Li Parîsê azadiya Ocalan hat xwestin
Li 2 navendên paytexta Fransa Parîsê di pêşengtiya endamên Jinên Ciwanên Azad a Parîsê de, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke bi meşaleyî hate lidarxistin.
Li 2 navendên paytexta Fransa Parîsê di pêşengtiya endamên Jinên Ciwanên Azad a Parîsê de, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke bi meşaleyî hate lidarxistin.
EVRY
Li Evry a Parîsê di pêşengtiya Jinên Ciwanên Azad de, bi armanca pêkanînên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto bikin, meşek bi meşaleyî li dar xistin.
Bi sedan ciwanên ku li pêşiya avahiya Şaredariya Grîgnyê kom bûn, heta pêşiya lokala Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Evryê meşiyan.
Di tevahiya meşê de ciwanan dirûşmên mîna "Bijî Serok Apo", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Ciwan berê xwe bidin çiya, welat azad bikin" qîr kirin.
Di mîtînga de li ser navê Tevgera Ciwanên Azad Çiyager Serhad axivî û wiha got: "Li Dijî qetlîamên li Bakurê Kurdistanê tên kirin, ciwanên Ewropa bi ruhê fedayî xwedî li Rêbertiyê derdikeve û wê li her qadê berxwedanê bide meşandin."
Hevseroka Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Evryê Hacer Gimgim jî bal kişand ser qetlîama 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hate lidarxistin û got: "Em ê hesabê qetilkirina 3 jinên şoreşger ên Kurd bi pirsin. Bang li hemû Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir ku beşdarî meş û mîtînga ku wê 7'ê Çileyê bê lidarxistin bibin."
VÎLLÎERS LE BELLE
Li Vîllîers Le Belle jî Jinên Ciwanên Azad ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xistin.
Ciwanên ku li pêşiya avahiya Vîllîers Le Belle kom bûn heta Navenda Civak Kurd a Demokratîk meşiyan û pankarta "Ji Ocalan Re Azadî" vekirin û bê navber dirûşmên "Bê Serok Jiyan Na Be", "Cîhaneke Bê Ocalan Em ê Di Serê We De Hilwşînin" qîr kirin.
Li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li ser navê Jinên Ciwan axafin hatin kirin, di axaftinan de bang hate kirin ku hemû ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn bi awayekî pir xûrt beşdarî meş û mîtînga ku wê 7'ê Çileyê bê lidarxistin bibin.