Mayîndebûna 'agirbesta' li Sûriyeyê cihê nîqaşê ye
Agirbesta li Sûriyeyê, ku bi navbeynkariya Rûsyayê hat ragihandin, duh bi şev kete meriyetê. Welat û saziyên li derveyî vê muzakereyê, têkildarî mijarê daxuyaniyên bi tedbîr tên dayîn.
Agirbesta li Sûriyeyê, ku bi navbeynkariya Rûsyayê hat ragihandin, duh bi şev kete meriyetê. Welat û saziyên li derveyî vê muzakereyê, têkildarî mijarê daxuyaniyên bi tedbîr tên dayîn.
Hat ragihandin, agirbesta bi navbeynkariya Rûsya û Tirkiyeyê duh bi şev kete meriyetê, tê gotin wê mîna agirbestên beriya niha binketî be.
Piştî ku biryara agirbestê hate ragihandin, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres ku wê di 1'ê Çileyê de wezîfeyê dewr bigire, dabû xuyakirin ku agirbest 'erênî' ye.
Rêxistina sîwanî ya bi navê Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê, ku hebûn û naveroka wê cihê nîqaşê ye, agirbest piştrast kir. Çeteyên Ehrar El Şam jî di nav de 7 komên cuda yên çeteyan mohra xwe danîn binê vê agirbestê.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), ku li derveyî hevdîtinên li ser agirbestê hate hiştin, daxuyaniya bi tedbîr li ser vê mijarê da. Berdevkê Wezareta Karên Derve Mark Toner da xuyakirin, ku agahiyên li ser agirbestê tên 'rewşeke girîng e'. Berdevk diyar kir, DYA pozîsyona xwe ya 'Di şerê Sûriyeyê de çareseriya leşkerî nepêkan e' diparêze.
Toner anî ziman, ji bo çareseriya li Sûriyeyê DYA destekê dide ku li Cenevreyê muzakere bên kirin.
Di navbera rejîma Sûriyeyê û komên xwe dispêrin Tirkiye û Erebîstana Siûdî beriya niha gelek caran agirbest hatibû îlankirin, lê ti ji van mayînde nema bû. Herî dawî operasyonên li Helebê piştî ku kontrola bajêr ket destê hêzên rejîmê qediya. Bajarê Palmîra jî ji nû ve ji aliyê DAIŞ'ê ve hate dagirkirin.
Wekî din, di demekê de ku têkiliyên navbera Rûsya û welatên Rojavayê di rewşeke aloz de ye, mayîndebûna gaveke bi vî rengî cihê nîqaşê ye. Ji xwe li Sûriyeyê ne te nê komên pişta xwe dispêrin Rûsya, Tirkiye yan jî Siûdiyan hene. DYA û welatên din ên rojavayî jî hene.