Savda: Rêya rawestandina şer rabûna li ber çûyîna leşkeriyê ye
Endamê Tevgera Reda Wijdanî Savda bibîr xist, ku AKP xwedî li leşkerên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine şewitandin derneketiye û ji ciwanan xwest, li dijî şer û mirinê neçin leşkeriyê.
Endamê Tevgera Reda Wijdanî Savda bibîr xist, ku AKP xwedî li leşkerên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine şewitandin derneketiye û ji ciwanan xwest, li dijî şer û mirinê neçin leşkeriyê.
Desthilatdariya AKP û Qesra Erdogan li gelek qadan şerekî mezin li dijî gelê Kurd dimeşîne û êrîşî destketiyên Kurdan dike. AKP û Qesra Erdogan ku bi vê armancê tevî çeteyan artêşa xwe xistiye nava axa Sûriyeyê, leşkerên xwe yên li vê derê dimirin, ji nedîtî ve tên. Her wiha bi nepixandin û pesndayîna şer jî ciwanên Tirk ji bo mirinê seferber dikin. Desthilatdariya AKP û Qesrê, xwedî li leşkerên Tirk ên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li Sûriyeyê bi hovane hatin şewitandin derneket. Dijberên şer û mirovên ji aliyê wijdanî ve li ber kirina leşkeriyê rabûn, bang li ciwanan kirin, ku li ber siyaseta vê desthilatdariyê ya ciwanan dixe nava lepên mirinê, rabin. Yek ji van redkarên wijdanî Halîl Savda ye. Savda destnîşan kir, yekane rêya rawestandina şer, ji aliyê wijdanî ve rabûna li ber kirina leşkeriyê ye.
'AKP JI BO BERJEWENDIYÊN XWE CIWANAN DIXE NAVA LEPÊN MIRINÊ'
Savda salvegera komkujiya Roboskî bibîr xist û diyar kir, berpirsyar hê nehatine eşkerekirin û di ser re hikûmeta AKP'ê zextên xwe yên li ser malbata Encu zêde kiriye. Savda bibîr xist, ku yek ji xizmên mirovên di komkujiyê de hatin kuştin parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu hatiye girtin û anî ziman, herî dawî Serokê Roboskî-Derê Velî Encu hatiye binçavkirin.
Savda da xuyakirin, polîtîkaya înkar û tinekirina Kurdan ku 80 sal in dewam dike, bi hikûmeta AKP'ê re derketiye asta herî bilind û ragihand, piştî ku AKP'ê ji nû ve şer da destpêkirin, gelek cenazeyên gerîla û leşkeran hatin rakirin. Savda got, roj nîne ku cenazeyên gerîla û leşkeran nayên rakirin.
Halîl Savda bal kişand ser Rewşa Awarte û destnîşan kir, ku desthilatdariya AKP'ê bi rêya Biryarnameyan şer û zexta li welêt zêdetir kiriye û rê li ber mirinan vedike. Savda bibîr xist, ne tenê li nava welêt, hikûmet vê yekê li derveyî welêt jî dike û işaret bi polîtîkaya şer a hikûmeta AKP'ê ya li dijî Başûrê Kurdistanê kir. Savda destnîşan kir, desthilatdariya AKP'ê li her qadê ji bo berjewendiyên xwe welêt û ciwanên welêt dixe nava şer û nava lepên mirinê.
'AKP CIWANÊN TIRK LI SÛRIYEYÊ BÊXWEDÎ DIHÊLE'
Savda ragihand, leşkerên ku AKP'ê ve ji bo tinekirina destketiyên gelê Kurd xistiye nava Sûriyeyê, her roj jiyana xwe ji dest didin, cenazeyên wan ji malbatan re tên şandin û got, AKP ji bo berjewendiyên xwe û li dijî destketiyên Kurdan, ciwanên Tirk li Sûriyeyê şandiye mirinê. Savda da xuyakirin, ku heta niha herî kêm sed leşkerên Tirk li Sûriyeyê mirin e û şewitandina leşkerên Tirk ji aliyê DAIŞ'ê ve, ku di rojên dawî de rû da, bibîr xist. Savda diyar kir, li ser vê mijarê hikûmetê ti daxuyanî nedaye malbatan û raya giştî ya Tirkiyeyê û got, hikûmet leşkeran di nava lepên DAIŞ'ê de dihêle û bi ti awayî xwedî lê dernakeve.
'YEKANE RÊYA RAWESTANDINA ŞER, RABÛNA LI BER KIRINA LEŞKERIYÊ YE'
Savda destnîşan kir, ku rêya rawestandina rejîma totalîter a AKP'ê û polîtîkayên şer, rabûna li ber şer e û wiha dewam kir: "Li dijî şer gelek tişt, çalakî û xwepêşandan dikare bê kirin. Li ser vê bingehê yekane tişta pêşî li şer bigire, rabûna li ber kirina leşkeriyê ye."
Savda bang li ciwanên Tirkiyeyê kir û got, "Ji bo rawestandina vî şerî û ji bo nemirina kesekî, lazim e ciwan neçin leşkeriyê. Jin, mêr; divê em hemû li ber kirina leşkeriyê rabin. Divê xorên Tirkiyeyê êdî li ber çûyîna leşkeriyê rabin."
Savda destnîşan kir, ji bo aştî û jiyanê, rêyeke ji bilî vê nîne.
'YÊN PESNÊ MIRINÊ DIDIN, XWEDÎ LI LEŞKERÊN JI ALIYÊ DAIŞ'Ê VE HATIN ŞEWITANDIN DERNEKETIN'
Halîl Savda anî ziman, desthilatdariya AKP'ê pesnê mirinê ji bo ciwanên Tirk dide û bibîr xist, zarokên ti ji van şerhezên AKP'yî, yan jî cîranekî wan ê nêz, di nava şer de nîne, leşkerî nekirine.
Savda diyar kir, AKP a ku pesnê şer, mirin û leşkeriyê dide, ji bo leşkerên di destê DAIŞ'ê de ne tiştekî nake û got, "Têkildarî leşkerên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine şewitandin, daxuyaniyek jî nedane. Lazim e civak vê rastiyê bibîne."