Pekoz: Ti rola Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn nemaye

Pisporê Rojhilata Navîn Mûstafa Pekoz destnîşan kir, ku destketiyên Kurdan ên li Rojhilata Navîn mayinde ne û got, bandoreke cidî ya AKP'ê li Rojhilata Navîn nemaye.

Pisporê Rojhilata Navîn, Rojnamevanê Lêkolînker û Nivîskar Mûstafa Pekoz, bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin û gavên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê ji ANF'ê re nirxand.

'TIRKIYE LI ÎDLIBÊ TENÊ FÎGÛRAN E'

Pekoz diyar kir, Enqere ku polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê bi temamî têk çû, di iyarkirina hevsengiya hêzan de xwedî bandoreke cidî nîne û got, "Di hevdîtinên Astanayê de hêza diyarker Rûsya û Îran e. Tirkiye tenê bi rola fîgûraniyê radibe. Divê ev yek bi rengekî vekirî bê destnîşankirin. Moskowayê di şerê Îdlibê de roleke gelekî kêm daye Enqereyê. Berevajî texmîn û baweriya raya giştî ya Tirk, ti wezîfeyeke Tirkiyeyê ya stratejîk a ji bo kontrolkirina navend û derdora Îdlibê nîne. Ne pêkane ku yekîneyên Tirk bi rengekî demdirêj li herêma Îdlibê bimînin. Wê destûr ji rewşeke bi vî rengî re neyê dayin. Berpirsyariya ku di şerê Îdlibê de pê rabe, dernakeve sînorên ku Moskowayê destnîşan kiriye. Di operasyona Îdlibê de ku Pûtîn sînorê wê bi zelalî diyar kiriye, Enqere bi wezîfeyeke kêm radibe."

'PÛTÎN POLÎTÎKAYÊN MOSKOWAYÊ BI ERDOGAN DA QEBÛLKIRIN'

Nivîskar Mûstafa Pekoz da xuyakirin, ku yê biryarê li ser operasyona Îdlibê dide Pûtîn e û anî ziman, ku di hevdîtina bi Erdogan re Pûtîn polîtîkayên Moskowayê yên li ser Sûriyeyê bi temamî bi Erdogan daye qebûlkirin.

Pekoz wiha dewam kir: "Di vê hevdîtinê de polîtîkaya Enqereyê ya li ser Sûriyeyê bi temamî guherî û vegeriya rewşa beriya şer. Bi gotineke din, ne kirina nimêjê li mizgefta Emewî ma, ne hilweşandina rejîma Esad, ne jî piştgiriya ji bo rêxistinên Îslamî. Serokkomar qebûl kir ku rejîma Esad nas bike û ji bo têkiliya dîplomatîk ji nû ve bê danîn, pêvajoyeke nû bide destpêkirin. Her wiha mîna Helebê, wê Enqere wezîfeya kontrolkirina rêxistinên Îslamî yên çekdar bi cih bîne."

'ARMANCA SEREKE YA TIRKIYEYÊ, ÎZOLEKIRINA EFRÎNÊ YE'

Pekoz anî ziman, ku Tirkiye bi cihgirtina li nava operasyona Îdlibê re dixwaze di pêvajoyê de ji nû ve bibe xwedî însiyatîf û ev nirxandin kir: "Bi taybetî dixwaze bibe beşek ji pêvajoya hevdîtinên polîtîk a piştî Îdlibê. Ji bo pêşî li tevlîbûna QSD'ê ya li operasyona leşkerî bigire, yekîneyên xwe yên leşkerî li şûna Îdlibê ber bi herêmên hêzên YPG'ê ve bir û tevî rêxistinên Îslamî hewl da van cihan kontrol bike. Her wiha dixwaze korîdora hêzên leşkerî yên YPG'ê ya li ser sînorê Hatayê ber bi Derya Spî ve asteng bike. Di bicihkirina leşkerên wê de ev yek bi zelalî tê dîtin. Kêm jî be Enqere bi xwesteke mezin tevlî operasyonê bû. Sedema herî girîng a vê yekê jî îzolekirin Efrînê ji aliyê Kîlîs-Hatay-El Bab-Îdlibê ye. Ji bo vê bi ser bixîne jî, qebûl kir ku di ser Moskowayê re li gel Şamê tevbigere û herêma El Babê jî piştî şerê Îdlibê radestî artêşa Esad bike."

'ENQERE JI BO TEVLÎBÛNA QSD'Ê YA LI OPERASYONA ÎDLIBÊ BIGIRE, BI RÊXISTINÊN ÎSLAMÎ RE TÊKILIYÊ DATÎNE'

Di dewama axaftina xwe de Pekoz bal kişand ser têkiliyên dewleta Tirk bi rêxistinên Îslamî yên li herêmê re û got, "Desthilatdariya li Enqereyê, dema ku bi rêxistinên Îslamî re têkiliyê datîne, armanca xwe rizgarkirina Îdlibê nîne. Armanca xwe ya esasî ew e, ku pêşî li tevlîbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk li operasyona Îdlibê bigire. Ya girîng ne ew e ku bi kîjan rêxistina Îslamî ya radîkal re li hev kiriye. Ya girîng, armanca xwe ye. Hemû rêxistinên navborî, di êrîşên dijî Kurdan de bi roleke aktîf rabûn. Li Serêkaniyê El Nûsra, li Kobanê DAIŞ, li Helebê Ahrar uş Şam û El Nûsra, dema ku li hemberî Kurdan û Elewiyan komkujî dikirin, desthilatdariya li Enqereyê ji bo van rêxistinan digot, 'zarokên hêrsbûyî'. Ji ber vê yekê, tifaqeke Tirkiyeyê li Îdlibê bi El Nûsra û Ahrar uş Şam re wê ne tiştekî surprîz be."

'GELEKÎ GIRÎNG E KU YPG PÊNGAVÊN STRATEJÎK BIKE Û TEVLÎ OPERASYONA ÎDLIBÊ BIBE'

Li ser roleke gengaz a Hêzên Sûriyeya Demokratîk di şerê Îdlibê de Pekoz ev nirxandin kir:

"Mirov dikarin bêjin, Reqa û Deyr ez Zor ên di kontrola DAIŞ'ê de bûn, di navbera Rûsya û DYA de hatin parvekirin. Rûsya û DYA li hev kirin ku hêzên Esad Deyr ez Zor, Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî Reqayê kontrol bikin. Têkiliya Rûsyayê ya bi PYD'ê re, di heman demê de di avakirina hevsengiyekê di navbera rejîma Esad û hêzên Kurd de jî roleke girîng lîst. Rûsyayê bi rengekî neyekser, herêmên di kontrola PYD'ê de parast. Mînak, hêza sereke ya ku pêşî li êrîşa Enqereyê ya li ser Efrînê girt, Rûsya ye. Xelekeke girîng a operasyona Îdlibê ya Moskowayê, tevlîkirina hêza leşkerî ya YPG'ê bû. Pêngava Hêzên Sûriyeya Demokratîk a ber bi navenda bajarê Deyr ez Zorê û şerê bi Esad-Rûsya re li herêmê, kir ku Moskowa ji hin aliyan ve operasyona Îdlibê biguherîne. Pûtîn di serdana dawî ya Enqereyê de, erê kir ku kêm jî be yekîneyên artêşa Tirk tevlî operasyona Îdlibê bibin. Eşkere ye ku ev rewş bi kêrî YPG'ê nayê û Enqere dixwaze vê pêvajoyê veguherîne pêngaveke ji bo dorpêçkirina Efrînê. Gelekî girîng û pêwîste ku YPG pêngavên stratejîk bike û tevlî operasyona Îdlibê bibe. Ji bo vê jî girîng e bi hêzên Rûsyayê yên li Sûriyeyê re yan jî bi Moskowayê re têkiliyê deyne û pirsgirêkan çareser bike. Her wiha pêvajoya piştî Îdlibê wê hevdîtinên polîtîk ên li ser paşeroja Sûriyeyê bin. Lewma çareserkirina pirsgirêkên bi Moskowayê re gelekî girîng e."

'DI DÎZAYNKIRINA PAŞEROJA HERÊMÊ E TI ROLA DESTHILATDARIYA AKP'Ê NEMAYE'

Rojnamevan, nivîskar Mûstafa Pekoz diyar kir, ku di hevsengiya polîtîk a Rojhilata Navîn de ti stratejiya Enqereyê bi ser neket û wiha dewam kir: "Hemû xetên sor ên Enqereyê ji holê rabûn. Di dîzaynkirina paşeroja Rojhilata Navîn de rola desthilatdariya AKP'ê hema bêjin qet nema. Ji ber vê yekê, bi refleksên ji nişka ve hewl dide têkiliyên polîtîk deyne. Di destpêkê de bi stratejiyeke li dora polîtîkaya Sûnî Îslamê xwest bibe lîderê cîhana Îslama Sûnî. Ji ber vê yekê di şerê Sûriyeyê de polîtîkayeke nêzî Qatar û Erebîstana Siûdî meşand. Her wiha ji bo belavkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê, stratejiyeke hevpar a leşkerî afirandin. Bi awayekî vekirî bû hevrikê Îranê û ji bo Îran tevlî şerê Sûriyeyê nebe, bi hemû derfetên xwe kete nava liv û tevgerê. Piştî ku Qatar û Erebîstana Siûdî bi hev ketin, bandora wê ya li ser welatên kendavê gelekî kêm bû. Dema ku aliyê Qatarê girt, têkiliya polîtîk a bi qraliyeta wabahî ya Siûdî bi piranî qut bû.

'ENQERE JI ALIYÊ DEWLETÊN HERÊMÊ VE CIDÎ NAYÊ DÎTIN'

Ji ber referandûma li Başûrê Kurdistanê, vê carê bi Tehrana ku bi belavkirina Şîatiyê tewanbar dikir, xwest polîtîkayeke hevpar biafirîne. Hewl da bike ku Tehran êrîşî hêzên Kurd bike. Tevî ku hewl da li dijî Kurdan xeta Enqere-Tehranê ava bike, bi ser neket. Rêveberên Îranê timî dibêjin, ku ew ji desthilatdariya AKP'ê bawer nakin. Ji ber ku nikare der barê Îran û Erebîstana Siûdî de polîtîkayeke stratejîk ava bike, Enqere ji aliyê dewletên herêmê ve cidî nayê dîtin."

'DESTKETIYÊN KURDAN MAYINDE NE Û ÊDÎ KES NIKARE VÊ BIGUHERÎNE'

Nivîskar Pekoz destnîşan kir, ku destketiyên Kurdan li Rojhilata Navîn bi dest xistine mayinde ne û êdî ti kes nikare vê rastiyê biguherîne.

Pekoz got, "Rewşa neyînî ya ku li Kerkûkê rû da, mayinde nîne, demborî ye. Hêzbûyîna herêmî ay Kurdan, wê bibe encameke ji neçarî ya têkilî û hevrikiya herêmî. Rastiya polîtîk û leşkerî ya li Iraq û Sûriyeyê derketiye holê, kes nikare biguherîne. DYA jî, Rûsya jî, biryareke polîtîk a tasfiyekirina Kurdan nagirin."

Pekoz destnîşan kir, ku di polîtîkayên hêzên global ên li ser Îranê de, rewşa stratejîk a Kurdan hê bêhtir girîng bûye û got, "Enqere nikare ji vê rastiya Kurd bireve. Şenseke xwe ya bi vî rengî nîne. Yên ku pêşketinên mezin ên polîtîk ên li herêmê nebînin, yên ku li ser windakirina Kurdan stratejiya polîtîk ava bikin, kî dibe bila bibe, wê winda bike."

Pekoz diyar kir, ku Tirkiye neçar e pirsgirêka Kurd çareser bike û rêya vê yekê jî bi rûniştina li dora maseyê ya bi nûnerên polîtîk ên Kurdan re dibe.