaredariyê vegeriya û ji bo bîranîna mirovên di komkujiyên Roboskî û Berlînê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz girt.