Bûldan: Hûn bi girtin û kuştinê nikarin me biqedînin!
Parlementera HDP'ê Bûldan wiha got: "Hûn nikarin bi xistina girtîgehan û kuştinê me biqedînin. Em ê wan bişînin sergoya dîrokê."
Parlementera HDP'ê Bûldan wiha got: "Hûn nikarin bi xistina girtîgehan û kuştinê me biqedînin. Em ê wan bişînin sergoya dîrokê."
Di çarçoveya operasyona de ku li dijî Partiyan Demokratîk a Gelan (HDP) ku 28 kes hatibûn binçavkirin û piştî 23 rojan kesên hatin binçavkirin derxistin dadgehê.
Endamên HDP’ê yên ku ji bo hevalên wan bên berdan li ber Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayanê hatin cem hev, daxuyaniya çapemeniyê dan.
Di daxuyanyê de ku Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Bûldan, Seroka Giştî yê ESP’ê Çîçek Otlu, endama MYK’ê ya HDP’ê Gulsum Agaoglû, berdevkê bajar ê HDK’ê Şamîl Altan tevlî bûn, pankarta "Qirkirinên siyasî me bêzar nakin” hat vekirin, dirûşmeyên "Li dijî faşîzmê mil bi mil” û “HDP bêdeng nabe nayê bêdengkirin” hatin berzkirin. Destpêkê Serokê EMEP’ê yê Stenbolê Guven Gerçek axivî.
Gerçek, diyar kir ku yên hatine binçavkirin rêvebirên partiya ku di hilbirtinan de 6 milyon deng giritne ne û wiha got: “Qesra ku welat bi rê ve dibe, dixwaze civakê teslîm bigire û dixwazin welat bi Rewşa Awarte bi rê ve bibin. Divê em li dijî polîtîkayên şer ên AKP’ê bi hevre li berxwe bidin. Yên binçavan divê demildest bên berdan.”
Piştre seroka Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) a Stenbolê Ozge Akman axivî. Akman, da zanîn ku ev bêhiqûqiya heyî bi Rewşa Awarte didomînin û wiha pê de çû: “Li vî welatî Rewşa Awarte ji bo muxalifan tê îlan kirin. Em ji bo aştî û biratiyê têdikoşin. Em ê destûrnedin ku ji bo serokatiyê vî şerî bidomînin. Em ê destûr nedin vê bêhiqûqiyê. Ti hukmê van BHQ'ê tine ye.”
'EM Ê TE NEKIN SEROK’
Seroka Giştî ya Partiya Bindestên Sosyalîst (ESP) Çîçek Otlû jî wiha got: “Em ji dîktatoriya AKP’ê re dibêjin ku em li vir in û hûn ê nikaribin me tune bikin. Em dirûşmeya ‘Em ê te nekin serok’ dubare dikin. Em ji kesên ku qadên demokrasiyê teng dikin re dibêjin em li vir in. Em ê bi berxwedanê serbikevin.”
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DARBEYÊ NE BI BHQ'Ê, BI AŞTIYÊ PÊKANE
Herî dawî Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Bûldan jî wiha axivî: “Hevalên me 25 rojan dibin çavan de hiştin. Em armanca vê bêhiqûqiyê dizanin. Di bin navê têkoşîna bi darbeyê re dixwazin bi Rewşa Awarte welat bi rê ve bibin. Têkoşîna bi darbeyê re bi BHQ'ê ne pêkane, tenê dikarin bi demokrasî û aştiyê têbikoşin. Ji bo serokatiya dixwazin HDP’ê û muxalifan tune bikin. Em bi giritn û kuştinan naqedin. Em ê di sinqokên ku derbikevin pêşiya me de wan bixin sergoya dîrokê. Îro Tirkiye girtîgeha ser vekiriye hemû kesên siyasetê dikin tên girtin. Em ê ti caran li dijî polîtîkayên we yên şîdetê serî ne tewînin. Em dixwazin hemû hevalên me yên li girtîgehan serbest bên berdan. Pêwîstiya me bi aştiyê heye.”