Ji Cenevre heta Astana neçareserî

'Hewldana çareseriya siyasî' li Sûriyeyê, ku bêyî realîteya Kurda 3 caran li Cenevreyê hate ceribandin, lê bi ser neket, niha jî derbasî Astanayê tê kirin.

'Hewldana çareseriya siyasî' li Sûriyeyê, ku bêyî realîteya Kurda 3 caran li Cenevreyê hate ceribandin, lê bi ser neket, niha jî derbasî Astanayê tê kirin. Niyeta yên dixwazin hevdîtinan ji Cenevreyê derbasî Astana bikin her çend niha zelal nîne jî, rastiyeke mayînde ya Sûriyeyê heye. Ew jî; realîteya hebûna siyasî û leşkerî ya Kurdan e, ku bi qasî nikare ji nedîtî ve were, mezin e.

Di hevdîtinên ku di salan 2012'an de bi Cenevre-1 dest pê kir, bi Cenevre-2 dewam kir û herî dawî di sala 2016'an de Cenevre-3 hate lidarxistin, ti encamek bi dest neket. Di van hevdîtinan de daxwazên rasteqîn ên gelên Sûriyeyê ji nedîtî ve hatin û ev hevdîtin bû qadeke pêşbaziya navbera berjewendiyên dewletan û koman.

Ji bo van hevdîtin û danûstandinan, nûnerên rasteqîn ên gelên Sûriyeyê û nûnerên siyasî yên kurdan ku hêza jêneveger a têkoşîna li dijî terora DAIŞ'ê ye, nehatin vexwendin. Beriya her danûstandinê DYA û Rûsyayê dan xuyakirin, ku bêyî Kurdan çareseriyeke siyasî nabin. Lê venexwendina Kurdan jî bi nerazîbûna eniya Sûnî ya destekdarê DAIŞ'ê yanî bi Tirkiye, Erebîstana Siûdî, Qûweyt û Qatarê ve girê dan.

Em ji nêz ve li vê pêvajoyê binêrin:

CENEVRE-1

Bi pêşengiya Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Kofî Annan, di 30'ê Hezîrana 2012'an de hevdîtina Cenevre-1 dest pê kir. Nûnerên 5 dewletên endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), nûnerên Yekîtiya Ewropayê (YE), nûnerên Yekîtiya Ereb, Tirkiye, Qatar, Qûweyt û Iraq beşdar bûn. Ji rejîma Sûriyeyê û mûxalefetê kes beşdarî vê hevdîtinê nebû.

BIRYARA JI HEVDÎTINÊ DERKET

Piştî hevdîtina Cenevre-1 biryar hate dayîn ku bi xwesteka mûxalefetê û rejîmê hikûmeteke dema derbasbûnê bê avakirin, beriya vê pêvajoyê ji bo agirbest bê ragihandin, di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî (NY) de mekanîzmayek were avakirin.

ENCAM

Hêzên di çarçoveya berjewendiyên xwe de li dora maseyê rûniştin, bi siyaseta xwe ya li derveyî biryarên hatin standin re, kirin ku hevdîtina Cenevre-1 pûç bibe. DYA da xuyakirin, ku divê di hikûmeta dem a derbasbûnê de Esad nebe, Rûsyayê jî dixwest Esad di nav de hebe. Ji ber ku di vê hevdîtinê de hêzeke xwedî projeyên demokratîk ên ji bo siberoja Sûriyeyê tine bûn û nexşerêyeke zelal nehate destnîşankirin, hevdîtin pûç bû.

NÛNERÊ NY ÎSTIFA KIR

Tevî hemû hewldanên di çarçoveya vê hevdîtinê de hatin kirin, agirbest nehat ragihandin û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NY Kofî Annan îstifa kir. Di dema vê hevdîtinê de hejmara mirovên ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan 10 hezar, hejmara penaberan jî 120 hezar bû.

CENEVRE-2

Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NY Lakhdar Îbrahîmî, bi pêşengiya DYA û Rûsyayê xwest, di 22'ê Çileya 2014'an de hevdîtina Cenevre-2 bide destpêkirin û bikeve nava lêgerîna çareseriya siyasî. Mûxalîfên Sûriyeyî, rejîma Sûriyeyê, Tirkiye, hêzên herêmî û Yekîtiya Ewropa jî di nav de bi qasî 40 welat di asta wezîran de tevlî vê hevdîtinê bû. Cenevre-2 ji bo sekinandina şer, vekirina korîdorên alîkariya însanî ji bo sivîlan û bicihanîna biryara vakirina hikûmeta dema derbasbûnê ya hevdîtina Cenevre-1 hate lidarxistin. Di hevdîtinên 2 tûran de encamek bi dest neket.

NÛNERÊ NY ÎBRAHÎMÎ ÎSTIFA KIR

Ji ber bêencammana hevdîtinê, Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NY Lakhdar Îbrahîmî jî mîna Kofî Annan îstifa kir. Dema hevdîtina Cenevre-2 dest pê kir hejmara mirovên li Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan 135 hezar, yên koçber bûn 3 mîlyon bûn.

KURD NEHATIN VEXWENDIN, LÊ...

Di serî de Tirkiye, hêzên ku sîstema demokratîk a Kurdan a li Sûriyeyê weke gefekê li dijî xwe dîtin, Kurdên ku xwedî hêza herî mezin a siyasî û leşkerî ya herêmê ye, venexwendin vê hevdîtinê. Beriya vê hevdîtinê û di pêvajoya piştî wê de, Kurdan xweserî ragihandin û bi vî awayî mesajek dan hevdîtina Cenevre-2.

CENEVRE-3

Ji ber bi ser neketina Cenevre-1 û 2, şerê li Sûriyeyê roj bi roj dijwar bû. Li şûna hêzên ku çareseriyê bafirînin, hêzên di neçareseriyê de israr dikin, li dora maseyê hatin vexwendin. Cenevre-3 jî di sala 2016'an de dest pê kir.

AMADEKARIYÊN CENEVRE-3

Koma Desteka Sûriyeyê ya Navneteweyî, ku tevî Tirkiye û Îran 17 welat di nav de ne, di Mijdara 2015'an de li Viyanayê li hev civiyan. Vê komê biryar da ku Erebîstana Siûdî ya ku destekê dide komên cîhadî, mûxalefetê bigihîne hev. Piştî civîna 8-10'ê Kanûnê ya li Riyadê, heyeta mûxalefetê ya tevlî hevdîtina Cenevre-3 bibe hat diyarkirin.

KURD DÎSA NEHATIN VEXWENDIN

Tevî ku heta roja dawiyê hat gotin, wê PYD tevlî vê hevdîtinê were kirin jî, ev nebû. Ji Kurdan re vexwendînameyên şexsî hate şandin ku tevlî Cenevre-3 bibin, lê Kurd weke şexsî tevlî nebûn.

Hêzên navneteweyî yên ku heta roja dawî gotin, bêyî Kurdan li Sûriyeyê çareseriya siyasî pêk nayê, venexwendina Kurdan ji bo Cenevre-3 jî careke din bi helwesta Tirkiyeyê û hêzên herêmî ve girê dan.

KÎJAN TEVLÎ HEVDÎTINÊ BÛN

Hevdîtina Cenevre-3 bi pêşengiya Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstûra di 29'ê Çileyê de dest pê kir. Li ser navê rejîmê Sefîrê Bilind ê Sûriyeyê li NY Beşar Caferî, nûnerên Koalîsyona Hêzên Şoreşger û Mûxalîf li Sûriyeyê, nûnerên Heyeta Konseya Neteweyî, nûnerên komên çekdar ên tund Ceyş-ul Îslam, Ahrar'uş Şam, Artêşa Azad tevlî bûn. Li ser navê komên serbixwe jî, nûner beşdarî hevdîtinê bûn.

ARMANCA BINGEHÎN A CENEVRE-3

Nûnerê NY de Mîstûra da xuyakirin, ku armanca bingehîn a hevdîtinê, avakirina hikûmeta dema derbasbûnê di nava 6 mehan de û di nava 18 mehan de pêkhatina hilbijartinê. Di 1'ê Sibatê de hevdîtina Cenevre-3 bi awayekî fermî dest pê kir.

AQÛBETA WÊ BÛ MÎNA CENEVRE-1 Û 2

Hevdîtinê di 1'ê Sibatê de dest pê kir û demeke kurt dewam kir. Dem Mîstûra di 3'ê Sibatê de daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand, hevdîtin heta 25'ê Sibata 2016'an bi rengekî demkî hatine sekinandin. Hevdîtina ku ji bo 25'ê Sibatê hate taloqkirin, careke din dest pê nekir. Dema hevdîtina Cenevre-3 dest pê kir, hejmara mirovên ji ber şerê li Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 300 hezarî. Di raporên saziyên navneteweyî de hat ragihandin, ku 6 mîlyon mirovî welat terikandine.

NEÇARESERIYA KU DIXWAZIN JI CENEVREYÊ BIBIN ASTANAYÊ

Piştî ku encamek ji hevdîtinên li Cenevreyê derneket û rêveçûna şerê li Sûriyeyê guherî, Rûsya ji bo pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê derbasî qonaxeke nû bike vê carê dixwaze mûxalefetê û rejîmê ne li Cenevreyê, lê li paytexta Kazakîstan Astanayê li hev bicivîne.

Ev hevdîtin bi pêşengya Rûsya, Tirkiye û Îranê tê plankirin. Tê meraqkirin bê ji bilî rejîmê kîjan hêzên mûxalîf tevlî vê hevdîtinê bibe. Lê belê tişta herî zêde tê meraqkirin ew e, bê çima hat xwestin hevdîtin ji Cenevreyê derbasî Astana were kirin û wê di vê hevdîtinê de rola Neteweyên Yekbûyî çi be. Tevî ku di vê hevdîtinê de jî wê berjewendiyên dewletan li ber hev bidin, hebûna siyasî û leşkerî ya Kurdan, hemû lîstikên li dora maseyê xera dike. Nebûna Kurdan li hevdîtinên li Cenevreyê sedema bingehîn a peydanebûna çareseriyê bû. Eşkere ye eger di hevdîtina li Astana de jî Kurd neyên vexwendin, wê heman aqûbet bê serê hevdîtina li Astana jî. Li Cenevre yan jî Astanayê, çareseriya yekane bi hebûna realîteya Kurdan li dora maseyê ye.