Mirina Guney hate plankirin?
Kujerê Komkujiya Parîsê Omer Guney, beriya ku doz dest pê bike bi çend hefteyan bi carekê re mir. Lê heta niha ti agahiya ku rewşa wî ya tenduristiyê ber bi nebaşbûnê ve diçe nehatibû dayin.
Kujerê Komkujiya Parîsê Omer Guney, beriya ku doz dest pê bike bi çend hefteyan bi carekê re mir. Lê heta niha ti agahiya ku rewşa wî ya tenduristiyê ber bi nebaşbûnê ve diçe nehatibû dayin.
Li Parîsê di ser kuştina sê jinên Kurd ên şoreşger re 4 salan derbas bûn. Dihate payin ku doza komkujiyê 23’yê Çile dest pê bike lê gumanbarê kujer Omer Guney bi carekê re mir.
Li gorî agahiyên ku ji jêdêrkên nêzî dosyayê hatine wergirtin, doz li Dadgeha CEza yê Parîsê 23’yê Çile wê dest pê bikira û heta 24’ê Sibatê wê berdewam bikira. Yek ji damezirînera PKK’ê Sakîn Cansiz, Nûnerê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) a Parîsê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanên Kurd Leyla Şaylamez 9’ê Çile yê 2013’an li Navenda Enformasyona Kurdistanê ya li Navenda Parîsê, her yekê ji wan di serê wan de sê gule hatibû teqandin û hatibûn kuştin. Gumanbarê kujer Omer Guney heman mehê hate girtin û ew avêtin Girtîgeha Fresnes a Parîsê.
Dadgerê dosyayê Jeanne Duyê têkildarî gumanbar sûcdariya, ‘’bi terorê yan jî çavtirsandinê, bi mebesta ku pergala cameweriyê bi giranî xira bike, bi serê xwe yan jî di nav têkiliyeke rêxistinî de pêkanîna cînayetê’’ lê kir. 28’ê Nîsana 2014’an di îdîanemeya zêdek de, têkildarî plana ku bi niyeta ji girtîgehê bireve çek û madeya teqemenî bi dest bixe, 10 sal ciza jê re xwest.
DOZ BI AWAYÎ FIÎLÎ HATE RAWESTANDIN
Lê piştî bi 4 salan ku dihate payin doz dest pê bike, cenazeyê gumanbarê kujer ji girtîgehê derket. Li gorî jêderên edlî 17’ê Kanûna 2016’an li nexweşxaneyeke Parîsê, di 34 saliya xwe de mir. Heman jêderk dibêjin bi Guney re nexweşiyeke giran a mêjî çêbûye. Heta niha ti agahiyeke ku rewşa wî ya tendiristiyê nebaş bûye, nehatibû dayin. Bi mirina wî re destpêkirina dozê bi awayekî fiîlî hate rawestandin. Malbat li bendê bûn ku dadmendî pêk were, lê Fransa careke dî ew vîna cînayetên siyasî yên bi destê serwîsên biyanî li xaka wî pêk hatin, darizîne nîşan neda.
NEXWEŞIYA WÎ HATE MANÎPULEKIRIN?
Ev mirina bi carekê re rê li ber gelek pirsan vekir. Mirina Guney dikare weke mirineke xwezayî were dîtin? Ji bo ku di zûtirîn demê de bimire nabe ku nexweşiya wî hatibe manîpulekirin? Ev qasî derengxistina dozê, ne ji ber wê sedemê be ku li benda mirina Guney bûn?
ÊN KU FERMAN DANE ÇIMA NAYÊN DARIZANDIN
Li gel ku di îdîanameya dozger de û di dosyaya dadgerê lêpirsînê de rola rêxistina îstîxbarî ya Tirk ev çend hişkere ye jî, ev doza girîng çawa dikare bidawî bibe? Tetîkêş miribe jî, çima li wan kesên ku ferman dane nagerin û çima ew nayên darizandin; lê lêpirsî weke adrêsa komkujiyê Enqerê destnîşan dike. Ji vê mirina gumanbar û bi ser de programkirî kî sûde werdigire? Kî kesên ku ferman dane diparêze û çima diparêze? Mirina gumanbarê kujer dibe ku pêşî li destpêkirina dozê veke lê wê çawa bikaribe rê li ber lêpirsînê, gumankirinê, pirsan û lêgerîna dadmendiyê bigire?
ANATOMIYA KOMKUJIYEKÊ: PLANÊN MÎT'Ê YÊN SUÎQESTÊ
Niha em li destpêkê vegerin.. Ev kuştin çawa û di nav kîjan şertî de çêbû? Hem profîla kujer hem şoreşgerên ku kiribûn hedefa xwe û hem jî gelek daneyên zelal ên têkildarî armancên pêkan jî hene. Di dosyaya dozê de jî hate tespîtkirin ku gumanbarê kujer bi rêxistina îstîxbarî ya Tirk re têkildar e û ji ber kuştinê ferman wergirtiye.
JI ELMANYA ÇÛ FRANSAYÊ
Îkameta Omer Guney ê ku 1982’yan li Sêwas- Şarkişlayê ji dayik bûye li Fransayê heye. Ti nîşaneyên ku Omer Guney ê ku 2003’an li Elmanya zewiciye û heft salan zewicî maye û yên malbata wî jî ku sempatiya wan ji Kurdan re heye nîşan bidin, nehatiye dîtin. Gumanbarê kujer ku ji derdoreke nîjtaperest a Tirk tê, ber bi dawiya 2011’an ve bi carekê re ji Elmanyayê vedigere Fransayê û li Vîllîers- le-Belê, endamtiya xwe li komeleyeke Kurd çêdike.
DI DERDORA KOMELEYÊ DE JI XWE RE CIHEK ÇÊKIR
Wê demê pêdiviya komeleyê bi hina hebû ku xwedî ehlîyet be û bi Fransî zanibe. Guney ê ku ji vê fersendê sûd wergirtî, bi profîla xwe ya çêkirî ya bi bêdengbûn, aram û sûdewar li derdora komeleyê cihek ji xwe re çêkir. Piştre bi telefonên cuha yên ku bi kar dianî, bi jêderkên Rêxistina Îstîxbarî ya Tirk re dest bi hevdîtinên kodkirî kir.
LI HOLLANDA HATE BINÇAVKIRIN
Ev rewşa gumanbar cara pêşî, Kanûna 2012’an li gundekî herêma Zeland a Hollanda, dema ku tevgera ciwanan civînên çend rojî organîzekirî derkete holê. Polîsê Hollanda 3’yê Kanûnê bi ser civînê de girt, 50 beşdarên civînê binçav kir. Guney jî bi peywira ajokariyê, ji bo ku ciwanên li Parîsê anîbûn tevlê bûbû. Di civînê de du navên girîng yên tevgera Kurd jî hebûn. Polîsê Hollanda dest li ser hemû telefonan danî. Guney jî di dema civînê de telefona xwe nedabû û li ser xwe veşartibû.
DI TELEFONA WÎ DE SÎM KARTA TIRK
Polîsê Hollanda di telefona wî de SÎM karta Tirk tespît kir. Piştre ev karta SÎM û numareyên ku divê kartê de jî ketin dosyaya dozê ya li Parîsê. Hate tespîtkirin ku di dema civînê de telefona wî aktîf bûye û li Tirkiyê li hin numereyan geriyaye.
TALÎMATA MÎT'Ê YA BI NÎŞEYA ‘’VEŞARTÎ’’
Di belgeyeke dî de ku 2014’an derkete holê, îmzeya sê rayedarên îstîxbarata Tirk hebûn; Midûrê Şûbeyê O. Yuret, Serokê Daîreyê U. K . Ayik, Alîkarê Serok S. Asal û Serok H. Ozcan. Talîmata bi dîroka 18’ê Mijdara 2012’an a bi nîşeya ‘’veşartî’’ pir zelal bû: ‘’ Jêderkê ku xwe gihandiye/ xwedî wê derfetê ye ku Sakîne Cansiz a bi navê xwe yê Kod Sara di dema pêş de wê li tevahiya Ewropa çi kar û barî bike û qenalên têkiliyê, hevnivîsînê û adrêsa îkameta wê, ji bo bêbandorkirina endamê rêxistinê yê navborî jî, di nav çarçoweya sêwirandina operasyonel de wê bikaribe were nirxandin.
Di vê çarçoweyê de, bi çavdêrîkirina Jêder û ewlekariya wî ya xebatê, tê plankirin ku bi kodên ku berê hatibûn diyarkirin talîmat ji bo Lejyone were dayin , bi mebesta ku bi ser Sakîna Cansiz a bi navê Kod Sakîne de teşebûsê pêk bîne. Erz dikim bê ka guncav e yan na.’’
PLANA REVÊ YA JI GIRTÎGEHÊ
Dema ku ev belge hatibûn weşandin, Omer Guney ê ku MÎT’ê ew weke ‘’Jêder’’ (Kaynak) bi nav kiribû, plan dikir ku ji Girtîgeha Parîsê bireve. Dema bi ‘’heval’’ê xwe yê Rûhî Semen re hevdîtin dikir, ku Semen ji Elmanya hatibû, lêpirsîner bi dizîka dengê hevdîtina wan tomar dikir. Guney bêyî ku nav bide, ji Rûhî Semen dixwest ku biçe MÎT’ê. Adrêsa ku nîşan dida, navenda MÎT’ê ya Enqerê bû. Axaftin kodkirî bûn.
RÊYA KU DIÇÛ MÎT'Ê
Omer Guney ku dixwest ji MÎT’ê ‘’Bey’’ (Beg) bibîne, behsa emanetekî dikir. Digot, ku ew ji girtîgehê derkeve, ew ê bi xwe vî emantî bîne. Dema ku behsa MÎT’ê dikir jî digot ‘’Anne’’ (Daye) Peywirdarên ku lêpirsîn dikirin, 27’ê Çile yê 2014’an li Elmanya îfadeya Rûhî Seman standin. Diyar kir ku armanca wî tenê ew bû ku Guney ziyaret bike lê wî tiştine dî jê xwestine û bi vî rengî xwe diparast. Semen diyar kir ku ew bi kod diaixvîn û li xwe mikur hat ku mebesta wan ji ‘’Anne’’ MÎT bûye û ji ‘’Bey’’ jî mebesta wan ajanekî MÎT’ê bûye. Ev agahî di dosyaya dozê de hene.
LI NEXWEŞXANEYÊ KU NEKARÎ BIREVE MIR
Li mala Rûhî Semen a Elmanya, di lêgerînê de 3 wêneyên ku bi telefonê hatine girtin û çend belgeyên bi destnivîsê hatin bidestxistin. Di van belgeyan de ‘’planên revê’’ hebûn. Li gorî van belgeyan li Nexweşxaneya Salpetrîere ku wê ji bo emelîyatê ew li wir razandana, wê çek bi kar bianîya û bireviya. Herî dawî nexweşxaneya ku Guney lê hatî razandin û tê de mirî jî heman nexweşxane bû.
DÎMENAN GUNEY DEREWAND
Li gorî talîmatan Omer Guney 9’ê Çile, danê sibehê piştî ku Sakîne Cansiz li postexaneyeke Parîsê danî, li Navenda Enformasyona Kurdistanê vegeriyan. Wê demê li navendê Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez jî hebûn. Diviya Cansiz û Şaylemez saet 13.30’an bi wesayitê biçûne Elmanya. Omer Guney piştî ku kete hundir, komkujî kir, jê weye ku li pey xwe ti delîl nehiştine. Di îfadeya xwe de jî ku dabû polîsan, gotibû ew ketiye hundirê navenda enformasyonê de û derketiye. Lê hema li rex wê bînahiyê, li dikaneke ku amûrên teknîk lê dihatin firotin, kamerayeke bo firotinê bi tesadûfî vekirî mabû. Kameraya markêta Carrefourê ya pêşberî wê jî vekirîbû. Parçeyên ku anîn cem hev Guney diderewandin.
DEMA KOMKUJIYÊ Û ŞOPA KUJER
Li gorî dîmenan Guney ê ku 12.56’an ji bînahiyê derketî, herî dawî Gunet kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn, dîtibû. Ev derketiya wî ya duyemîn û dawî bû. Dema pêşî dema ku derketibû, diçe parka wesayitan a Maganta û di destê wî de çenteyeke vedigere. Li gorî encamên otopsiyê kuştina saet li derdora 12.30’an pêk hatiye. Li gorî encaman pêşî Sakîne Cansiz ji paş serê xwe ve 3 guleyan dixwe û wiha jiyana xwe ji dest dide. Piştre jî Fîdan Dogan ji ser çavê xwe guleyekê dixwe. Herî dawî jî Leyla Şaylamez ji serê xwe guleyê dixwe. Piştre her yekê du guleyan di serê Dogan û Şaylamez de têne teqandin, guleya dawî jî di devê Dogan de tê teqandin. Guney dema ku ji bînahiyê derdikeve, li gel ku ne şilî ye jî serê xwe digire û derdikeve.
Li gorî lêkolînên li hundir hatin kirin, hatiye tespîtkirin ku di kompîtirê de bernameyên sîxûriyê hebûne û hemû agahî ji hin adrêsan re hatine veguhastin. Di lêkolînên li ser çente û cilên gumanbarê kujer de jî şopên komkujiyê hene û testên DNA’yê jî vê rast dikin. Belge, hevdîtinên telefonên û têkilî, nîşan didin ku komkujî karê dewletekê ye.
EWROPA HEQ JI VÊ AZMÛNÊ DERNEKET
Doz wê 23’yê Çile dest pê bikira. Rastî demeke wiha dihat ku li Tirkiyê faşîzm bi sazûmanî dibe û li Ewropa dîsa planên nû yên kuştinan têne kirin. Beriya bi demeke kurt jî, çapemeniya Kurd derxiste holê ku hin ajanên Tirkan, planên suîkasê ji bo rayedarên Kurdan danîne. Tê texmînkirina bi taybetî li Elmanya bi hezaran ajan û sîxûr ji îstîxbarata Tirk re dixebitin.
Doza li Parîsê ji bo hikûmetên Ewropa weke azmûnekê bû. Dewleta Tirk j isalên 1980’yî û vir ve, di serî de Fransa gelek welatên Ewropa ji xwe re weke qada operasyonê bi kar anî. Polîtîkayên krîmînalezkirinê ya welatên Ewropî yên li dijî Kurdan û têkiliyên wan ên berjewendiyê yên bi Tirkiyê re, di mijara sûcên li Tirkiye û Kurdistanê û Ewropa de ku bi destê dewleta Tirk ve hatine kirin, berpirsyariyeke giran li welatên Ewropa dikir. Hikûmetên Fransa û Ewropayê heta niha bi kêr nehatin ku kuştineke siyasî darizînin, di mînaka dawî de jî hevkariya xwe ya bi sûc re tercîh kir. Welatekî ku heq ji azmûna dadmendiyê derneketî wê bikaribe siberojeke çawa bide welatiyên xwe? Heta ku bêedelatî bidome, pirs jî wê zêde bibin û lêgerîna li edelatê wê xurttir bibe.
JÊDERK: Yenî Ozgur Polîtîka