FEDA ji bo meşa 7'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê li Elewiyan kir
FEDA'yê bang li Elewiyên li Ewropayê kir, ku roja 7'ê Çileyê tevlî meş û mîtînga li Parîsê bibin.
FEDA'yê bang li Elewiyên li Ewropayê kir, ku roja 7'ê Çileyê tevlî meş û mîtînga li Parîsê bibin.
Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA), bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyek weşand û got, "Em Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Ronahî) bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Em ê têkoşîna wan bidomînin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, hêzên li pişt Komkujiya Parîsê heta niha nehatine eşkerekirin û hat gotin, mirina kujer Omer Guney beriya destpêkirina dadgehê, cihê gumanan e.
FEDA'yê diyar kir, ev rewş zerarê dide edaleta Fransayê û da zanîn, ku heta ku doz biqede û rastî derkeve holê ew ê şopdarê vê dozê bin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku weke Elewiyên Mezopotamya û Anatoliyê, ew vê komkujiyê weke komkujiya li djiî nirx û baweriya xwe dibînin û bang li hemû Elewiyên li Ewropayê dijîn kir, ku roja 7'ê Çileyê li Parîsê tevlî meş û mîtîngê bibin.