BI DÎMEN

Komkujiyên Roboskî û Mereşê li Swêdê hatin şermezarkirin

Komkujiya Mereşê ya 24-25'ê Kanûna 1978'an li dijî Elewiyan û Komkujiya Roboskî ya 28'ê Kanûna 2011'an de li dijî Kurdan hate kirin, li bajarê Ûppsala yê Swêdê bi çalakiyekê hatin şermezarkirin.

Kurdistanî duh piştî nîvro li meydana Stortorgetê li hev civiyan û pankarta bi nivîsa "Pêşî li komkujiyên li Kurdistanê bigirin", alên PKK, KCK, YPG/YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê, Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Partiya Çep a Bajarê Ûppsala Yekbûn Alp daxuyaniya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Ûppsala ya li ser komkujiyên Roboskî û Mereşê xwend.

LI ROBOSKÎ BI ZANEBÛN KOMKUJÎ HATE KIRIN

Alp da xuyakirin, ku dewleta Tirk bi îstîxbarata DYA zanîbû ku ciwanên di sînor re derbas dibin qaçaxçî ne û tevî vê yekê jî bi zanebûn bombe li wan barandin û kuştin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser komkujiyên dewleta Tirk ji dema damezrandinê û heta niha li dijî Kurdan kiriye û operasyonên qirkirina siyasî yên rejîma AKP'ê li dijî Kurdan dike, hate vegotin:

"Êrîşên leşkerî yên li dijî Kurdan, girtina bi rengekî komî û kuştina bêdaraz dewam dikin. Di salên dawî de gelek gorên komî li Kurdistanê derketin holê. Rêxistinên mafên mirovan dibêjin, dibe ku hejmara gorên komî zêdeyî sedî be. Di vê navberê de êrîşên leşkerî yên li dijî Bakurê Iraqê jî dewam dikin. Polîtîkaya Tirkiyeyê zerarê dide zarokan. Bi hezaran zarok di girtîgehên Tirkiyeyê de ne. Ev yek li dijî peymanên navneteweyî ye û binpêkirina mafên mirovan e."

Di çalakiyê de dirûşmên "Piştgirî ji bo Kurdistanê", "Bila artêşa Tirk ji Kurdistanê vekişe", "Destên xwe yên bi xwîn ji Kurdistanê vekişînin", "Em ê ti carî Roboskî û Mereşê ji bîr nekin" û "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî" hatin qîrîn.

'DIVÊ PKK JI LÎSTEYA RÊXISTINÊN TERORÊ WERE DERXISTIN'

Parlamentera Partiya Çep Emma Wallrûp jî şermezar kir ku di nava 5 salan de kiryarên komkujiya Roboskî hê nehatine darizandin û işaret bi binpêkirina mafên mirovan ên piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê kir.

Wallrûp diyark ir, bi binpêkirina mafên mirovan û girtinan re Erdogan li Tirkiyeyê bûye dîktator û got, "Weke Partiya Çep em girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê qebûl nakin û divê derhal bên berdan."

Wallrûp xwest, PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' were derxistin, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî di navbera hikûmeta Tirk û PKK'ê de hevdîtinên aştiyê dest pê bikin.

Çalakî bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.