Rejîma AKP/Qesra Erdogan operasyonên xwe yên qirkirina siyasî duh û îro jî dewam kir.
STENBOL
Li Stenbolê 10 endamên HDP'ê yên 23 roj berê hatin binçavkirin, hatin girtin. Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Dogan Erbaş û Aysel Guzel, endam û rêveberên partiyê Mehmet Tayyîp Aslan, Suleyman Ozcan, Mûhîttîn Aslanboga, Ramazan Çetînçakmak, Feremez Erkan, Ayşe Karadag, Selahattîn Yilmaz û Halîs Toprak hatin girtin. Li Nasrî Tongûç û Ferît Yalçin ên di heman operasyonê de hatin binçavkirin, cezayê hepsa malê hat birîn.
RIHA
Li Rihayê jî ji 250 kesên berî çend rojan hatibûn binçavkirin, 39 kes pê derketibûn pêşberî dadgehê û 13 ji wan hatibûn girtin. Duh ji ber bidawîbûna binçavkirina 23 kesan ew derxistin dadgehê û karên 42 kesan jî hate saetên direngiya şevê berdewam kirin. Ji 42 kesên îfade dan dozger 24 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 18 kes jî bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” sewqî dadgehê hatine kirin. Welatiyên bi navê Îbrahîm Halîl Ayyildiz, Fatîme Sîlgîr, Fevzî Salîm, Hakî Uzundal, Celal Ak, Duygu Aykan, Ayfer Korkmaz, Berîtan Korkmaz, Gulşen Yilmaz, Sevda Onat, Cemo Tuysuz, Gulay Koca, Halît Yildiztekîn, Mukrî Vakar, Asuman Kahraman, Mahîr Kandemîr, Mehmet Ural, Yusuf Kebecî, yên îfade dan dadgehê bi heman îdîayê hatin girtin. 18 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa T a Rihayê.
MEREŞ
Li navçeyên Elbîstan û Ekînozu yên Mereşê beriya 5 rojan polîsan bi ser malan de girtin û di serdegirtinana de 11 kes hatin binçavakirin û piştî karên wan ên li midûryetê bi dawî bûn duh sewqî dadgehê hatin kirin. Hevserokê HDP’ê yê Ekînozu Oruç Kul û 10 kesên din ku bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” îfade dan dozger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Ji 11 kesên îfade dan dadgehê 4 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Hevserokê HDP’ê yê Ekînozu Oruç Kul, welatiyên bi navê Alî Kisa, Meryem Yildiz, Huseyîn Kisa, Dîlek Bakir, Hatun Berk û Mustafa Kara bi hamen îdîayê hatin girtin. 7 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê.
MELETÎ
4 mamosteyên endamên Egîtîm Senê yên bi biryarnameyê ji kar hatin kirin, li qada 1’ê Gulanê ya li Meletiyê çalakiya “Em karê xwe dixwazin” pêk anîn. Mamosteyên bi navê Ozdemîr Aydin, Engîn Cengîz, Erdogan Canpolat û Ozkan Karataş, ên çalakiya rûniştinê pêk anîn ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Kedkarên perwerdehiye birin Midûryeta Polîsan a Bajar.
ÎZMÎR
Xwendekarên ji Kolektîfa Xwendekaran a Zanîngeha Dokûz Eylul a Îzmîrê, binçavkirin û girtina endamên Halkevî Ayşegul Başaran û Hamît Dişkaya ku li Stenbolê duh hatin binçavkirin û girtin, şermezar kirin. Xwendekaran xwestin belavokekê bi vê armancê li xwarina fakulteyê bixwînin, lê polîsan bi lêdanê ew binçav kirin. 7 xwendekarên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.
EDENE
Polîsan li taxên piraniya şêniyên wan Kurd ên navçeyên Yuregîr û Seyhanê yên Edeneyê, operasyon kirin. Di operasyonê de welatiyên bi navê Elzem Şirnak, Ekrem Ûgûr, Kenan Çîçek û Umît Kepîr hatin binçavkirin. Hat hînbûn, Umît Kepîr astengdar e.
ENQERE
Li Enqereyê endama KJA'yê ya bi biryarnameyê hat girtin Mizgîn Taşyşan li ber mala xwe ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Tayşan birin Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê.