Li Riha, Wan û Hatayê operasyonên qirkirina siyasî
Li Rihayê 13 kes hatin girtin, li Wanê 19, li Hatayê jî 2 kesên din hatin binçavkirin. Li Stenbolê 28 HDP'yî piştî 23 rojan birin edliyeyê.
Li Rihayê 13 kes hatin girtin, li Wanê 19, li Hatayê jî 2 kesên din hatin binçavkirin. Li Stenbolê 28 HDP'yî piştî 23 rojan birin edliyeyê.
Rejîma AKP/Qesra Erdogan, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî yên li dijî gelê Kurd û dostên wan, didomîne.
RIHA
Li Rihayê, di operasyonên binçavkirinê de ku piştî teqîna li Beşîktaş a Stenbolê pêk hat, 250 kes hatin binçavkirin ku rêveberên HDP û DBP'ê, hevşaredar, mamoste û parêzer jî di nav de ne. Ji kesên hatin binçavkirin mêr li Salona Sporê ya Lîseya Sabîha Ozlek, jin jî li Midûriyeta Polîsan dihatin girtin. Ji 250 kesên di 12'ê kanûnê de hatin binçavkirin 39 jê piştî 22 rojan sewqî dozgeriyê hatin kirin. 13 ji van 39 kesan hatin girtin. Kesên hatin girtin ev in: Ahmet Vural, Şefika Kandal, Ahmet Dogan, Akil Gulbeden, Îbrahim Aykaş, Ahmet Înal, Engîn Çakar, Ahmet Ekîncî, Abdurrahman Aydogdu, Mustafa Altun, Adnan Etlî, Fehime Turan û Yusuf Gulbeden bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Rihayê.
VAN
Li Wanê jî, nasnameya 17 ji 19 siyasetmedar û xebatkarên Şaredariya Şaxê hatin binçavkirin, eşkere bû: Hevşaredarê Şaxê Celalettîn Bartû, Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Tûrgût Babûr, Engîn Ûlûdag, Îzzet Şîpal, Attar Ertaş, Nazê Balta, Fazil Şîpal, M. Şîrîn Babûr, Vehbî Batûr, Nîhat Babûr, Cîhan Tûcî, Dundar Aşkin, Firat Kewe, Mehmet Bîtîk, Hakki Baysal, Îsa Eraslan, Davût Yilmaz. Lêpirsîna van kesên hatin binçavkirin li Midûriyeta Emniyetê ya Şaxê dewam dike.
HATAY
Li navçeya Skenderûn a Hatayê polîsan serê sibehê avêtin ser malan û xwendekarên bi navê Enver Alan û Şefik Tabanli binçav kirin. 2 kesên sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin midûriyeta polîsan. Li Hatayê ji 28'ê kanûnê heta niha 15 kes hatibûn binçavkirin. 15 kesên di navde Seroka Rexistina Bajar a Partiya Rizgariya Ji Nûve Sosyalist (SYKP) Hulya Kavuk jî heye.
PIŞTÎ 23 ROJAN BIRIN EDLIYEYÊ
Piştî 10’ê Kanûna 2016'an êrîşa bombeyî ya li navçeya Beşîktaş a Stenbolê gelek endam û rêvebirên HDP’ê hatin binçavkirin û îro sewqî dadgeha Buyukçekmece ya li Çaglayanê hatin kirin. Hat zanîn ku HDP’iyên ev 23 roj in di binê çavan de ne li midûriyeta polîsan a TEM’ê ya li ser kolana Vatanê û ya Esenlerê di dema parastinê de mafê xwe yê neaxaftinê bikar anîne. Di nava kesên ku îro sewqî dadgeha Çaglayanê hatin kirin de Hevserokên HDP’ê yê Stenbolê Dogan Erbaş, Aysel Guzel, rêvebir û endamên HDP’ê Mehmet Tayyîp Aslan, Suleyman Ozcan, Nasrî Tonguç, Muhîttîn Aslanboga, Ramazan Çetînçakmak, Feremez Erkan, Ayşe Karadag, Ferît Yalçin, Selahattîn Yilmaz, Ahmet Narîm, Saîd Înedî, Ramazan Konî, Abîdîn Konî, Îhsan Guneş, Halîs Toprak û Mahmut Bor hene.
Cumalî Akdag, Serhat Elma, Giyasettîn Kurt, Hasan Teymur, Muhacîr Îlhan, Gazî Aydemîr, Ramazan Îpek, Ferhat Yildiz, Gokhan Karza û Serkan Yilmaz ên ku lêpirsîna wan li Qereqola Polîsan a Atişalanê bi dawî bûn sewqî dadgeha Buyukçekmeceyê hatin kirin.