Duh artêşa Tirk li bajarokê Erîma ku dikeve rojavayê Minbicê komkujiyek kiribû, di encamê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dabû û 15 kes birîndar bûbûn.
Têkildarî komkujiyê Meclîsa Sivîl a Minbicê daxuyaniyek da.
Metna daxuyaniyê ji hêla Salih Mihemed ve hate xwendin, hate gotin, dewletên navnetewî û dewletên cîran ku dixwazin ji Sûriyê sûdeyekê werbigirin êrîşê tînin ser vîna gelan a jiyana bi hev re û hate gotin: ‘’Bi êrîşên xwe yên ku pêk tînin, di nav gelan de şer derdixînin. Dewleta Tirk a dagirker bi navê ‘’têkoşîna dij terorê’’ her roj komkujiyan dike. Lê her kes li pêş van komkujiyên dewleta Tirk bêdeng e.
‘’ÊRÎŞ PÊGIRÎBÛNA ME YA BI XAKA ME RE ZEXMTIR DIKIN’
Mihemed bi berdewamî wiha got: ‘’Gelên me bi berxwedanê û rêxistinbûnê saziyên xwe ava dikin, xwe bi xwe rê ve dibin. Li ser zemîna siyasî û demokratîk gel jî bi aktîftir di nav vê de cih digire. Em ê li pêşberî ti êrîşên bi paş ve gav neavêjin. Ji ber ku her şehîdê ku ji bo azadiya gelan em li axê vedişêrin, pêgirîbûna me ya bi axê zexmtir dike. Hêza me ya parastinê xurtir dike.’’
Mihemed êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Minbicê de şermezar kir, bang li rêxistinên mafê mirovan ên navnetewî kir ku li dijî komkujiyên dewleta Tirk ên li Bakurê Sûriyê bêdeng nemînin.