Kizilkaya û Kaya nanîn rûniştina dozê

Rojnamevan Înan Kizilkaya û Zana Bîlîr Kaya, ku ji meha Tebaxê ve li Girtîgeha Hejmara 9'an a Sîlîvriyê girtî ne, tevlî rûniştina destpêkê nekirin.

Rûniştina destpêkê ya doza Berpirsyarê Weşana Giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê Zana kaya, Midûrê Karên Nivîsê Înan Kizilkaya û endamên Desteya Şêwirmendiya Weşanê nivîskar Asli Erdogan û zimanzan Necmiye Alpay ku girtî tên darizandin, dest pê kir.

Rûniştina dozê li 23. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê pêk tê. 9 kes ku 4 jê girtî ne, bi îdîaya "endametiya rêxistinê", "propaganda rêxistinê" û "xerakirina hevgirtina welat û yekîtiya dewletê" tên darizandin. 

Erdogan û Alpay ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê anîn rûniştina dozê. Lê belê rojnamevan Înan Kizilkaya û Zana Bîlîr Kaya, ku ji meha Tebaxê ve li Girtîgeha Hejmara 9'an a Sîlîvriyê girtî ne, tevlî rûniştina destpêkê nekirin.

'Tinebûna personel û wesayîtê' weke sedema nanîna Kizilkaya û Kaya hate nîşandan.