Jinan gotina "Ne xema me ye bê mêr çi bêje û em dinivîsîne" ya ramangera femînîst Vîrgînîa Wolf ji xwe re kir dirûşme û Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) ava kirin. JINHA ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê li gelemperiya cîhanê bû xwedî cihekî taybet.
JINHA ku yekemîn ajansa nûçeyan jinan li cîhanê ye, di 8'ê Adara 2012'an de ava bû. Ajans bi wasiyeta rojnamevan Şîlan Aras ku dema li Îranê komkujiyên jinan lêkolîn dikir hate kuştin, ava bû. Bi piştgirî û têkoşîna jinan di nava 5 salan gavên xurt avêt û mezin bû. Ji kamera heta hesabgiriyê, ji edîtorî heta teknîk, dîtbarî û nivîskî li her qadê jin xebitîn. JINHA ne tenê ajansek di heman demê de bû parçeyekî girîng ê têkoşîna jinê.
Ajans li Amedê vebû û piştre li Enqere, Wan, Stenbolê buroyên xwe vekir. Wekî din li herêmên Derya Reş, Çûkûrova û Egeyê nûçegihanên xwe hebû. Her wiha bi hezaran nûçegihanên dildar jî ji bo ajansê xebitîn. JINHA ku bû yek ji cihên jinan dengê xwe lê dan bihîstin, di heman demê de li Rojava û Başûrê Kurdistanê tevna nûçegihanan ava kir. Ev xebata ku bi 5 kesan dest pê kir, bi demê re 60 jin bûn hevkar. JINHA bi zimanên Kurdî, Tirkî û Îngilîzî nûçeyên xwe diweşand.
Bi demê re, zimanê zayendîparêz, êrîşên li dijî jinê rewa nîşan dide, destavêtin û destdirêjiya mêr mafdar nîşan dide yê medyayê, teşhîr kir. Li şûna wê di medyayê de zimanê jinê afirand. JINHA'yê bi jinan re nîqaş kir û bi jinan re xwe mezin kir. Hewl da bibe dengê cîhana jinê.
Ev ajansa ku li cîhanê mînaka weke wê nîne, bala medya navneteweyî jî kişand. BBC, ARD, ZDF, ZNET, Temî Del Gornîo û Femmînîlle jî di nav de gelek saziyên çapemeniyê hatin Amedê û têkildarî JINHAyê de nûçe amade kirin.
'BERXWEDANA JINAN A LI QADÊN XWERÊVEBERIYÊ DERXIST PÊŞ'
JINHA bi taybetî bi nûçeyên xwe yên ji qadên xwerêveberiyê, gelekî bala jinan kişand. Nûçegihanên JINHA'yê li herêmên derketina derve lê hatin qedexekirin nûçe weşandin. Nûçeya têklidarî Ekîn Wan ku li navçeya Gimgim a Mûşê bedena wê hat teşhîrkirin, yekemcar ji aliyê vê ajansê ve hat ragihandin. Wekî din li Şirnex, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Sûr û Geverê ku bi mehan dorpêçkirî bûn, nûçegihanên JINHA'yê dengê jinan ragihandin. Nûçegihanên ajansê her wiha bûn hedefa êrîşan.
'ŞÎDETA DEVKÎ, BINÇAVKIRIN Û GIRTIN'
Hedefa destpêkê ya polîtîkayên şer ên mejiyê mêr, mîna her carê jin bû. Rojnamevanên jin jî di vê pêvajoyê de bûn hedef. Bi taybetî piştî sala 2015'an gelek nûçegihanên JINHA'yê hatin binçavkirin, îşkence li wan hate kirin û gef li wan hate xwarin. Her wiha gelek hatin giritn.
* Di 19'ê Kanûna 2015'an de nûçegihana Amedê Bêrîtan Canozer, dema meşeke li Sûrê radigihand, bi hinceta 'bi heyecan e' hate binçavkirin û girtin. Piştî girtina bi mehan hate berdan.
* Di 13'ê Mijdara 2015'an de nûçegihana Wanê Vîldan Atmaca, di dema şopandina nûçeyê de hate binçavkirin û girtin. Ji ber nûçeya xwe ya li ser girtîgeha lê dima, ku bi zorê derman didan jinan, piştî hat berdan ket ber lêpirsînê.
* Di 5'ê Çileya 2016'an de nûçegihana Wanê Rojda Ogûz jî di serdegirtina malê de hate binçavkirin û bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' bi mehan girtî ma, piştre hate berdan.
* Di 23'ê Tîrmeha 2016'an de, edîtora ajansê Zehra Dogan ji ber ku di dema qedexeya derketina derve de li Nisêbînê nûçe weşand, hat girtin û piştî 5 mehan girtî ma, hate berdan.
* Di 21'ê Mijdara 2016'an de, Aysel Işik a ku nûçe li ser qedexeya derketina derve ya li Şirnexê ragihand û rewşa gelê Şirnexê vedigot, ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hate binçavkirin û girtin. Aysel Işik hê jî girtî ye.
Di nava vê demê de li Stenbol, Îzmîr, Edene, Amed û hemû bajarên Kurdistanê gelek nûçegihanên ajansê hatin binçavkirin, hewl hat dayîn karê wan bê astengkirin. Ji ber êrîşan gelek nûçegihan birîndar bûn.
'JI BER KU ZÎHNIYETA MÊR TEŞHÎR KIR, HATE KIRIN'
JINHA ku bû hedefa dewleta mêr, di 29'ê Cotmehê de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnî de hate girtin û mohr li deriyê ajansê hate xistin. Jinan li dijî girtinê, ji bo JINHA'yê toreke piştgiriyê ava kirin û nuqteyên nûçeyan destnîşan kirin. Bi dehan rêxistinên jinan peyam weşandin û piştgirî dan JINHA'yê. Jinên ku wê rojê gotin, "Ne xema me ye bê mêr çi bêje û em dinivîsîne", weke şopdarên Şîlan Aras, Denîz Firat, Gûrbetellî Ersozan dan xuyakirin, ku wê mohr nikaribe dengê wan bibire.