MSD: Em li dijî êrîşên dewleta Tirk bêdeng namînin

MSD'ê, êrîşên dewleta Tirk şermezar kir, ragihand ku wê li dijî êrîşan bêdeng nemînin.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), têkildarî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê, îxlalên mafê mirovan û bomberdûmankirina balafirên şer ên aîdî artêşa Tirk ku bajahiya Çilaxa yê daxuyaniyek nivîskî da.

'PILANA DAGIRKERIYÊN NÛ TÊN KIRIN'

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

ʺLi wê herêmê ti hebûna teroristan nîne ku hikûmeta Erdogan a faştist bincetekê bibîne ku destwerdanê bike. Hikûmeta Tirkiyê li ber çavê raya giştî ya cîhanê xaka Sûriyeyê dagir dike, ev yek gelek nîşanên pirsê bi xwe re tîne, gelek caran jî li dijî xaka Rojava- Bakurê Sûriyeyê pêk anîneʺ
Hate destnîşankirin ku destwerdana Tirkiyê diyar dike ku gelek pilanên wê yên dagirkeriyê di xaka Sûriyeyê de hene û di heman demê de dixwaze projeye demorkatîk ku sîstema federaliya demorkatîk a Bakurê Sûriyeyê nûnertiya wê dike, derbe bikin.

'LI DIJÎ VÊ EM DÊDENG NABIN'

MSDʹê di daxuyaniya xwe de êrîşên Tikriyeyê yên li ser xaka Sûriyeyê û Rojava de şermezar kir û got ku hêzên wan wê bê deng nemînin û wê bi hemû awayî bersiva êrîşan bê bersiv nehêlin.

MSDʹê got: ʺEm bi israr in ji bo avakirina Sûriyeke nenavendî ku mafê hemû gelê Sûriyeyê biparêze dikin. Em ti biryarên ku ji deve tên û wê bandorê li biryarên netewî bikin, qebûl nakin. Ji ber ku biryarên me xwe dispêrin vîna gelê me ku ti carî têk naçe.ʺ