Midûrê me yê Nûçeyan Demîralp hat berdan

Midûrê Nûçeyan a ANF’ê Maxîme Demîralp ku li Belçîkayê hatibû girtin, hat berdan.

Midûrê Nûçeyan a ANF’ê Maxîme Demîralp ku li Belçîkayê ji hêla Înterpolê li ser daxwaza Tirkiyeyê hatibû girtin, bi biryara dadgeha îtîrazê bi 5 hezar Euro kefaletî hat berdan.

Demîralp, 15’ê Kanûnê hatibû binçavkirin, piştre ji hêla dadgehê bi hinceta nûçeyên li ser ajansê hatine parvekirin hatibû girtin.

Ji ber girtina Midûrê me yê Nûçeyan Maxîme Demîralp, rêxistinên rojnamevanan ên navneteweyî nerazîbûnên xwe nîşan dabûn.

Rejîma AKP/Qesrê, zextên xwe yên li ser rojnamevanên Kurd veguhest welatên din jî.