Li 8 bajaran ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan çalakî

Kurdistanî û dostên wan ên li gelek bajarên Fransa û Elmanya daketin qadan, bal kişandin ser ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

BERLÎN

Li paytext Berlîn a Elmanyayê li pêşiya Sefaretxaneya Tirk mîtîngeke hate lidarxistin. Di çalakiya ji aliyê NAV-Berlîn ve hate organîzekirin de, bal hate kişandina ser ewlehî û tenduristiya Ocalan.

Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” hate qîrkirin.

Di dawiya mîtînga bi qasî 2 saetan dom kir de, bang ji bo meşa mezin a sibe bê lidarxistin hate kirin. Sibe saet 15:00’an li Breîtscheîd Platzê çalakî destpê dike.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê Kurdistan û dostên wan ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan çalakiyek lidar xistin.

Di çalakiya li pêşiya Sefaretxanaya Tirk hate lidarxistin de, Kurdistaniyên li Frankfûrt, Offenbach, Hanaû, Gîessen û Maînzê tevlî bûn.

Girseya gel ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan û pankarta bi nivîsa “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” vekirin, dirûşmên “Cîhanek bê Ocalan em ê di serê we de hilweşînin” û “Bijî Serok Apo” qîr kirin.

Di axaftinên çalakiyê de hatin kirin bal kişandin ser tenduristî û ewlehiya Ocalan û diyar kirin ku divê daxuyaniyek pêbawer bê dayîn.

Çalakî bi banga tevlîbûna çalakiya ku wê sibe saet 15:00’an li BokûnhaîmeWartede bê kirin û dirûşma “Bijî Serok Apo” ve bi dawî bû.

KLEVE

Li bajarê Kleve yê Elmanyayê Kurdistaniya ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan daketin qadan.

Kurdistanî li ser banga Meclîsa Gel a Kleve ya li bajarê Kleve ya Elmanyayê, ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan çalakiyek lidar xistin. Li navenda bajarê Kleveyê mîtîngek hate lidarxistin. Li ser navê Meclîsa Gel a Kleve axaftin hate kirin. Piştî mîtînê girseyê bi dirûşmên “Artêşa Tirk ji Kurdisanê derkeve”, “Ji Ocalan re azadî” û “Kujer Erdogan” ve dest bi meşê kirin.

Çalakî bi banga ji bo tevlîbûna meşa sibe li Dusseldorfê bi dawî bû.

MONTPELLÎER

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê hevserokên NCKD jî di nav de heyetek, bi armanca balê bikişînin ser ewlehî û tenduristiya Ocalan çûn serdana saziyên çapemeniyê yên mîna La Gazette, Le Marseîllez û France Blûes Radîo, dosya pêşkêş kirin û têkildarî rewşê agahdarkirin.

RENNES

Li bajrê Rennes ê Fransayê Kurdistanî û dostên wan ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan li qadan bûn.

Kurdistan û dostên wan ên di saetên şevê de li Qada Colombîa ya li navenda bajrê Rennesê kom bû, heta Qada Rebûpîlqûeyê meşiyan. Di tevahiya meşê de girseyê panktata bi zimanê Fransî ku balê dikişîne ser ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, belavok belav kirin.

Piştî meşa têde tim dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hate qîrkirin û şûnde mîtîngek hate lidarxistin. Di axaftinên piştî deqeyek rêzgirtinê hate lidarxistin de, ji ewlehî û tenduristiya Ocalan fikar û metirsiyên cidî hene.

Di çalakiya têde peyama: “Heta ku agahiyek ji Rêberê xwe bigirîn wê çalakiyên me dewam bikin” de, şoreşa jinê ya ku li Reqayê hate kirin hate silavkirin.

 Ji bo Otobusa Pirtûkxaneya Ocalan a ku wê bê Rennesê bang li hemû Kurdistaniyên li rojavayê Fransa dijîn kir ku otobusê pêşwazî bikin.

GRAZ

Li bajarê Graz ê Avûstûryayê çalakiya kon a 3 rojan a ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro bi mîtîngekê bi dawî bû.

Li Graz bi armanca balê bikişînin ser ewlehî û tenduristya Ocalan roja Dûşemê û pêve li otubus û ekranên dijîtal û li ser ekranên mezin ên li bajrê “Ji Oclan re azadî” hatin nîşandan.

VIYANA

Li paytext Viyana ya Avûstûryayê  ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan meşek hate lidarxistin.

Kurdistaniyên li pêşiya avahiya Operayê kom bûn, ji vir heta Sefaretxaneya Tirk meşiyan. Di meşa têde dirûşmên ji bo azadiya Ocalan hatin qîrkirin de, belavok hatin belavkirin.

Li pêşiya Sefaretxaneyê jî çalakvanan dirûşma “Qatil Erdogan” qîr kirin.

Di axaftinên li pêşiya sefaretxaneyê hatin kirin de jî hatin ziman ku ewlehî û tenduristiya Ocalan ewlehî û tenduristiya gelê Kurd e. Hat desnîşankirin ku heta agahiyek ji Ocalan bigirin wê çalakiyên xwe bidomînin.