Enstîtuya Kurd a Stockholmê li dijî operasyonên qirkirina siyasî bang kir

Enstîtuya Kurd a Stockholmê ya li Swêdê, zext û êrîşên li dijî saziyên Kurd û medya azad şermezar kir. Enstîtuyê bang li saziyên navneteweyî û welatên demokratîk kir, ku li ber van operasyonên qirkirina siyasî rabin.

Enstîtuya Kurd a Stockholmê ya daxuyaniyeke nivîskî weşand û zext û êrîşên li dijî saziyên Kurd û medya azad şermezar kir. Enstîtuyê bang li saziyên navneteweyî û welatên demokratîk kir, ku li ber van operasyonên qirkirina siyasî rabin.

Enstîtuya Kurd a Stockholmê bibîr xist, ku dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, mîna ku darbe ji aliyê Kurdan ve hatiye kirin, siyaeteke zext û tinekirinê li dijî saziyên Kurdan xistine meriyetê. Enstîtuyê destnîşan kir, girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê, Hevşaredar û xebatkarên medya azad bi ti awayî ne ya qebûlkirinê ye.

Enstîtuya Kurd a Stockholmê  diyar kir, operasyonên qirkirina siyasî xwe gihandiye Estîtuya Kurd a Stenbolê ku ji bo pêşvebirina ziman û çanda Kurd ava bûye û got, "Em van pêkanînên antî demokratîk, girtina Enstîtuya Kurd û zextên li ser saziyên din ên çand û ziman, bi tundî şermezar dikin."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû welatên demokratîk û rêxistinên civakî yên sivîl hate kirin, ku li be êrîşên li dijî saziyên Kurdan rabin.