Gelek nûçegihan hatin binçavkirin

Li Enqereyê, polîsan danê sibehê avêtin ser malan û gelek nûçegihan kirin binê çavan.

Li Enqereyê bi hinceta "gilî li we hatiye kirin" polîsan danê sibehê avêtin ser malên nûçegihanan. Malên edîtora JINNEWS'ê Sîbel Yukler, nûçegihanên wê Dûygû Erol û Habîbe Eren, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Dîren Yûrtsever û Selman Guzelyuz jî di nav de polîsan avêtin ser gelek malan.

Rojnamevanên ku piştî lêgerîna li malên xwe hatin binçavkirin, piştî kontrola tenduristiyê tê gotin ku wê bibin TEM A Enqereyê.

Duh jî polîsan li Stenbolê avêtibûn ser malên nûçegihanên ETHA'yê, gelek binçav kiribûn û qertên wan ên çapemeniyê şewitandibûn.