Doza Ozgur Gundemê dest pê kir
Rûniştina destpêkê ya Doza Ozgur Gundemê dest pê kir. Heyetên navneteweyî jî di nav de gelek kes rûniştinê dişopînin. Serokê TGS'ê Dûrmû got, "Divê gelê me xwedî li mafê xwe yê girtina nûçeyan derkeve."
Rûniştina destpêkê ya Doza Ozgur Gundemê dest pê kir. Heyetên navneteweyî jî di nav de gelek kes rûniştinê dişopînin. Serokê TGS'ê Dûrmû got, "Divê gelê me xwedî li mafê xwe yê girtina nûçeyan derkeve."
Rûniştina destpêkê ya doza Berpirsyarê Weşana Giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê Zana kaya, Midûrê Karên Nivîsê Înan Kizilkaya û endamên Desteya Şêwirmendiya Weşanê nivîskar Asli Erdogan û zimanzan Necmiye Alpay ku girtî tên darizandin, dest pê kir.
Rûniştina dozê li 23. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê pêk tê. 9 kes ku 4 jê girtî ne, bi îdîaya "endametiya rêxistinê", "propaganda rêxistinê" û "xerakirina hevgirtina welat û yekîtiya dewletê" tên darizandin. Beriya destpêkirina rûniştina dozê li pêşiya edliyeyê daxuyaniyek hate dayîn.
Parlamenterên CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû, Bariş Yarkadaş, Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş, dayika Asli Erdogan Mîne Aydoslû, endamên Hewldana Jinê ji bo Aştiyê û gelek rojnamevan û nivîskar tevlî daxuyaniyê bûn.
Yarkadaş li vir axivî û diyar kir, ku ew qebûl nakin ti rojnamevan ji ber nêrînên xwe bên darizandin û got, "Ev darizandin ne mşerû ye."
Dûrmûş jî got, "Em ê piştevaniyê wan ji vir derxînin. Lazim e gelê me jî xwedî li mafê xwe yê nûçegirtinê derkeve. Lewma em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Tanrikûlû jî got, "Eger di nava van şert û mercên zordariyê de em li vir in, wê demê di rojên pêş de em ê di rewşeke azad de li hev bicivin. Ev 30 sal in ez li ber deriyê dadgeha me. Lê bi qasî vê demê, min demeke nebaş nedîtiye."
Akademîsyen û rojnamevanên ji Elmanya, Swîsre û Fransayê, Rêxistina Efûyê û gelek parêzerên hatine, wê rûniştinê bişopînin.