Kerestecîoglû: Em ê bibin serkeftiyên sala 2017’an!
Serokwekîla Koma HDP’ê Kerestecîoglû, sala 2016’an nirxand, destnîşan kir ku sala 2017’an wê berxwedêrên li dijî AKP/Qesrê têkoşiyane bi ser kevin.
Serokwekîla Koma HDP’ê Kerestecîoglû, sala 2016’an nirxand, destnîşan kir ku sala 2017’an wê berxwedêrên li dijî AKP/Qesrê têkoşiyane bi ser kevin.
Serokwekîla Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû, di civîna çapemeniyê de, li Meclîsê sala 2016’an nirxand.
Kerestecîoglû got, “Ji êrîşa ku 5’ê Hezîrana 2015’an bi ser mîtînga me ya Amedê hatibû û vir ve, teqîn ranewestiyan. Di êrîşên cuda de li welêt 460 kesan jiyana xwe ji dest dan, ji van 363 sivîl bûn. Zêdetirî 2 hezar mirovî jî birîndar bûn” û wiha dewam kir; “Sala 2016’an; gotinên desthilatdariya AKP’ê ya mîna ‘pêvajoya darbeyan bi dawî bû’ vala derxist, hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê pêk hat û her çiqasî hewldanê darbeyê hatibe şikandin jî, bi rejîma Rewşa Awarte re, piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê, darbeya Qesr/AKP’ê veguherî dîktayek sivîl. Qesrê îradeya gel a 7’ê Hezîrana 2015’an qebûl nekir û vê jî 15’ê Tîrmehê afirand. 15’ê Tîrmehê 2 rê dan ber siyaseta sivîl. Yek, lihevkirin, hevparî, pêşxistina demokrasî, aştî û azadiyan bû; duyem jî ji bo dîktateyek sivîl bikaranîna darbeya Qesrê bû. Qesr û AKP’ê, rêya duyem hilbijartin.”
‘XWESTIN HDP’Ê TINE BIKIN’
Kerestecîoglû bal kişand ku sala 2016’an hewl hatiye dayîn ku HDP’e bê tinekirin, destnîşan kir ku ji Tîrmeha 2015’an heta niha di operasyonên qirkirina siyasî de 8 hezar û 685 kes hatine binçavkirin.
Kerestecîoglû got, “Sala 2016’an, hevserokên me û deh parlamenterên me, di dawiya pêvajoyek nayê qebûlkirin de avêtin girtîgehan” û wiha pê de çû;
“Tenê di 5 mehên dawiyê de 4438 binçavî û 1251 girtî çêbûn.
Ji Tîrmeha 2015’an ve 32 hevserokên HDP’ê yên bajaran, 62 hevserokên HDP’ê yên navçeyan hatin girtin.
Dîsa li gel Hevserokên me yên Giştî, 12 parlamenterên, 3 endamên Desteya Rêveberiya Navendî, 4 endamên Meclîsa Partiyê, zêdetirî 750 rêveberên bajêr û navçeyan hatin girtin.
Tevî serokwekîlê, 70 hevşaredarên me hatin girtin, bi qeyûman 50 şaredariyên me hatin desteserkirin.
Hê duh, Cîgira Hevserok a berpirsa partiya me ya ji hiqûqê Aysel Tûglûk jî hat girtin.”
HEJMARA GIRTÎ-HIKUMXWARAN
Kerestecîoglû ragihand ku sala 2016’an, daraz ketiye bin piyan, 3456 dadger û dozger ji wezîfeyê hatine kirin, 632 endamên darazê jî hatine girtin.
Kerestecîoglû destnîşan kir ku niha girtîgeh tijî bûne û got; “Niha hejmara girtî-hikumxwaran bûye 197 hezar û 297.”
‘SALA KU WIJDAN ZIWA BÛN!’
Serokwekîla Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû wiha dewam kir:
“Cenazeyê Dayika Taybet a bi tundiya dewletê hat kuştin, bi rojan li kolanê hat rawestandin. Li Cizîrê, ji ber nikarîbû cenazeyê keça xwe Cemîle ya 10 salî defin bike, dayikê bi rojan bi cemedê li malê parast.
Me ev sosretiya pêvajoya şerî, di meha Çileyê de bi jêrzemînên wehşetê ji nêz ve hîs kir. Qedexeya kolanan ji bilî Cizîrê, bi Nisêbîn, Sûr, Şirnex, Gever û cihên mîna wê hat berfirehkirin. Qedexeya kolanan a ku li Şirnexê 14’ê Adarê hatibû îlankirin, 16’ê Mijdarê hat bidawîkirin (6 meh) û bi qedexeyek li cîhanê bêhempa em derbasî dîrokê bûn. Her wiha, dema qedexe jî rabû, piraniya bajêr hatibû tinekirin…”
‘JIN HATIN HEDEFKIRIN’
Kerestecîoglû bi bîr xist ku sala 2016’an jin hatine hedefkirin, 375 komale hatine girtin û got; “Îsal bi dehan jin hatin kuştin. Di vê de bandora gotinên partiya desthilatdar gelekî mezin e!”
‘144 ROJNAMEVAN GIRTÎ NE!’
Serokwekîla Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû ragihand ku li gor daneyên ÇGD’ê, li Tirkiyeyê 144 rojnamevan girtî an hikumxwarî ne, wiha pê de çû; “Di tomarkirina daneyên rojnamevanên binçavkirî de zehmetî hene
Li gor daneyên Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), di giştî cîhanê de ji 3’yan yek rojnamevanên girtî li Tirkiyeyê ne.”
Kerestecîoglû ragihand ku zext ne tenê li ser dezgehên weşanê û rojnamevanan e, her wiha li ser medya civakî ye jî û got; “Di vê pêvajoya dawî de tenê ji ber parvekirinên xwe yên li ser tevnên civakî, 10 hezar kes ketine lêpirsînê.”
‘2017 WÊ BIBE SALA TÊKÇÛNA AKP’Ê’
Fîlîz Kerestecîoglû ya HDP’î wiha dawî li daxuyaniya xwe anî;
“Wek gelên Tirkiyeyê, em careke din diyar dikin ku ne darbeya leşkerî ne jî dîktaya sivîl wê bi ser bikeve, em bi awayekî xurt tînin ziman ku wê sala 2017’an bibe têkçûna vê zihniyeta ku tevahî welat ji bo berjewendiyên xwe avêtine agir.
Tevahî gelên li Tirkiyeyê wê vî agirî bitemirînin, axên ziwabûyî wê dîsa bi çemên geş zindî bibin û welatê me, gelên me dê çavên xwe li rojên bextewar, bi hêvî vekirin.
Ev nebêzariya tevî ewqas zextan nîşaneya hêzek mezin û mafdariyê ye. Esas, ji ber gelekê neheq û bêhêz in, hewl didin her qanûn, her pêşnûmeyê derbas bikin. Em li dijî van bi mafdarî û bi berxwedêriya rewabûnê dijîn.
Sala 2016’an tunelek tarî bû, lê dawiya vê tunelê diyar dibe û li wir ronahî heye: Em hene, HDP heye, li vî welatî mîlyonan kes hene ku ji vê rêveçûnê re bibêjin raweste. Ji bo we hemûyan ez saleke tijî aştî, demokrasî û hêvî dixwazim. Û ji bîr nekin; Sala 2017’an, em ê teqez bi ser kevin!”