'Çeteyên DAIŞ'ê yên li Sûriyeyê têk çûn, xwe li Tirkiyeyê girtin'

Navenda Mafên Mirovan a Sûriyeyê ji malpera xwe ya înternetê ragihand, ku hin serçeteyên DAIŞ'ê yên biyanî, piştî têkçûna li Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bûne.

Navenda Mafên Mirovan a Sûriyeyê ev nûçeya xwe spart agahiyên ji çavkaniyên taybet û diyar kir, ku bi belgeyan hatiye piştrast kirin ku çeteyên DAIŞ'ê derbasî nava Tirkiyeyê bûne. Di nûçeyê de hat ragihandin, ku çeteyên DAIŞ'ê ji wîlayetên Dêra Zor û Reqayê çûne 'herêma Mertala Firatê' a li bakur û rojhilatê Helebê û ji wir derbasî Tirkiyeyê bûne.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir, ku serçeteyan di berdêla dayina 20-30 hezar Lîreyê Sûriyeyê ji aliyê Hûms, Dêra Zor û Reqayê derbasî 'herêma Mertala Firatê' bûne.