Tûncel: Hewesa desthilatdariyê wê di ber de bimîne
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Tûncel a dîl hatiye girtin got, "Hûn ê hewesa desthilatdariyê di ber de bihêlin û rê nedin faşîzmê."
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Tûncel a dîl hatiye girtin got, "Hûn ê hewesa desthilatdariyê di ber de bihêlin û rê nedin faşîzmê."
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel ku 61 roj in li Girtîgah Tîpa F Hejmara 9. a Sîlîvrî girtî ye, nameyek şand.
Nameya Tûncel bi vî rengî ye:
"Di van rojên destpêkê yên sala nû de, sersalê li hemû dost û hevrêyan pîroz dikim. Tevî pirsgirêk û kêmasiyên ji sala 2016'an mayî, ez bawerim wê sala 2017'an ji bo gelên me, jin û têkoşerên azadiyê bibe saleke baştir. Sala nû li her kesî pîroz dikim.
Li dijî hêzên ku ji bo desthilatdariya xwe şer û koledariyê ferz dikin, israr û parastina aştî, azadî, demokrasî û edaletê, têkoşîna di vê oxirê de wê rê li ber serketinê veke. Em bi vê bawer in. Serdest ji me re dibêjin 'hûn ê ti carî bi ser nekevin' û ji bo hêviya me bişikînin dek û dolaban digerînin. Divê em jî ji wan re vê bêjin; hûn ê ti carî û ti carî bi ser nekevin. Ji ber ku azadî û hêvî ji bo me heweseke demkî nîne. Ew wateya jiyanê ye. Ji bo bidestxistina jiyanê em ê hêviya xwe roj bi roj bi coş mezin bikin û em ê bi ser bikevin.
Li dijî zîhniyeta ku Tirkiye kiriye girtîgeheke servekirî, ji bilî rûxandina dîwaran, qetandina zincîran û têkoşînê rê û şensekî me yê din nîne. Ez bawerim , hûn ê di vê demê de piştgiriyê xurt bikin, hê bêhtir li hev bicivin û hewesa desthilatdariyê di ber de bihêlin û rê nedin faşîzmê. Silavên xwe ji we hemûyan re dişînim. Li hundir li derve, li dersê, li nava zeviyan, li febrîqeyan li ku dibin bila bibin, em ê hêviya xwe mezin bikin û demokrasî, azadî û aştiya rasteqîn mayînde bikin."