Dîktatorî dibe qanûn, pêşniyara guhertina Destûra Bingehîn ji komîsyonê derbas bû

Komîsyona Destûra Bingehîn a Meclîsa Tirk, pêşniyara guhertina destûra bingehîn a ji bo 'sîstema serokatiyê', ku bi vê yekê tê xwestin dîktatoriya Erdogan bibe qanûn, erê kir.

Komîsyona Destûra Bingehîn a Meclîsa Tirk, 'Pêşniyar Qanûna Guhertina Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê' ya AKP'ê erê kir.

Pêşniyara ku 'sîstema serokatiyê' jî di nav de ye, di nava 5 rojan de bênavber hate nirxandin. Pêşniyara ku bi 21 xalan pêşkêşî Serokatiya Meclîsê hate kirin, bi pêşnûmenameyan re daket 18 xalan.

Bi vî awayî, ji bo qanûnîkirina dîktatoriya Erdogan gaveke din hate avêtin.