Ji wekilên li Sîlîvriyê û Hevşaredarê Wanê Kaya peyam
Parêzeran bi siyasetmedar û rojnamevanên girtî yên li Girtîgeha Sîlîvriyê re hevdîtin kirin û peyamên wan parvekirin.
Parêzeran bi siyasetmedar û rojnamevanên girtî yên li Girtîgeha Sîlîvriyê re hevdîtin kirin û peyamên wan parvekirin.
Parêzerên ku Girtîgeha Sîlîvriyê ziyaret kirin, bi parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê, hevşaredar û nivîskarên Rojnameya Cûmûryetê re hevdîtin kirin. Parêzeran diyar kirin ku nivîskarên Rojnameya Cûmhûryetê di hucreyên 2-3 kesî de tên ragirtin.
Parêzeran destnîşan kir ku li Sîlîvriyê ji ber tecrîdê di dema bêhnstandinê de kesek diçe, mafê wan ê gotûbêj kirin nîne, di odeyên wan de televîzyon nîne, rojnameyan digirin lê ji der ve girtina pirtûkan qedexeye, dema ku bixwazin pirtûk ji pirtûkxaneyê bigirin di vê bi lîsteyekê daxwaz bikin. Parêzeran bi bîr xist ku Parlementera HDP'ê Nûrsel Aydogan nexweşiya aort anevrîzmayê heye û hatiye wê rewşê ku divê bê emelyatkirin, divê di nava 6 mehan de bi rêkûpêk bê dermankirin û di bin kontrola dixtoran de be.
PEYAMA WEKÎLAN Û HEVSEROK KAYA
Parêzeran, peyama wekîlên HDP'ê bi vî awayî parve kirin:
Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak wiha got: “Me beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê di nava gelan de rûhê hevdîtinan bidest xistibû. Di 7’ê Hezîranê de hêza me ya guhertinê derket holê. Hemû civakê dît ku em dikarin biguherin... ev hêza me heye. Divê pêşengî ji vê re bê kirin. Moralê me başe, em li benda derketina dervene. Di şoreşgeran de hêvî naqede. Asta entellektuel a niha ya Sîlîvriyê dikare TBMM’yê deh caran ji berîka xwe derxîne.”
Peyama Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan wiha ye: “Ev çerx demek dirêj wiha berdewam nake. Dewletên herêmê yên li ser tekperestiyê tevdigerin rewşa wan diyare. Iraq, Sûrye û Lubnan li holê ne. Ger bizivirin yek ol, yek mezhep û yek gelî nikarin vê rêveberiyê bi domînin. Dijminê yekperestiyê dibin gelek. Em ê derbikevin û carekdin vana bibêjin.”
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya jî ev peyam şand: “Beriya pêvajoya binçavkirinên li Wanê gelek kesan got ji welat derkeve. Ez naçim. An em ê bikevin bin axê yan jî em ê li ser bijîn. Lê ti caran ne hizirîm ku ji welat biçim. Rewşa welat çibe em jî ew in. Ez bawer dikim ku wê ev êş bi dawî bibin.”