Seydî Firat: Wê winda bikin!
Firat ji girtîgehê peyamek şand û got, "Yê tengav bûye, ew ferasete ku daxwazên me yên aştî û siyasî ji nedîtî ve tê û serî li rêbaza cezakirinê dide. Yê winda bikin jî ew in."
Firat ji girtîgehê peyamek şand û got, "Yê tengav bûye, ew ferasete ku daxwazên me yên aştî û siyasî ji nedîtî ve tê û serî li rêbaza cezakirinê dide. Yê winda bikin jî ew in."
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk Seydî Firat, ji girtîgehê peyamek şand.
Firat bi rêya parêzerê xwe peyam şand û got, "Xwestin em tevlî qada siyasetê bibin. Em jî, ji bo xurtkirina pêvajoya aştiyê û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd, di sala 1999'an de weke koma aştiyê hatin Tirkiyeyê. Lê belê ji wê rojê heta îro, li pêşberî daxwazên me yên aştî û siyasî her tim girtîgeh li me hat ferzkirin. Parastina aştiyê rewşeke zehmet nîne. Yê tengav bûye, ew ferasete ku daxwazên me yên aştî û siyasî ji nedîtî ve tê û serî li rêbaza cezakirinê dide. Yê winda bikin jî ew in."