Li Parîsê çalakiya edaletê: Heta fail bê ronîkirin em ê li vir bin!
Di çalakiya edaletê de ku ji bo 3 jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê hatibûn qetilkirin hat lidarxistin, bang li dewleta Fransayê hat kirin û hat xwestin ku fail eşkere bibin.
Di çalakiya edaletê de ku ji bo 3 jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê hatibûn qetilkirin hat lidarxistin, bang li dewleta Fransayê hat kirin û hat xwestin ku fail eşkere bibin.
Li paytexta Fransayê Parîsê, çalakiya edaletê ya ji bo yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Endama KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatibûn qetilkirin, dewam dike.
Bi daxwaza ronîkirinê û li ser banga Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa weke her Çarşemê îro jî, ji bo 3 jinên şoreşger edalet hate xwestin.
Endamên Tevgera Jinê ya Kurd a Ewropayê û Yekîtiya Jinên Sosyalîst li pêşiya Buroya Enformasyona Kurdistanê ya li Gara de Nordê li hev civiyan, deqeyek rêz girtin, kulîlk danîn ber buroyê.
Di çalakiyê de wih hat gotin; “Em destûrê nedin ku Fransa, Doza Qetlîama Parîsê li demê belav bike û bide jibîrkirin. Heta Fransa vê qetlîama ku failê wê diyar e ji raya giştî re ragihîne, em ê li vir bin.”