NÛ BÛ

Ahmet Turk: Divê em li dijî faşîzmê eniyeke yekbûyî ava bikin

Ahmet Turk got, "Şert e ku li dijî faşîzmê eniyeke yekbûyî bê avakirin." Ahmet Turk li ser rewşa tenduristiya xwe jî nameyek şand.

Parêzer Erdal Kûzû muwekîlê xwe Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk li Girtîgeha Sîlîvriyê ziyaret kir. Parêzer Kûzû da xuyakirin, ku Ahmet Turk gotiye, "Şert e li dijî faşîzmê eniyeke yekbûyî bê avakirin. Pêwîste em hevgirtineke xurt pêk bînin."

Li gorî agahiyan, rewşa tenduristiyê ya Ahmet Turk nebaş e û wî mûayeneya bi kelepçeyê red kiriye. Ahmet Turk dema bi parêzerê xwe re axivî ji bo mûayeneya bi kelepçeyê got 'bêrûmetî' ye.

'ÎŞKENCE TÊ KIRIN'

Ahmet Turk li ser rewşa xwe ya tenduristiyê bi rêya parêzer Oya Oznûr nameyek şand.

Nameya Turk a di vî warî de wiha ye:  "Pîvandina pîlê dil hat kirin. Tehlîlên mîz û xwînê hat girtin. Encamên vê nedan min. Gotin wê raporê amade bikin. Doktorê çav ez mûayene kir. Doktor got 'ji ber kataraktê divê ji sedî sed emeliyat bibim'. Di xwendinê de zehmetiyê dikişînim. Av li her du çavên min kom dibe. Ji van bêhtir, ji bêhiqûqiya li me tê kirin aciz im.

Bi rengekî neheq em girtine. Wekî din, îşkenceyê dikin. Tecrîd îşkence ye. Ji ber rewşa min a tenduristiyê em du kes bi hev re dimînin. Lê belê hevalên din bi tena serê tecrîdkirî ne. Ya ku tê kirin ne tenê bi referandûmê re eleqedar e. Bi bêdengkirina şoreşger, demokrat, Kurdan û mûxalîfan re rê li ber dîktatoriyê vedikin. Gelê Tirkiyeyê wê rojekê li vê zilmê bipirse. Şert e ku li dijî faşîzmê eniyeke demokratîk bê avakirin. Divê em hevgirtineke xurtir ava bikin."