TAK: Em ê sala 2017’an li faşîzma Tirk biherimînin
Teyrêbazên Azadiya Kürdistan (TAK), li ser malpera xwe ya fermî daxuyanî da û got; “Em ê sala 2017’an li faşîzma Tirk biherimînin.”
Teyrêbazên Azadiya Kürdistan (TAK), li ser malpera xwe ya fermî daxuyanî da û got; “Em ê sala 2017’an li faşîzma Tirk biherimînin.”
Teyrêbazên Azadiya Kürdistan (TAK), li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke ku sala 2016’an dinirxîne weşand.
Di daxuyaniya TAK’ê de wiha hat gotin; “Wek gelê Kurd û şervanên wê yên azadiyê, em saleke ku bi gavên serkeftinê bi pêş ve diçin li pey xwe dihêlin. Em ji ber di sala nû de bi fermana dîrokê ya ‘bi pêş ve’ em dimeşin, serbilind in. Bi çalakiya fedaî ya Hevalê Zinar Raperîn ku li Enqereyê li dar xist, hat diyarkirin ku sala 2016’an sala hesabpirsîn û tolhildana ji dijmin e. Domahiya salê hevrêyên me yên qehreman derbe li dijmin xistin. Herî dawî jî wek kîna bi dehan salan a gelê me, hevalê me Çekdar li Kayseriyê wek kulmekê li dijmin ketiye.”
Daxuyaniyê wiha dewam kir;
“Di vê pêvajoyê de dijmin bi çavsorî êrîş kir. Vê jî nîşan daye ku, Erdogan û artêşa wî ya siyasî-leşkerî bi tirsa ku eger bisekinin wê hilweşin êrîş kirine. Dewleta ku wek encama çavsoriya desthilatdari û hesabên hegomonîk bi faşîzmê, baceyên civaka kerikîrî li ser piyan dimîne, eger derfetên wê komî bin û bi tirsa windakirinê bijîn, wê demê dibin mîna pisîkeke ku derdora xwe naperûç dike. Yên ku bi awayekî bêperwa berê xwe didin qirkirina Kurdan, êdî bi derewên xwe nikarin rastiyan veşêrin; berevajî hê zêdetir dikevin heriyê, ber bi dawiya xwe ve tên. Me aqûbetên çalakiyên xwe ku bi çalakiyek me bi erdê re dibûn yek, lê bi gotinên ‘me bi dehan rawestandine’ pesnê xwe didan li ber çavan bûn, ji gelê xwe veneşartin. Her çiqasî hin ji hevalên me negihiştibin hedefên xwe yên mezin jî, bi helwestên xwe yên fedaî derb li TC a qirker dan. Bi sedan fedaiyên ku mane jî azweriya temamkirina nîvmayinan mezin kirin.
Herî dawî me li polîsên AKP’ê xistin ku ji wan re dibêjin ‘Hêza Çewîk’. Li dilê TC a dagirker Stenbolê, 10’ê Kanûna 2016’an qirkerên Kurdan, hêzên faşîst careke din bi çalakiyên hevalên me Şervan û Andok qeherîn. Bi çalakiya xwe ya li dijî Tûgaya Komandoyan a Kayseriyê ku bi salan e destê wan di xwîna Kurdan de hene, wek tûgaya qetlîamê xwe bi rêxistin kirine, me tolek dîrokî ji van celadan hilanî. Vê çalakiya lehengî ya hevalê Çekdar daniye holê ku şewitandina bi hezaran gundên me, herî dawî wêrankirina bajarên me û bi êşkenceyê ve qetilkirina bi hezaran mirovên me wê bê hesab nemîne.”
‘EM JI QETLÎAMKERAN HESAB DIPIRSIN, TOLÊ HILTÎNIN’
Di berdewama daxuyaniya TAK’ê de ev xisûs hatin îfadekirin:
“Em ji bo tevahî raya giştî radigihînin ku ji ew ên ku bi awayekî bêperwa qetlîamên nû li Geliyê Zîlan, Agirî, Dersîmê zêde kirine, ji xwîna Kurdan a li Roboskiyê rijandine têr nebûne, li gelek bajarên Kurdistanê mirovên me şewitandin, bi laşên bê can lîstin, li ber çavên zarokan, xwişk û birayên bi rojan cenaze li erdê dan rawestandin, mal-bajar bi erdê re kirin yek û hilweşandin, em bi çalakiyên xwe hesab dipirsin, tolê hiltînin.
Wek şervanên azadiyê yên ku bi dîroka gelê xwe bi dehan caran sozên tolhildanê dane, em li dijî êrîşan qat bi qat zêde dibin. Divê her kes vê bizane. Divê neyê gotin ew xwîna ji laşên dayikên me, zarokên me, ciwanên me û hevrêyên me herikîne, hatine jibîrkirin, wê bên jibîrkirin. Ev wê ti carî nebe! Wek ji şehîdên me yên fedaî hevala Eylem gotî, ‘Dibêjin xwîn nabe av. Li cihê ku xwîn herikiye, heta hesab neyê pirsîn ziwa nabe, her taze dimîne. Em nebînin jî, baran, berf jî bi ser bibare, ew teqez li wir e. Xwîn, tenê bi xwînê paqij dibe. Hin zilmên hatî kirin, dikarin bên jibîrkirin, efûkirin. Eger bi israr, hûn mafê me yê mirovî yê herî xwezayî, mafê jiyanê bixwazin, ev nayê efûkirin. Yên ku bedenên mirovan parçe kirine, nayên efûkirin. Yên li cenazeyên mêr, keçên me yên ku mirov qêmîş nake lê binêre, hatine kirin nayên efûkirin.”
‘HER ÊRÎŞ, FERMANA ÇALAKIYÊ NE’
Wek Teyrêbazên Azadiya Kurdistanê (TAK), em hêzek serbixwe ne ku hêza xwe ji hêrsa xwe ya li dijî qirkirinên dijmin, sedemên xwe yên tolhildanê, armanca xwe ya jiyana bi rûmet û bi nasname digirin û xwe dispêrin hêza xwe ya cewherî. Ji bo em gelê Kurdistanê ji ferasetên têkoşîna pasîf û nêzîkatiyên hevkar re nehêlin, wek TAK’ê me xwe îlan kir, em ê wisa jî hebûna xwe bidomînin. Em fermanên xwe jî, ji êrîşên dijmin pêşxistî digirin. Her êrîşa ku li Serok Apo, gelê me û welatê me tê kirin, ji bo me fermana dijêrîş û çalakiyê ye. Bi ti dewlet, rêxistin, saziyên cihanê re ti girêdanên me nîn e. Ango, bi ti rêxistinên Kurdistanî re girêdana me nîne. Xeta çalakiyên me ya serbixwe ku heta niha me raxistiye ber çavan, vê rewşê îspat dike. Jixwe nabe ku ti têkîliyên me li gel rêxistinên ku îdîa dikin a Kurdan e û çalakiyên me ne tenê rexne dikin, şermezar dikin hebe.
Di serî de hêzên TC a faşîst mêtinger qirker, pêwîst e her kes bizane ku wê wek TAK’ê çalakiyên me bi ruhê Zinar, Doga, Eylem, Mûnzûr, Rojhat, Asya, Kemal, Guven, Harûn, Tîrêj, Şervan, Andok û Çekdaran û bi şerefa ku xeleftiya wan, li ser esasê sonda me ya tolhildanê dewam bike.
Ey dînê desthilatdariyê Erdogan û xulamên wî; hûn bedelên kiryarên xwe yên li ser gelekî ku herî zêde jiyana azad heq dike didin; hê jî hûn ê bidin. Her êşa ku wek gel we li me kiriye, em ê qat bi qat li we vegerînin. Hûn ketin pey hewesa kolekirina Kurdan. Hûn ewqasî kor bûn ku bi her êrîşa xwe we dawî li xwe anî.
‘HATIYE REXÊ HILWEŞÎNÊ’
Vê bizanibin ku; eger qirkirina li ser gelê Kurd bidomînin, her kesên ku biryarê digirin, dibin hevkarê biryarê û pêk tînin, em ê li gel malbatên wan ji holê rakin, Tirkiyeyê serobino bikin. Wek Teyrêbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) a ku bi çendan caran îspat kiriye ku vê soza xwe pêk tîne, eger heta niha em di qirika we de bûne girêk, ji niha û şûn de jî em ê hilma we ji kokê qut bikin, eger em bûne kêra li ser dilê we, vê carê em ê dakevin kûrahiyê û damarên we yên jiyanê bibirin, eger bûne derbeya li ser mejiyê we, vê carê em ê mejiyê we belav bikin. Bi derbeyên xwe me we aniye rexê hilweşînê. Fedaiyên ku amade ne derbeyên dawî lê bidin, bi bêsebrî dixwazin qedera we diyar bikin.
Piştî her derbeyeke ku we xwariye, we çeteyên xwe yên şoven xistin dewrê, berdan ser gelê me yê bê çek. Li Kurdistan û Tirkiyeyê, we êrîşî cenazeyan jî kir, we mirovên me bi saxî şewitandin û temaşe kirin, wek li erdê danîn û heqaret lê kirin, we hewl da lînç bikin, bi binçavkirin û girtinan êşkence lê kirin. Em ji bîr nakin! Ne Cizîr, ne Silopiya, ne Hezex, ne Sûr, ne Nisêbîn, ne Şirnex, em ji bîr nakin, hesab dipirsin. Ew bedenên ku we şewitandî, li kolanan hiştî, Kurdistana ku we wêrankirî, em ji bîr nakin, hesab dipirsin!
‘YA SERKEFTÎ WÊ GELÊ KURD Û KURDISTAN BE’
Em bi fedaiyane hesab dipirsin. Ji ber bi tava xwe ya azadiyê ji xewa mirinê rabûne, em fedaî ne. Ji ber em zarokê wî gelî ne ku ji bo jiyanek bi rûmet û azad bi sedan salan li ber xwe daye, tevî bomberdûmana dijmin, tank, top, hewanan, guleyên wek baranê serî netewandiye, em fedaî ne. Ji ber em neviyên wan kalan e ku bi nanê destê xwe hat kuştin, zarokên dayikan e ku ducanî hatine kuştin, bi porên wan hatî girtin û bi erdê re hatî kaşkirin û zarokên wan bavan e ku ji hêla polîsan bi êşkenceyê hatine windakirin û gorek wan nîne, xwişk û birayên wan zarokên biçûk in ku li şaneşînê hatine kuştin, bi panzeran hatine eciqandin, em fedaî ne. Ji ber ku asta zalimbûna dijmin tenê bi fedaîtiyê dikare bê têkbirin, em fedaî ne. Ji ber em xwediyê esas û eslî yên vê axa dîrokî ne, em fedaî ne. Û, em ê bi ser kevin. Ji ber em mafdar in, em ê bi ser kevin. Ji ber bi gelê xwe re ne, em ê bi ser kevin. Ya serkeftî, wê gelê Kurd û Kurdistan be.
Gelê fedakar û qehreman ê ku singa xwe daye ber êşên mezin û ji bo jiyanek bi rûmet li ber xwe daye, gelê Kurd; her li kû dibe bila bibe, êdî dem ji her demê hê zêdetir pêdiviyê bi xwedîderketina têkoşîna me ya azadiyê dibîne. Wezîfeya dikeve ser milên ciwanên Kurd ên egîd jî; divê bi biryardariyek lûtkeyê, li dijî berêxwedanên har ên dijmin tercîha xwe ji bo têkoşînek bêeman û dijwar bi kar bînin, cihê xwe di refên TAK’ê de bigirin.
Bi dehan hevrêyên me, li xaka TC a dagirker li benda dema xwe ne. Bi sedan, ji bo dema ku wê alê, desmala govendê rake, rojan dihejmêre. Bi hêrsa xwe ya tolhildanê, coşa xwe ya çalakiyê û kelecana xwe em êrîş dikin. Baweriya zaferê û înada serkeftinê wê ti astengiya nas neke. Em ê nîşan bidin ku tolhildana Kurd çiqasî dijwar e. Em ê sala 2017’an li faşîzma Tirk biherimînin.”