'Dewleta Tirk xwest Komkujiya Parîsê veşêre'

Sabrî Ok: Qûtiya reş Omer Guney bû. Hem jî demeke kurt mabû ku derkeve pêşiya dadgehê, lê beriya vê Omer Guney ji nişka ve tine kirin, tasfiye kirin. Xwestin hemû agahiyan tine bikin, reş bikin û wisa bimîne.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok di bernameya “Rojeva Welat” a Stêrk TV de bersiv da pirsên rojnamevan M. Emîn Yildirim.

Di sersalê de li Ortakoy a Stenbolê komkujiyek ji aliyê DAIŞ’ê ve pek hat. Têkiliyên dewleta Tirkiyê û DAIŞ’ê êdî weke bûmerangê lê zivirî. Mirov dikare bêje ev komkujiya li Stenbolê encama polîtîkayên AKP’ê ye?

ERDOGAN Û AKP TIRKIYE KIRIYE NAVA BELAYEKÊ

Bêguman wisa ye. Di serî de ew kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazim. Ez hem vê siyaseta AKP’ê hem jî ew kujerê ku bû sedem ewqas mirov jiyana xwe ji dest bidin şermezar dikim. Mirov wexta li siyaseta AKP’ê dinêre ne tenê Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi temamî Rojhilata Navîn û çar parçeyên Kurdistanê jî hemû li ser eksena îradeya gelê Kurd, demokratîk û azadiya gelê Kurd, dîsa li herêm û Rojhilata Navîn li ser navê demokrasî û azadiyê çi pêşketin hebe dewleta Tirkiyê û AKP xwe erkdar dibîne ku bersiv bide van pêşketinan û vala derxîne. Çima ku ji demokrasiyê gelekî dûr e, van tiştan naxwaze. Eger dewleta Tirkiyê, AKP’ê li ser gelê Kurd û hêzên azadîxwaz û demokratîk li hundirê Tirkiyê û bakurê Kurdistanê, dîsa li ser Rojava eger ev komkujî pêş nexista û êrîş nekira, di wextê de ji DAIŞ’ê re nebûya alîkar, perwerde û rêxistin nekirina, cih neda wan, bi sedan û bi hezaran kesên ku tevli DAIŞ’ê dibin li Rojhilata Navîn, Asya, Afrîka, heta Amerîka û Amerîkaya Latîn, Ewropa li ser riya xwe û hidûdê xwe bi rehetî derbasî Sûriyê û Rojava nekirina belkî rewşa Rojhilata Navîn û Sûriyê jî heta belkî rewşa Tirkiyê jî niha cuda bûya. AKP û siyaseta wan ne tenê li hemberî komkujiya li Stenbolê esas bi giştî ew aloziya li Sûriyê, Rojava û Rojhilata Navîn tê jiyîn û ewqas xwîn dirije weke Rojhilata Navîn bûye gola xwînê bi rastî siyaseta Tirkiyê li vir pir xwedî rol e û para wan pir zêde ye. Ew hîn jî hewl didin û israr dikin ku ev siyaset pêş bikeve. Ji bo vê AKP û Erdogan Tirkiyê kir nava belayekê. Çawa ji vê belayê derkeve ne diyar e. Beriya komkujî û teqîna Stenbolê jî tiştên wisa çêbûn. Eynî siyaset û xwe dubare kirin, li dijî demokratîkbûna Rojhilata Navîn û azadiya gelê Kurd ev helwest dewam dike. Diyar e ku tiştên wisa hîn zêdetir ew ê bibin. AKP tabî sedemê van tiştan e. 

TIRKIYE PIRSGIRÊKÊN SÛRIYÊ DIKIŞÎNE NAVA XWE

Di van demên dawîn de li Tirkiyê nîqaşên weke Tirkiye ber bi Pakîstanbûnê ve diçe tên kirin. Rastiya van gotinan çi ye? Her wiha kîjan rewş dibe sedem ku Tirkiye ber bi Pakîstanbûnê ve diçe?

Di vir de girîngî çi ye ku Tirkiye dibe Pakistan. Li wê derê jî li ser navê nasname, ol nakokî û car caran şer hene. Lê muhîm Pakistan dewleteke weke dîktatoryal, ji demokrasiyê dûr lê weke hilbijartinê xwe bi rêxistin kiriye. Weke dengdayîna gel û civakê bûye desthilatdar. Esas mînakên wisa li dinyê gelek in, berê jî hene, îro jî hene. AKP vê jixwe re rewa dibîne. AKP dibêje ez bi dengê gel bûme desthilatdar, îradeya gel e. Ji bo vê çi bikim rast e, mubah e û mafê min e. Eger bi eynî perspektîf û bi eynî zihniyetê bigire dest kesên ku îro bi dengê gel yanî bi şêwazekî ne demokratîk, dîktatoryal, bi zext, bi zorê hilbijartinê dike û dibe desthilatdar, lê di heman demê de faşîst in, dîktator in. Di xwe dubarekirin û desthilatdariyê de israrkirin heye, zihniyeta netewe dewletê heye. Niha Pakistan mirov mêze bike di siyaseta dinyê û nezera mirovahiyê de cihê Pakistan çi ye? Alozî ye, feqirî ye, bêçare mabûn e, zexta dewletê yanî ti destek û alîkarî ji civakê, standarta wan a jiyanê bilind bike, demokratîkbûnê pêş bixîne tiştekî wisa tune. Yanî ti giraniya Pakistanê tune. Lê desthilatdarî ew jî bi hilbijartinan hatiye weke dîktatorekî. Tirkiye jî hinekî wisa ye. Cuda, nakokiyên Afganistanê kişand nava xwe, yên derdora xwe kişand nava xwe. Di wextê de cih da Talîban, bi rêxistin kir û destek da wan. Piştre şert û zirûf hatin guhertin. Ez bawer im Bîn Ladîn li wê derê hat kuştin. Yanî ewqas derî vekir û siyasetek li ser Afganistanê meşand. Piştre hemû pirsgirêkên Afganistanê kişand nava Pakistanê û vê carê nikare ji bin ve rabe. Li vir jî weke mezheb, ol û çandên cuda cuda heye. Hevûdu qirkirin, tunekirin û kuştin bû jiyanek, çandek û siyasetek li Pakistanê. Pakistan êdî di siyaseta cîhanê de wisa tê naskirin. Niha Tirkiyê jî ber bi wê diçe. AKP heqeten bi şewazên bû desthilatdar û dîktator hem jî siyaseta li ser Rojava, Sûriyê û Rojhilata Navîn hemû pirsgirêk û nakokî kişand nava xwe. Ya rast çi bû? Dewleta Tirkiyê pirsgirêkên xwe çareser bikira, Tirkiyê ber bi demokratîkbûnê biçûya, pirsgirêka Kurd bihata çareserkirin, weke hêzeke demokratîk li ser Rojhilata Navîn bandor bike. Lê Tirkiyê berovajî alozî û nakokiyên nava xwe belavî Rojhilata Navîn kir, taybet li Sûriyê. Di heman demê de hemû jî kişand nava xwe. Niha bi sedan, bi hezaran cih da kesên DAIŞ’”î, ew perwerde û bi rêxistin kir. Heta saziyên wan jî hebûn, komeleyên wan hebûn. Bi her awayî bazirganî dikirin. Niha AKP nikare ji bin de rabe. Esas li hemberî DAIŞ çiqas xwedî biryar û stratejîk şer bike ew jî tiştekî cuda ye. Yanî zihniyet ji hev ne dûr e. 
Serokê Diyanetê beriya sersalê daxuyaniyek da. Yanî xwe têkilî jiyana mirovan dike. Sersal pîrozkirin karê kafiran e, nizanim tiştên wisa weke fetwa da. Ew zihniyet mirov mêze bike li hemberî jiyana Ewropa û yên DAIŞ dide berhev, heqeten jê ne dûr e. Jixwe tê nîqaşkirin ku çima ew klûba komkujî lê pêk hatiye çima kesên biyanî ne û piranî jî Xiristiyan. Heta tê gotin ku ev bi destê dewleta Tirkiyê bi şewazekî ew komkujî pêk hat. Jixwe gotin filan kes kiriye ji Kirgizistanê ye, lê herhalde derket ne ew e wisa nîqaş hene. Yanî dixwazim vê bêjim siyaseta AKP’ê weke desthilatdar, faşîst û dîktatoral hem li hundir hem jî li derveyî Tirkiyê bi temamî bû sedema pirsgirêk û aloziyê. Hem pirsgirêkên xwe îxracî Rojhilata Navîn kir hem jî taybet DAIŞ kişand nava xwe. Niha DAIŞ li Tirkiyê bi rêxistinkirî ye. Hîn dewleta Tirkiyê negihiştiye wan, hewldanên wan jî heta ku derê hebe. Dizane ku DAIŞ biryar bide li hemberî wan, li dewleta Tirkiyê çalakî pêş bixe, potansiyela wan heye û zêde ye jî. Ji vir şûnde jî eger tiştê wisa weke komkujî bibin bêguman sedem siyaseta AKP’ê ye û bi vî şeklî mirov bi Pakistanê re bide ber hev ne şaş e. 

LI TIRKIYÊ ÎSTIKRAR TINE, KRÎZ Û ALOZÎ HEYE

Di van deman de Destûra Bingehîn ya ku AKP û MHP’ê amade kiriye ew ê biçe meclisê, her wiha Rewşa Awarte sê mehên din hat dirêjkirin. Ev rewş Tirkiye hîn zêdetir naxe nava aloziyeke mezintir?

Jixwe Tirkiyê di nava aloziyeke mezin de ye. Mêze bikin AKP û dewleta Tirkiyê bi her kesî re pirsgirêk dijî. Her tim ji xwe re dijmin peyda dike. Ewqas demagojiyê pêş dixe ku, şovenîzmek bêbext û bê wijdan pêş dixe ku her roj ciwanên Tirk li Babê, Sûriyê û li çiyayên Kurdistanê jiyana xwe ji dest didin, lê xapandin û manîpulasyonek ewqasî bêexlaq heye, li ser vê AKP xwe dide jiyandin. Aboriya dewleta Tirkiyê mêze bikin, rewşa wan ne baş e. Belavbûnek û krîzek heye. Aliyê siyasî ti kes nikare bêje li Tirkiyê îstikrariyek heye. Îstikrar tenê desthilatdariya AKP’ê û Erdogan e. Rast e, desthilatdariya xwe xurt dikin û ji bo vê çi pêwîst be, li ser muxalefetê ku kî dengê xwe dike yan jî serê xwe radike bi şêwazekî tasfiye dikin û li ser navê îstikrarê siyasetek tê meşandin. Rewşenbîr, şoreşger, demokrat û yên kedkar, sendîka kesek ji vê ne razî ye. Belkî nakokî ji kû ye, li hemberî faşîzma AKP’ê û dîktatoriya wê muxalefet zeîf e, kêm e. Bêguman gelê Kurd di nava têkoşîn û berxwedaneke bi rûmet de ye, lê bi giştî mirov bide berçavan ma ne pêwîstî heye ku li hemberî dîktatoriya AKP’ê, li dijî eniyeke faşîzmê xwe bi rêxistin bike, xwedî helwest be, xwedî têkoşîn be. CHP jî dikare di vir de cih bigire. Niha CHP bi rastî li hemberî faşîzma AKP’ê hinekî li ber xwe bide û xwedî helwest û xwedî îrade be esas rewşa AKP’ê ne baş e. 

ERDOGAN MILYON DOLAR LI BANKAYÊN EWROPA Û RÛSYA RAZANDIYE

AKP tim bi vî şeklî nikare biçe. Ne mimkûn e civaka Tirkiyê û gelê Kurd bi ewqas pirsgirêkan re bijîn yan jî AKP bikaribe ji bin de rabe. Aloziya wan hîn jî kûr dibe. Mesele Rewşa Awarte dirêj kirin. Eger dewletek lê îstikrar hebe, ji xwe razî û ji xwe bawer be, rexmî hemû bertekên li hundir û derve li ser desthilatdariya AKP’ê, AKP çima dirêj bike. Ji ber ku neçar dimîne. Riya demokrasiyê vekirin, hêzên demokrasiyê ku xwe bi rêxistin kirin, jiyan, siyaset û rêxistinbûna demokratîk pêş xistin tune, pêşiya wan digire. Ev alozî ye, bê îstikrarî ye. Li ser vê AKP xwe dide jiyandin. Hesab desthilatdariya xwe xurt bike. Mesele serokomar qanûnê wan ji nû ve derxistine. Belkî hesabên xwe ku kîjan wextê derkevin ber dadê, hesab ji wan bê xwestin, tedbîrên wan digirin. Heqeten tiştên wisa hene. Mesele saziyek li Amerîkayê ya Tîng Tangê di televizyonê de weşanek hebû. Digot Erdogan bi sed milyonan dolar pereyê xwe li bankayê Ewropayê razandiye. Dîsa 800 hezar milyon dolar li bankayên Rûsya razandiye. Zavayê xwe Berat Albayrak bi zanebûn kiriye wezîr ku karibe pereyê reş derbas bike. Mirov mêze dike her tişt, desthilatdarî, kesayetek û heta malbatek xizmeta vê dike û dîktatoriyek wisa. Niha civak vê dijî li Tirkiyê. 

BÊDENGMAYÎN WEKE HELWESTEKÊ DIGIRIN DEST

Mêze bikin yê herî rewşenbîr weke helwesteke demokratîk bêdeng in, tirsiyane. Halbûkî niha lazim e xwedî helwest bin. Çima ku naxwazen weke AKP’ê binivîsînin û biaxivin herî kêm dibêjin em bêdeng bin. Dibêjin herhalde ew jî helwestek e, bêguman na. Dixwazim bêjim nerazîbûnek heye, acizbûnek heye, bêîstikrariyek heye. Lê zexta AKP’ê hemûyan bêdeng dike. Nayê wê wateyê ku îstikrar heye. AKP hîn pêwîst dibîne ku Rewşa Awarte dirêj bike û dirêj kir sê mehên din. Baş e, ew qanûnên Destûra Bingehîn ku amade dikin bibin referandûmê. Wexta ev helwesta AKP’ê weke referandûma AKP’ê û ya Kenan Evren mirov bide hemberî hev çi cudatî heye. Kenan Evren jî di wexta xwe de Destûra Bingehîn çêkir û çû referandûmê sedî 90 û tiştek bi gel da qebûlkirin jî bi zorê. Niha eger Tirkiyê heqeten AKP hinekî ji xwe bawer be, bêje li Tirkiyê hinek tiştên demokratîk hebe, bin zexta Rewşa Awarte de ma bi vî rengî referandûm çêdibe. Ew ê kê bixapîne. Pir diyar e ku bi zext û zor, polîs, esker, hêzên ewlekarî, îstixbarat bi her burokrasî û bi her awayî bi referandûmê derbas bike. Li vir zihniyeta wan xuya dike, li vir demokrasî nayê dîtin tiştekî wisa tune. Hemû li ser faşîzm û dîktatoriyê hatiye kirin. Tirkiyê ber bi ku ve dibe. Mesele mirov mêze dike alozî her roj hîn zêdetir dibe, krîz hîn kûrtir dibe. Weke kaosekê ye. 

REWŞA AWARTE Û ZEXTA AKP’Ê RÊ LI BER TÊKÇÛNA AKP’Ê VEDIKE

Kaos hem şens e hem jî xeterî ye. Niha ew xeterî tê jiyîn. Di heman demê de weke fersend û şensek e jî. Eger têkoşîn bi rastî bê dayîn, rastiya AKP’ê, dîktatoriya wan, komkujiya pêş dixin, zexta wan, ji mirovahiyê bi civakê Tirkiyê baş bê fêmkirin. Heta siyaseta navnetewî baş ji wan bê fêmkirin. Hêzên azadîxwaz û demokratîk baş têkoşîn bidin û xwe rêxistin bikin. Ez di wê baweriyê de me, 2016 ji bo AKP’ê muhîm bû. Hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê esas ji bo AKP’ê şensek bû. Heta tê nîqaşkirin ku ji xwe AKP tiliya wan tê de hebû û bi zanebûn pêşiya darbeyê negirtin ku jê îstifade bikin. Li hemberî vê dij-darbeya xwe pêş xist. Xwe kirin hêz jî, ev rast e. Heta niha li ser zextan emrê xwe dirêj kirin û xwe bi rêxistin kirin jî. Lê ez hem pêşketinên Rojhilata Navîn giştî hem siyaseta dagirker a dewleta Tirkiyê li ser Rojhilata Navîn û li ser gelê Kurd hem siyaseta navneteweyî didim ber çavan, nakokiyên wan ên hundirîn û veşartî, nerazîbûna civakê û hêzên demokratîk mirov dide ber çavan di heman demê de AKP’ê wexta xwe ya herî lawaz dijî. Ber bi têkçûnê ew ê jî biçe. Di vê baweriyê de me ku şensê AKP’ê ji bo 2017’an qet weke ya 2016’an nebe. Îhtimalek pir mezin û di wê baweriyê de me ku 2017’an guhertinek pir cidî li Kurdistanê û Tirkiyê bê jiyîn. AKP ew ê ber bi têkçûnê biçe û derveyî wê çare tune. Zeîf e, wexta xwe ya herî aloz dijî, krîzê dijî. Sermaye Tirkiyê bi xwe ji ne razî ye, civak jê ne razî ye, kedkar ne razî ye, rewşenbîr û siyasetmedar ne razî ye, gelê Kurd ne razî ye. Di nava xwe de jî hevûdu weke zemqê devê hevûdu digirin. Hinek bin bikole têkiliyên wan çiqas bi Fethullah Gulen re heye. Çiqas têkilî û qirêj bi hev re hene. Her yek li hemberî hevûdu xwe weke deyndar dibîne û tirsê dijîn. Ew jî ne pêkhateyek sexlem û mayînde be, her tim ji rûxandin û belavbûnê re vekirî ye. Ev zext ji bo vê ye. Bi zor û zextê li gel hev digire. Têkoşîna wan hinekî sist bibe rûxandin sedî sed e. Ji bo vê ez dibêjim ev siyaseta AKP’ê weke Rewşa Awarte û zextê wan di heman demê de riya têkçûna AKP’ê jî vedike. 

BERPIRSÊ QETILKIRINA SÊ SIYASETMEDARÊN JIN ÊN KURD AKP YE

Çend rojên din salvegera qetilkirina sê siyasetmedarên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez e. Beriya ku mehkemeya wan bê dîtin, kujera wan Omer Guney li girtîgehê mirî hat dîtin. Gelo kîjan hêz bi vê mirinê dixwazin ser çi bigire?

Bi vê wesîleyê di salvegera 4’emîn a siyasetmedarên jin ên Kurd de li hemberî hevala Sakîne, Fîdan û Leyla bejna xwe ditewînim. Em ê hewl bidin şehadeta van hevalan, têkoşîn û hedefa wan ya azadiya jinê û civakê pêk bînin. Sedem çi bû sergirtina vê û weke Omer Guney hat tunekirin. Sûcê xwe û hemû qirêjiyên xwe veşêre. Ji bo wan muhîm e. Diyar bû, li ser çapemeniyê hat dîtin û guhdarkirin, çi îstixbaratên navneteweyî rola wan çiqas e mirov fêm bike, lê îstixbarata Tirkiyê sedî sed e û tê zanîn. Ji dengê wan, belgeyên heyî û axaftinên wan ên navxweyî yên li ser ragihandinê hatine weşandin tê dîtin. Dewleta Tirkiyê li navenda Fransa Parîsê çalakiyek wisa qirêj û hovîtî li ser sê jinên Kurd pêk tîne. Lê dinya bêdeng e li hemberî vê mudaxele û çalakiya dewleta Tirkiyê. Ma ne pêwîst e ku Fransa vê lêkolînê hîn kûr bike û bi rastî hesab bixwaze. Lê mirov hinekî şaş dimîne, Fransa çima sekinî ye. Hinek guman jî ew ê çêbibin bivênevê. Ma ne pêwîst bû dewleta Fransa her tiştî deşîfre bikira û derxista holê. Heta yê ku xwediyê vê çalakiyê îstixbarata Tirkiyê û kesên din her kî be derxin ber dadê. Yan jî eşkere bike ji raya giştî re. Sankî Fransa tam rol nelîst, îstixbaratên din, dewletên din tam rol nelîst. Yanî encam di bin berpirsyariya tê de li navenda Parîsê komkujiyek wisa pêk hatiye. Temam Omer Guney hat girtin, diyar e ew tetîkêşek e. Lê ew bi rêxistin kirine, li pişta wî bêguman dewleta Tirkiyê siyaseta AKP’ê ye. AKP berpirsyar e, em vê bêjin. Kîjan sazî be, di dawîn de AKP desthilatdar e, ew berpirsyar e li hemberî vê komkujiyê. AKP tabî ditirse. Komkujiyek ne aliyê exlaqî, însanî, hiqûqî ye, kesek nikare wateyek bidê. Bi temamî hovîtî, dijminantiya mirovahiyê û bêguman di serî de ya gelê Kurd e. Dewleta Tirkiyê nikare ji bin rabe û xwest veşêre. Qûtiya reş Omer Guney bû tabî. Hem jî demeke kurt mabû ku derkeve pêşiya dadgehê, lê beriya vê Omer Guney ji nişka ve tunekirin, tasfiyekirin. Xwestin hemû agahiyan tune bikin, reş bikin û wisa bimîne. Para dewleta Tirkiyê pir diyar e. Di heman demê de mirov weke zihniyet û biryara wan jî bizanibe. Dewleta Tirkiyê ji destê wan bê û bikaribin bêguman ew ê bixwazin komkujiyên wisa bikin. Eger nakin ku nikarin bikin. Mirov rê nede wan û hişyar be. Lê bêguman hesabê komkujiya Parîsê sê hevalên jin weke hevala Sakîne, Fîdan, Leyla heta neyê xwestin, gelê Kurd û hereketa me û hereketa me ya jin û esas mirovahî jî ti caran wê ji bîr neke. Ev tiştekî exlaqî ye û heqeten pêwîst e.

KÎ LI DIJÎ YEKITIYÊ BE DIVÊ GELÊ KURD XWEDÎ HELWEST BE

Li ser daxuyaniyên Nêçîrvan Barzanî xwest ku PKK ji Şengalê derkeve ku ti hewcedarî nemaye. Li ser vê nîqaş çêbûn û nerazîbûn jî çêbûn. Herî dawîn pêşmergeyên dêrîn yanî yên berê li hemberî vê helwesta Nêçîrvan Barzanî çûn Qendîlê û daxuyaniyek dan. Di rojên pêş de wateyek çawa ya vê daxuyaniyê hebe û bandoreke çawa li ser siyaseta Başûr û hemû hêzên Kurd bike?

Li ser daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî ez ê zêde tiştekî nebêjim. Rêveberiya hereketa me hinek daxuyanî dan. Lê mirov dikare vê bêje kesê ku xwe li hemberî dîrokê û civaka gelê Kurd, di vê pêvajoya gelekî girîng û dîrokî de berpirsyar dibînin pêwîst e bi berpirsyar biaxivin. Her axaftin û hewldana wan ji bo berjewendiyên gelê Kurd, jiyana gelê Kurd û yekîtiya gelê Kurd be. Yên ku xizmeta vê nake gelê Kurd ew ê jê ne razî be. Zimanê wisa, uslûbên wisa ew ê encam jî negirin û ne rast e jî. Kî li axa kê ye, kî ji kû derê bê qewitandin? Ev ne siyasetek rast e. Axa Kurdistanê ye. PDK baş dizane bi salan derveyî başûrê Kurdistanê li Rojhilat, Rojava û dîsa li Bakur maye. Yanî kî ji kû derê biqewitîne weke hikmê zorê nîşan bide ev ne rast e. Ev ziman û uslûb ev ne ya hêzê ye jî. Hêz weke aliyê siyasî, çandî, exlaqî bêguman xwe parastin, civak parastin mirov wisa bigire dest. Lê li hemberî hevûdu ew ziman bi kar anîn xizmeta gelê Kurd nake. Nêçîrvan jî lazim e wisa neke, ne rast e û ne çareseriye jî. Yanî yek ji bo PKK’ê û hereketa me tiştekî bêje û em du tiştan bêjin. Ew ê heta ku derê biçe. Di wextê de jî me pir ji hev re gotiye û tê zanîn. Yanî ew ziman bê terikandin. Tabî civaka me û gelê Kurd gelekî polîtîk e. Êşa xwe û ji dîroka vir de baş dizane ku siyaseta dagirkeriyê ye sedem. Parçebûna Kurdistanê û gelê me li çar parçeyan. Her parçeyek weke xençerek di sînga wan de û her malbat û eşîrek hatine parçekirin. Serxet, binxet nizanim filan çiya û filan dol. Gelê Kurd li dinyê mêze dike, yekîtiya Amerîka, Afrîka, Ereban, Ewropa û Rûsya heye. Herî zêde yê hewcedariya wan bi yekitiyê heye gelê Kurd e. Gel vê dizane û dizane ku li hemberî siyaseta dagirker eger encam neyê girtin yek sedem ev e. Yanî gelê Kurd yekîtiya xwe bi rêxistin nekiriye. Ew pêşmergeyên çûne Qendîle, bangawaziya wan û helwesta wan tiştekî pîroz û bi rûmet e. Bi vê wesîleyê wan silav dikim. Pêwîst e civaka me jî wisa be. Esas her kî be, filan partî û filan kes na. Her kîjan partî û kes bi helwest û axaftin, bi emel û pratîka xwe xizmeta yekîtiya gelê Kurd nake, berjewendiyên şexsî, partî û malbatî difikire li gorî min pêwîst e gelê Kurd dengê xwe bilind bike li hemberî wan û xwedî helwest be. Yanî ti rêxistinên Kurd, ti kesên li ser siyaseta Kurd diaxive ti kes, ne bê tirs be. Bizanibe ku şaşîtiyekê bike, ji bo mafên gelê Kurd tiştekî ne pêwîst bike gel dengê xwe bilind bike û heta jê hesab bixwaze. Yanî ew îradeya gel a demokratîk lazim e li ser hemû partiyan bandora vê dîtin. Ji bo vê pir muhîm e. Bi rastî îro jî mirov mêze dike aqilê civakê muhîm e. Ew pêşmerge ne, di wextê de şer kirine, belkî li kêleka wan bi sedan hevalên wan şehîd ketine, birîndar bûne û heta îro ji tecrûbeya xwe dibêjin ku şerê navxweyî bidin aliyekî, yekîtiya xwe xurt bikin, zimanê aştî û zimanê hevgirtin û rêxistinî pêş bixin. Pêwîst e mirov rêz diyar bike, kî li hemberî wê tiştekî bêje ne rast e. Pêvajo û dîrokê her kes xwe berpirsyar bibîne. Heqeten mirov teng bifikire, yek caran hinek kes ew mexfûra bin lingê mirov dikişîne jî. Pêwîstiya her parçeyekî Kurdistanê bi parçeyekî din heye. Pêwîstiya her rêxistinek Kurd bi ya din heye. Dibe ku bi her awayê ne wekhev bin, lê tiştên hevbeş û wekhev bidin pêş û bi rêxistin bikin. Pêwîstî ev e û bangawaziya pêşmergeyan jî wateyek wisa ez didimê. Lê siyaset weke li ser hêzên derveyî Kurdistanê û hele yên dagirker xwe rêxistin kirin, hêz girtin li gorî wê axaftin û siyaset diyarkirin tiştekî xeter e û bi kesekî tiştekî nade qezenckirin.

DAXUYANIYÊN JI BO YEKÎTİYA NETEWEYÎ TÊRÊ NAKIN

Banga KCK’ê ji bo yekîtiya neteweyî hebû. Li ser vî esasî ji gelek saziyan, partiyan, rêxistinên Kurd, gel û rewşênbîran ji bo vê daxuyanî dan. Hûn van daxuyaniyên ji bo banga yekîtiya neteweyî tên kirin çawa dibînin, têr dibînin?

Helwest û daxuyanî baş in û girîng in. Lê têrê nake, lazim e hîn xurt û rêxistinî û her kes xwe berpirsyar bibîne û roleke erênî bilîze. Rêxistinên heyî ku hevûdu fêm dikin û hevûdu temam dikin bên cem hev û îradeyek hevbeş diyar bikin. Bandoreke pozîtîf li ser yên din bikin, yên din jî pêwîst bibîne ku rewşa xwe di ber çavan re derbas bike, yan jî xizmeta yekîtiya neteweyî û gelê Kurd bike. Ew helwest û daxuyaniyên heta niha hatine dayîn ji bo yekîtiya neteweyî muhîm e, lê pêwîste hîn zêdetir bibe. Yanî hemû partî, rêxistin û heta hinek kesayet, ol û çand xizmeta vê bikin. Xwedî helwest bin, bangawaziya wan ji partî û rêxistinan re hebe. Yanî rojeva gelê Kurd li ser vî esasî diyar bikin û bi vî rengî bibin bersiva ev pêvajoya em tê de ya dîrokî. Bangawaziya KCK’ê pir muhîm e. Esas KCK her tim xwediyê vê bangawaziyê bû weke yekîtiya neteweyî. Cuda cuda sedem hebûn yek caran hewldan hebû, gavên muhîm dihatin avêtin dîsa bi hin sedeman ev gav weke tê xwestin encan nedigirtin. Lê kedek bû, tecrûbeyek bû. Ev hemû kedên heta niha hatiye dayîn û tecrûbeya heyî encam jê derxe û bi rastî hewl bide û israr bike ev kongreya neteweyî pêş bixîne.

ÇARESERIYA KU TIRKIYE TÊ DE BE ENCAM JÊ NAYÊ GIRTIN

Yek jî ji bo çareseriya pirsgirêkên li Sûriyê gelek li qadên navneteweyî civîn tên lidarxistin. Destpêkê civînên Cinêwê hatin lidarxisin, niha jî civînên li Astanayê bê çêkirin. Beriya ku civînên li Astanayê pêk bê, hinek hêzên Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) got ku Îran êrîşên xwe ranewestîne tevlî hevdîtinan nabin. Di van civînên ku li ser pirsgirêkên Sûriyê pêk tên çima encamek jê dernakeve, sedemên ku ji hevdîtina encam neyê girtin çi ye?

Mirov dişopîne rewşa Sûriyê, Rojava û giştî Rojhilata Navîn. Heqîqet muhîm e, li ser mafên gel, hemû civakan, olan heqeten perspektîf û projeyek ji bo çareseriyê weke mayînde li ser heqîqet û edaletê hebe. Ev siyaseta ku heta niha hatiye meşandin dûrî van tiştên bi rûmet e. Teng û ji bo berjewendiyan hin dewlet û kesan hat meşandin. Em weke hereket û tevger hemû pirsgirêkên heyî bi şêwazê siyasî, demokratîk, muzakere bê çareserkirin vê destek dikin. Ya rast ev e. Lê ne rûmeta kesekî, ti civak û ol bê lîstin, ne jî mafê kesî bê xwarin. Her kes mafên xwe azadî, demokrasî bi nasname û ol her çi be bijî û li ser vî esasî siyaset û muzakere şêwazê herî rast û pêwîst e. Hewldan niha çêbûn 1,2 û 3 weke nîvçe ma û ti encam negirtin. Niha dewleta Rûsya û Tirkiyê hewl didin li ser axa Sûriyê agirbest îlan bikin û biryar girtin. Piştre li Astanayê civîn çêbikin û hewl bidin çareyek siyasî bibînin. Weke niyet baş e, lê dema mirov li rastî û realîte mêze dike. Mesele Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) weke hêmanekî vê pêvajoyê bigirin dest. Esas Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) çiqas xwedî nasname ye, di nava xwe de belav û parçeyî ye. Li Cerablûs bi xwe her roj li hev dixin, di çapemeniyê de em dibihîzin û dixwînin û car caran civak li hemberî wan xwedî helwest e û meşan pêk tînin. Yanî îradeyek di nava wan de tune weke ku li ser qedera Sûriyê xwedî rol bin. Hemû bi destê dewleta Tirkiyê hatine rêxistinkirin bi hikmê pere û bi zorê li gel hev dimînin. Her yek seriyek e, ji vir tiştek dernakeve. Dewleta Tirkiyê û Rûsya hewl didin agirbestê bi civîna Astana de mayînde bikin. Lê dema niha em mêze dikin keştiyan wan av digire. Hinek grûbên Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) helwesta Îran bi vî rengî dewam bike em ê xwe paşve bikişînin. Yê din tiştekî din dibêje, zehmetî tê dîtin. Beriya her tiştî perspektîf û projeyek çareseriyê tune. Her kes li gorî xwe, teng û ji projektura xwe mêze dike. Ev projektor jî dûrî hev in. Encam nagirin bi vî şeklî. Mesele yê herî xwedî proje û perspektîf federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê. Çima ku heta niha ew civînên ji bo çareseriyê bi şêwazekî hatiye pêkanîn, îradeya gelê Kurd li wir nehatiye qebûlkirin yan jî Kurd beşdarî wan platform û civînan nebûne. Weke Federasyona Bakurê Sûriyê îradeya xwe li wan deran diyar nekiriye. Îro jî û vir şûnde jî hate ji berê hîn pirtir em dikarin bêjin eger îradeya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê nebe ti platform û ti civîn li ser çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê ew ê nikaribe encam bigire. Hîç ne mimkûn e. Ma çend çete ew ê bikaribin hêza çareseriyê bin li ser axa Sûriyê. Yan jî dewleta a Tirkiyê rojane axa Rojava û bakurê Sûriyê bombebaran dike, her roj bi dehan sivîl jin û zarok dikuje, komkujî pêş dixîne, ma dewleta Tirkiyê ew ê çareseriyê bîne. Yê ku rûmeta mirovahiyê parastiyê li hemberî DAIŞ şer kiriye û li ser axa Sûriyê herêma herî bi ewle bakurê Sûriyê, Şoreşa Rojava, hêzên demokratîk û em bêjin hîn jî bi kurtasî îradeya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê ye. Ev îrade nebe ti kes nikare li ser Sûriyê encamekê bigire. Esas ev hatiye dîtin û qebûl dikin. Eşkere nabêjin binve binve li gorî em dizanin ji îradeya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê re helwesta xwe dibêjin ku we gavek baş avêt, gavek erênî we avêt, ew gav pêwîst bû û çareserî di vê perspektîfa we de ye. Vê dibêjin lê eşkere nabêjin. Ev jî mikurhatinek e. Nebêjin jî em dizanin ku li Rojava, gelê demokratîk bi hev re xwe rêxistinkirî, îradeya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê dizanin û ji xwe bawer dike. Ev nebe nabe. Ji bo ev ew civîna Astana çiqas encam bigire, gumanên pir zêde hene. Eger Tirkiyê tê de jixwe nîvenîv çû. Tirkiye ne hêzeke ku çareseriyê dixwaze, Tirkiyê ne îradeyek demokratîk û li ser heqîqetê ye ku her kes mafê xwe bigire weke Sûriyek nû her kes mafê xwe bijî. Tirkiye bi dîktatoriyê tê rêvebirin, aloziyên xwe û zihniyeta xwe faşîst dixwaze li Sûriyê xwe bi rêxistin bike. Pir diyar e, di vê zihniyetê de hîç çareserî derdikeve. Esas çawa îradeya Sûriyê ya demokratîk nebe nabe, faşîzma dewleta Tirkiyê hebe dîsa jî çareserî nabe. Ev weke şertên hevûdu ne. 

DI FEDERASYONA BAKURÊ SÛRIYÊ DE KEVNEPERESTÎ TINE

Di rojên dawîn ên sala 2016’an de li bajarê Rimêlan Federasyona Bakurê Sûriyê civîna xwe ya duyemîn li dar xist û di vê civînê de navê Rojava ji federasyonê derxist. Beranberî vê hin nerazîbûnên rêxistinên Kurdan çêbûn? Di federasyonê de hebûna navê Rojava yan jî nebûna navê Rojava bandoreke çawa li ser siyasetê dike? Her wiha hûn ew civîna duyemîn ya federasyonê dinirxînin?

Em jî di ser ragihandinê dişopînin û dixwazin fêm bikin. Hêzên demokratîk ên Rojava xwedî îdia ne ku perspektîfa neteweya demokratîk pêş bixin û bi rêxistin bikin. Ya rast jî li gorî me ev e. Li ser federasyonan xwe bi rêxistinkirî weke Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê. Bala xwe bidinê di vir de kevneperestî tune. Hevûdu qebûlkirin, ji hev razî, yek îrade û demokratîk heye. Yanî etnîk tune, herêm heye. Herêma Bakurê Sûriyê. Li vê herêmê kîjan civak, çand weke Kurd, Ereb, Asûrî, Suryan, Tirkmen, Ermen, Çerkez, Çeçen kî heye bi hev re weke Federasyona Demokratîk bijîn. Rastî ev e û wisa ew ê bê jiyîn. Wê demê li gorî wê jiyîn rast e. Rojava dîsa heye, weke di nava federasyonê de herêmek e tabî. Weke Reqa herêmek e. Lê navê federasyonê tabî ku weke herêma giştî be hîn rast e. Hîn jî li gorî paradîgmaya neteweya demokratîk e. Yanî li gorî me tiştekî baş kirine, gaveke pêwîst avêtine. Heta destpêk wisa bûya hîn baştir bû, lê sererastkirin jî baş e. Li gorî em çapemeniya navneteweyî û herêmê dişopînin, nerazîbûn jî erênî ne. Ne şoreş ne jî îradeya bakurê Sûriyê ne bi navê Kurdan, yan jî bi nasnameya Ereb, Asûrî-Suriyan na, bi giştî bê naskirin. Weke herêmek demokratîk îrade wisa bê naskirin, wisa nav lê bê kirin, lê di heman demê de her kes xwe di bin wî navî de bibîne. Ya herî bi rûmet ya demokratîk ev e. Mirov hîn jî berfireh bigire, Sûriya nû ya demokratîk. Hinek kesan eger bertek nîşan dabe, belkî hinekî xwe weke populîst dibînin, dibe ku çend kesan tiştek gotibe. Bê wate ye û bê berpirsyarî ye yan jî weke we got ya hinek kesên Kurd bertek nîşan didin. Mirov ji wan bipirsin ji destpêkê ji şoreşa Rojava heta roja îro rola wan kesên ku nerazîbûn nîşan daye çi ye? Eger neteweperestiya Kurd bi wan re heye, ji bo vê bi xwe te çi kir? Hema diaxivin hinek kes. Ez nabêjim weke hinek Kurd jî çend kesên ku bê berpirsyar, eger wisa axivîbin. Heqeten dibe ku hinek kesan ev mesele fêm nekiribin û bawer nekiribin jî, ev jî tê fêmkirin. Weke qalibekî her kes di heman demê de fêm nekiribe. Lê mirov jê bawer bike, ya rast ev e. Ev paradîgma ji bo hemû civakan û yên li ser axa Sûriyê bi hev re ew ê bibe sedem ku demokratîk bijîn. Ev jî têkoşînek e. Li gorî me ev gaveke girîng e. Dereng be jî gaveke di cih de ye. Encamên vê jî ji niha ve tê dîtin. Mesele dewleta Tirkiyê nerazîbûn nîşan da, got berê digotin Rojava, niha berfireh kirine dibêjin bakurê Sûriyê. Nerazîbûn û tirsa xwe anî ziman. Berovajî mirov bigire dest û hundirê wê demokratîk bike, dêmek ku gaveke di cih de ye. Herêmek hîn demokratîk, berfireh û navekî hevbeş. Li gorî paradîgmaya neteweya demokratîk jî ya rast ev e. 

TIRKIYE LI SÛRIYÊ KETIYE NAVA ÇIRAVÊ NIKARE JÊ DERKEVE

Li ser Sûriyê her tim guhertin zû çêdibin, denge tên guhertin. Tê gotin ku Tirkiyê ji bo karibe Babê bigire, Heleb firot. Tirkiyê dixwaze bikeve Babê lê nikare bikeve, Tirkiye ew ê karibe Babê dagir bike, şert û mercên vê hene?

Mehek berê jî we pirsek wisa kiribû, me gotibû ew ê ne hêsan be. Ez nabêjim îlehî na, lê hat dîtin ku ne hêsan e. Erdogan di wextê de ji bo Kobanê çi gotibû, ket û ket. Lê Kobanê neket, li ber xwe da. Ez ê nebêjim DAIŞ li Babê wisa li ber xwe daye, ew ê nekeve. Erdogan 15-20 roj beriya vê got Bab hat çareserkirin. Lê nebû. Ne hêsan e. Dewleta Tirkiyê ew çete dan pêş, nikarin şer bikin. Bi hikmê pere kî dikare şer bike. DAIŞ zihniyetek dermirovîn e, lê li gorî wan motîvasyonek heye, bawer dikin, diçin xwe diteqînin, şer dikin, li ber xwe didin. Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) nikare li ber xwe bide, bi çi baweriyê ew ê li ber xwe bide. Bi çi armancê li ber xwe bide. Bi hikmê pere çete ne. Tirkiyê mecbûr ma bi artêşa xwe hereket kir. Lê artêş jî nikare encamê bigire, lê dîwêr dikeve û paşve dizivire. Rûsan hinek destek da. Tirkiye her roj daxuyanî dide Amerîka çima bi me re nebû alîkar. Em tenê hiştin li Babê. Ketiye nava çiravekê nikare jê derkeve. Lê encam tabî ku mesela Rûs pê re destek e, rejîm bêdeng e. Zû yan jî dereng dibe ku li ser Babê encamê jî bigire. Ez nabêjim îlehî ew ê nikaribe bigire. Lê bedelê wê ji bo civaka Tirkiyê pir giran e. Pir guneh e ku beriya vê 40 cenaze şandin Tirkiyê. Çima nabêjin ji bo çi? Çima malbatên wan, civaka Tirkiyê, kesên rewşenbîr, xwe berpirsyar ji xwe, dewleta Tirkiyê û AKP’ê hesab naxwazin. Ew kesana çima tên kuştin. Di wextê de ji bo Yemen û Koreyê digotin ya, îro eynî çîrok û zihniyet belkî di hîn herêmek teng de xwe dubare dike. Bedelê wê pir giran be ji bo Tirkiyê. Çi derfet û îmkanên wan hene bi kar tînin, lê nikarin li Babê encamê bigirin. Hesabê wan ev e, li pêşiya şoreşa Rojava bigirin. Yanî kantona Efrîn û Kobanê nebin yek. Hesab ev e, esas. Ji vir û şûnde ew ê çiqas mayînde bin, bikaribin bikevin Babê. Ew jî têkoşînek e û pirseke cuda ye. Mirov dikare vê bêje ti kes ew ê heta dawîn hebûna dagirkeriya Tirkiyê li ser axa Sûriyê qebûl neke. Ne rewa ye beriya her tiştî. Ji bo vê çiravek e ji bo dewleta Tirkiyê. Ka fatûreya wê hîn dê çi be? Bab jî weke me got dibe ku bikeve jî, lê fatûreya wê pir giran e. Sedema Tirkiyê ew e ku îradeya gelê Kurd çawa bişkîne, azadî û statuya gelê Kurd taybet weke Federasyona Bakurê Sûriyê vala derxin hesab ev e. Lê ew ê nikaribin. Gelê li ser axa bakurê Sûriyê dijîn bi sedsalan li wir in, xwedî perwerde, rêxistin û pergal in. Xwedî hêzên xwe parastinê ne. Ew ê bikaribin li ber xwe bidin, ew ê bikaribin sîstema xwe biparêzin. Yên ne mayînde dewleta Tirkiyê ne, lê yên ku fatûreya herî giran jî dide dewleta Tirkiyê ye.