Ji bo Salîh Ozdemîr li Brukselê merasîm hate lidarxistin
Ji bo şoreşgerê Kurd Salîh Ozdemîr, ku ji ber xwîn rijiya ser mejiyê wî jiyana xwe ji dest da, li paytexta Belçîka Brukselê merasîmeke girseyî hate lidarxistin.
Ji bo şoreşgerê Kurd Salîh Ozdemîr, ku ji ber xwîn rijiya ser mejiyê wî jiyana xwe ji dest da, li paytexta Belçîka Brukselê merasîmeke girseyî hate lidarxistin.
Salîh Ozdemîr ku bi navê Delîl û Pîro dihat naskirin, roja 13'ê Kanûnê rakirin nexweşxaneyek li Brukselê. Ozdemîr ji mejî ve emeliyat bû, lê piştî hefteyekê di 25'ê Kanûnê de, di 56 saliya xwe de koça xwe ya dawî kir. 22 salên emrê Ozdemîr li girtîgehê derbas bû. Di nava vê demê de bi dehan caran tevlî grevên birçîbûnê bû û têkoşîneke dijwar meşand. Ozdemîr ê ji Dersîmê, di salên dawî de li Ewropayê li sirgûnê bû. Li vê derê weke xebatkarekî çalak ê medya Kurd têkoşîna xwe dewam kir. Ozdemîr her wiha berpirsyarê desteya weşanê ya Med Nûçe bû.
Cenazeyê Ozdemîr anîn salonek li Bruskelê û li vê derê merasîmek hate lidarxistin. Beşdaran darbesta Ozdemîr hildan ser milan û dirûşme qîriyan. Bi sedan kes li merasîmê amade bûn, ku nûnerên saziyên Kurdan ên li Ewropayê jî di nava wan de hebû. Li vê derê, sînevîzyonek li serj iyana Ozdemîr hate nîşandan.
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal li vê derê axivî û ji gelê Kurd, hevrêyên Ozdemîr û hemû xebatkarên têkoşîna azazdiyê re sersaxî xwest. Kartal got, "Şehadeta hevalê Delîl ji bo me gelekî giran bû" û diyar kir, ji ber vê yekê êşa wan gelekî mezin e. Kartal wiha dewm kir: "Hevalê Delîl ji destpêkê heta kêliya dawî jiyana xwe di oxira têkoşînê de meşand. Zêdeyî 22 salan li girtîgehê ma û li vê derê jî têkoşîneke xurt meşand."
Kartal di dewama axaftina xwe de got, "Weke hevalên wî, em ê karê wî yê nîvco û têkoşîna wî bidomînin. Ji bo welatekî azad, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê dilsozê bîranîna wî bin."
Piraniya endamên malbata wî, ji ber şert û mercên li Tirkiyeyê nekarî tevlî merasîma cenaze bibin. Li ser navê malbatê Nadîr Ozdemîr, Onûr Ozdemîr û Sînem Ozdemîr tevlî merasîmê bûn. Nadîr Ozdemîr got, "Têkiliya hevrêtiyê a li vê derê bi rastî jî gelekî bandor li min kir" û hevrêyên Ozdemîr silav kir. Nadîr Ozdemîr di Delîl de hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bibîr anî.
Li ser navê çapemeniya azad Ferda Çetîn li ber darbesta Ozdemîr peyivî û got, "Li pêşberî hevalê Delîl ez bejna xwe bi rêzdarî ditewînim. Axaftina li ser şoreşgerekî ku emrê xwe daye têkoşîan li dijî neheqî û bêedaletiyê, gelekî zehmet e." Çetîn wiha dewam kir: "Erk û wezîfeya dikeve ser milê me, bicihanîna armanc, xewn û xeyalên wî ye. Em ê dilsozê armancên wî bin û ji bo pêkanîna wan çi ji destê me bê em ê bikin."
Li ser navê RAJÎN jî Gulîstan Îke axivî û got, "Em li vê derê pêşengekî tevgera azadiyê oxir dikin. Lê serê me bilind e. Hevalê Salih Ozdemîr emrê xwe li ser rêya heqîqetê derbas kir. Em îro li vê derê bi vê heqîqetê wî bi rê dikin. Weke dostên wî û gelê Kurd, em ê li ser rêya wî bin. Ji bo serketina armancên wî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em wî bi serbilindî ber bi Kurdistanê ve oxir dikin."
Pîr Riza Yagmûr jî bi zaravayê Kirmanckî peyivî û anî ziman, Salih Ozdemîr di tevahiya emrê xwel de ji bo rastiyê têkoşiya. Paşê beşdarên merasîmê li Ozdemîr helal kirin.
Cenazeyê Ozdemîr li ber strana 'Heval Andok' ku wî gelekî jê hez dikir, ber bi axa lê ji dayik bû, hat oxirkirin.