Swîsreyî wê Erdogan protesto bikin: Em dîktator naxwazin
Tê payîn Serokkomarê Tirk Erdogan beşdarî hevdîtinên li Cenevreyê yên li ser Qibrisê bibe. Swîsreyî jî amadekariyan dike, ku Erdogan protesto bikin.
Tê payîn Serokkomarê Tirk Erdogan beşdarî hevdîtinên li Cenevreyê yên li ser Qibrisê bibe. Swîsreyî jî amadekariyan dike, ku Erdogan protesto bikin.
Hevdîtinên li ser Qibrisê yên bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî (NY), piştî navberê wê di 9'ê Çileyê de careke din li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dest pê bikin. Di roja dawî ya hevdîtinên 9-12'ê Çileyê de, wê konferansek di 12'ê Çileya 2017'an de bê lidarxistin. Tê payîn Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan jî beşdarî vê konferansê bibe.
Alîkarê Serketerê Giştî yê Serokkomariyê û Berdevk Îbrahîm Kalin çend roj berê dabû xuyakirin, ku Serokkomarê Tirk Erdogan wê beşdarî roja dawî ya hevdîtinên li Cenevreyê bibe.
'EM NAXWAZIN LI CENEVREYÊ DÎKTATOREKÎ BIBÎNIN'
Piştî ku hat bihîstin wê Erdogan bê Cenevreyê, hêzên çep û sosyalîst ên Swîsreyî û Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Swîsreyê dijîn ketin nava liv û tevgerê.
Bi vê armancê peyamên 'em naxwazin dîktatorekî li welatê xwe û li kantona xwe bibînin' li ser medya civakî belav bûn. Welatî naxwazin Erdogan bê Swîsreyê.
Pêkhateyên HDK'ê li Swîsreyê û hêzên çep û sosyalîst ên Swîsreyî, wê di 12'ê Çileyê de ku wê rojê Erdogan wê li Cenevreyê be, li ber avahiya NY çalakiya protestokirina Erdogan lidar bixin.
Swîsreyî hatina Erdogan, ji bo Cenevreyê ku weke navenda mafên mirovan tê naskirin, weke roja reş dibînin. Swîsreyî bi rêya medya civakî balê dikişînin ser asta binpêkirina mafên mirovan li Tirkiyeyê.
Nerazîbûna Swîsreyiyan li plana hatina Erdogan zêde dibe. Partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û parlamenterên ku bi zimanekî tund pêkanînên antî demokratîk ên Erdogan rexne dikin, tê meraqkirin bê helwesteke çawa li vê serdana Erdogan nîşan bidin.