KONGRA-GEL: Em ê nehêlin qetlîama Parîsê bê nixumandin

KONGRA-GEL, ji bo meş û mîtînga ku wê bi boneya salvegera Qetlîama Parîsê ya 9’ê Çileyê li Parîsê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir û got, “Em ê nehêlin qetlîama Parîsê bê nixumandin.”

Hevserokatiya KONGRA-GEL, bi boneya qetlîama 9’ê Çileyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KONGRA-GEL de wiha hat gotin, “Di 4’emîn salvegera Qetlîama Parîsê de, em 3 şoreşgerên jinên Kurd ên şehîd hevrê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi rêzdarî bi bîr tînin. Em diyar dikin ku heta qatilên rast bên dîtin û darizandin, em ê şopdarên vê dozê bin, em ê ti carî firsendê nedin ku ev doz di nav berjewendiyên hikûmetan de bibe qurban.”

KONGRA-GEL, bi bîr xist ku tevî 4 sal di ser qetlîamê re derbas jî bûye, îfadeya kujer nehatiye girtin, ji bo bê kuştin doz hatiye dirêjkirin û hewl hatiye dayîn ku bingehek ji bo betalkirina dozê bê afirandin û meqamên Fransî protesto kir.

Di berdewama daxuyaniya KONGRA-GEL de ev hatin gotin:

“Tevî ewqas delîl û belge derketine holê û dibêjin ku ev qetlîam ji hêla Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî ya Tirk (MÎT) hatiye plankirin û bi dest sîxurên girêdayî wê înfaz pêk hatine jî, dadgeha Parîsê ji bo rastî derkeve holê ti pêşketinên şênber bi dest nanîne.

YÊN DIBÊJIN WÊ QETLÎAM NIXUMANDÎ BIMÎNE XWE DIXAPÎNIN

Eşkere tê dîtin ku di çarçoveya berjewendiyên mabeyna hikûmetan de tê xwestin ku rastiya têkîldarî qetilkirina 3 jinên Kurd ên şoreşger nixumandî bê hiştin. Li Fransayê, heta roja me ya îro jî her li ser cinayetên siyasî yên mîna vê hatine girtin. Dewleta Tirk bi destên çeteyên girêdayî wê heta niha li welatên Ewropayê gelek cinayet pêk anîne û her tim li ser van cinayetan nixumandiye. Di çarçoveya têkîliyên tarî yên mabeyna dewletan de ev qetlîam di tarîtiyê de hatine hiştin.

Yên difikirin ku wê qetlîama Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an di tarîtiyê de bihêlin, xwe dixapînin. Ji ber ku Têkoşînek Azadiyê Jinê ya mezin şopdarê vê doza 3 şoreşgerên jinên Kurd e. Û tevgerên jinên azad ên cîhanê jî li dor 3 jinên Kurd ên şoreşger Sakîne, Rojbîn û Ronahî piştevaniyek berfireh dikin. Û, têkoşîna gelê Kurdistanê ya egît û dostên wê yên cîhanê heye.

EM Ê NEHÊLIN DOZA QETLÎAMA PARÎSÊ BÊ BETALKIRIN     

Doza Sakîne, Rojbîn û Ronahî tenê bi qetlîama 3 jinan re ne sînordar e. Têkîliyên tarî yên mabeyna dewletan ku li dor pirsgirêka Kurd a sed salan çêbûne, di roja me de bi doza Parîsê xwe didomîne. Lê, em ê nehêlin ev tarîtî wiha dewam bike.

Ast û hevsengiyên hêza ku Têkoşîna Azadiyê ya bi pêşengiya jinê mohra xwe li sedsala 21’emîn daye, wê van têkîliyên tarî yên kirine qedera gelê Kurd ji holê rabike. Ji bo vê jî ronîkirina vê tarîtiya doza Parîsê gelekî girîng e. Ev tenê bi doza Parîsê re ne sînordar e, wê rastiya Kurd a tê xwestin di tarîtiyê de bê hiştin jî ronî bike.

DIVÊ HER KES TEVLÎ MEŞA PARÎSÊ BIBE

Ji ber vê jî di serî de jin û ciwan em bang li her kesî dikin ku 7’ê Çileyê bi awayekî xurt tevlî meş û mîtînga li Parîsê ku wê ji bo hevrêyên me Sakîne, Rojbîn û Ronahî bên lidarxistin, bibin. Tevlîbûna xurt wê bibe peyam ku em ê nehêlin doz bê nixumandin. Ji bo encama tê xwestin bi dest were, divê her kes xwe berpirsiyar bibîne û bi hevalên xwe re tevlî meş û mîtînga Parîsê bibin.”