Demîrtaş: Dema baweriya bi hiqûqê qels dibe, kaos rû dide

Demîrtaş têkildarî lêpirsîna ku bi îdîaya "heqaret li Serokkomar kiriye" lê hat vekirin, parastina xwe kir. Demîrtaş got, "Li nava civakê ku lêgerîna xwe ya edaletê û baweriya xwe ya li hiqûqê kêm dibe, kaos, tirs û panîk dibe derûniya civakê."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş têkildarî lêpirsîna ku bi îdîaya "heqaret li Serokkomar kiriye" lê hat vekirin, parastina xwe kir. Demîrtaş got, "Li nava civakê ku lêgerîna xwe ya edaletê û baweriya xwe ya li hiqûqê kêm dibe, kaos, tirs û panîk dibe derûniya civakê." Demîrtaş parastina xwe ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re kir.

Dozgeriyê axaftina 9'ê Îlona 2015'an a li avahiya HDP'ê ya Amedê ji Demîrtaş pirsî, ku Demîrtaş di vê axaftina xwe de diyar kiribû, berpirsyariya siyasî ya xwîna ji ber şer dirije, ya Serokkomar û Serokwezîr e.

Demîrtaş bibîr xist, ku di wê demê de zêdeyî 400 avahiyên partiya wan ên hilbijartinê, navenda giştî û gelek avahiyên wan ji aliyê kesên ji xwe re digotin 'Neteweperestê Tirk' hatine şewitandin û got, "Ya divê bê tespîtkirin ew e, ku kîjan siyasetmedarî di wê demê de axaftineke çawa kiriye ku pêşî li van bûyeran vekiriye. Kê daxuyaniyên ku HDP'ê hedef nîşan dide kiriye? Daxuyaniyên Serokkomar û Serokwezîr ên ku HDP'ê hedef nîşan dide çend in? Pêwîste dozgeriya we van lêkolîn û tespît bike."

Demîrtaş anî ziman, wî axaftinên Serokkomar û Serokwezîr ên ku HDP dikirin hedef rexne kiriye û got, "Dema temamiya axaftina min bê lêkolînkirin, wê were dîtin ku hemû di çarçoveya azadiya fikir û ramanê de ye. Û banga ji bo aştiyê ye."

Demîrtaş wiha dewam kir: "Ez dixwazim hûn tespît bikin bê kîjan siyasetmedaran gotine 'pêvajoya çareseriyê qediya ye,ü êdî çareserî nîne'. Divê ev werin tespîtkirin ku eşkere bibe, kê kîjan siyasetmedaran pêvajoya çareseriyê qedandine û rê li ber rûdana şîdetê vekirine.

Tişta ecêb ew e, tevî ku rayedarên hikûmetê dan xuyakirin ku pêvajoya çareseriyê qediya ye, ez ji êrîşên PKK'ê berpirsyar têm dîtin. Ez ne ne rêveber, endam, berdevk û sempatîzanê PKK'ê me. Ez Hevserokê Giştî yê HDP'ê me, hemû amûrên şer û şîdetê rexne dikim. Biryara şer ji kê tê bila bê, ez rexne dikim.

Hûn jî dizanin, kontrolkirin, rexnekirin û rabûna li ber çalakî û biryarên hikûmetê, weke partiyeke siyasî erka me ye."

Demîrtaş da zanîn, lêpirsîn ji ber nasnameya wî ya polîtîk lê hatiye vekirin û wiha dewam kir: "Halbûkî di sala 2015'an de Devlet Bahçelî di 15 axaftinên xwe yên cuda de ji bo Serokkomar gotina 'dizek' û yên mîna vê gotinê bi kar aniye. Tevî vê yekê jî têkildarî van axaftinan ti fezleke nehatiye amadekirin. Divê hiqûqa li vî welatî li dijî min cuda, li dijî Devlet Bahçelî ne cuda be. Li nava civakê ku lêgerîna xwe ya edaletê û baweriya xwe ya li hiqûqê kêm dibe, kaos, tirs û panîk dibe derûniya civakê. Li gorî anketan, baweriya bi dadgeriyê ji sedî 2.9 e."

Demîrtaş da xuyakirin, ku di axaftina wî de ti tiştekî bibe sûc nîne û ew hemû sûcdariyan red dike.