Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, dirêjkirina dema Rewşa Awarte bi 3 mehên din, ji ANF'ê re nirxand.
Turkdogan diyar kir, Rewşa Awarte rejîmeke antî demokratîk e û anî ziman, ji nû ve dirêjkirina dema Rewşa Awarte nîşan dide, ku rejîma zordar wê bidome.
Turkdogan da xuyakirin, rejîma serokatiyê ya fiîlî bi qebûlnekirina encamên hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an ketiye dewrê û ragihand, Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî bi helwesta xwe ya piştî hilibjartinê, ev pêvajo dane destpêkirin.
Turkdogan anî ziman, koalîsyona veşartî ya AKP-MHP'ê di wê demê de ava bûye û destnîşan kir, vê koalîsyona veşartî Tirkiye xistiye nava şer û rejîmeke zordar.
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê ahengiya AKP û MHP'ê ya li ser guhertina Destûra Bingehîn û mijara rejîma serokatiyê bibîr xist û bal kişand ser encamên giran ên vê koalîsyonê ku îro rû da ye.
Turkdogan got, dirêjkirina dema Rewşa Awarte wê mexdûriyetan zêdetir bike û got, "Hikûmeta ku xwendekarê/a dirûşme diqîre tespît dike û digire, çawa pêkane ku nikare pêşî li çalakiyên şîdetê bigire."
Turkdogan şêweyê girtina biryara dirêjkirina dema Rewşa Awarte bibîr xist û got, "Mîna ku Civîna Ewlekariya Milî (MGK) hatiye lidarxistin, nîşan dan û bi vî rengî dema Rewşa Awarte dirêj kir." Turkdogan, ev yek weke mînakek ji rêveberiya kêfî ya AKP'ê nîşan da.
'BI MEJIYÊ SALÊN 1930'Î, TIRKIYEYA SALA 2017'AN NAYÊ BIRÊVEBIRIN'
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan da xuyakirin, ku yên ji wan heye dikarin Tirkiyeyê timî bi rejîmeke zordar bi rê ve bibin, xwe dixapînin û destnîşan kir, civak wê li cihekî êdî li ber vê yekê rabe. Turkdogan got, "Desthilatdariyê ji bîr kiriye ku ketiye sala 2017'an. Jê heye ku hê li Tirkiyeya salên 1930'î de ye." Turkdogan anî ziman, nepêkane ku mîna aslên 1930'î welat bi serdestiya partiyekê were rêvebirin û got, "Bi mejiyê salên 1930'î re Tirkiyeya sala 2017'an nayê rêvebirin."
Turkdogan işaret bi gotin û helwestên nefretê jî kir û diyar kir, heta şer û şîdet neqede ev gotinên nefretê jî naqedin.
'DIVÊ TIRKIYE BERIYA HER TIŞTÎ DI NAVA XWE DE AŞTIYÊ PÊK BÎNE'
Turkdogan ji bo çareseriya vê krîz û kaosê işaret bi girîngiya aştiya navxweyî kir û got, "Heta ku li Tirkiyeyê aştiya navxweyî pêk neyê, derketina ji nava krîz û kaosê nepêkan e. Ji ber vê yekê divê Tirkiye li dema beriya 28'ê Sibata 2015'an vegere û xwedî li deklarasyona li Dolmabahçeyê derkeve."
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan bibîr xist, ku meseleya Kurd meseleya bingehîn a Tirkiyeyê ye û heta ev mesele neyê çareserkirin, ti pirsgirêkên din çareser nabin. Jİ bo çareseriyê jî Turkdogan destnîşan kir, ku divê maseya muzakereyê ji nû ve were danîn.