Erdogan, Alpay û Kaya hatin berdan
Asli Erdogan, Necmiye Alpay û Zana Kaya hatin berdan. Biryar hate dayîn ku girtina Înan Kizilkaya dewam bike.
Asli Erdogan, Necmiye Alpay û Zana Kaya hatin berdan. Biryar hate dayîn ku girtina Înan Kizilkaya dewam bike.
Di rûniştina doza têkildarî Doza Ozgur Gundem a hatibû girtin de, mafê parastinê yê Gerînendeyê Weşana Giştî Zana Kaya û Midûrê Karê Nivîsê Înan Kizilkaya hatin xespkirin.
Di rûniştina darezandina endama Desteya Şêwirmendiya Weşana Giştî Aslî Erdogan û Necmiye Alpay û Gerînendeyê Weşan Giştî Zana Kaya û Midûrê Karê Nivîsê Înan Kizilkaya yên girtî, dozger ji bo Kaya, Erdogan û Alpay daxwaza berdanê xwest lê, daxwaz kir ku girtina Kizilkaya dewam bike.
Heyeta dadgehê ji bo Asli Erdogan, Necmiye Alpay û Zana Kaya biryara berdanê da. Heyetê ji bo Înan Kizilkaya biryara berdewamkirina girtinê da.