Li nêzî Edliyeya Îzmîrê teqîn
Li nêzî nuqteya polîsan a li ber Edliyeya Îzmîrê teqînê rû da.
Li nêzî nuqteya polîsan a li ber Edliyeya Îzmîrê teqînê rû da.
Li nêzî nuqteya polîsan a li ber Edliyeya Îzmîrê ya li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê teqînê rû da. Dengê teqînê ji gelek nuqteyên bajêr hat bihîstin her wiha gelek ekîbên agirkuj û ambûlans hatin sewqkirin.
Hat diyarkirin ku piştî teqînê şer derketiye.
Li gorî çepemeniya Tirk, ji yên ku teqîn kirine 2 kes hatine kuştin, yek jî hê ne hatiye girtin.
Li gorî agahiyên destpêkê, polîsek hatiye kuştin û ji 10 zêdetir jî birîndar bûne.
Polîsên Tirk li herêmê dest bi operasyonê kirine.