Goksûngûr: Em neçarin êdî rastiya Rêbertî ji Ewropayê re vebêjin
Hevseroka KCDK-E Goksûngûr diyar kir, ku divê ew rê û rêbazên berê yên çalakiyan bidin aliyekî û got, "Wezîfeya her Kurdê li Ewropayê ye, ku nêrînên Rêberê me ji Ewropiyan re vebêje."
Hevseroka KCDK-E Goksûngûr diyar kir, ku divê ew rê û rêbazên berê yên çalakiyan bidin aliyekî û got, "Wezîfeya her Kurdê li Ewropayê ye, ku nêrînên Rêberê me ji Ewropiyan re vebêje."
Yek ji çalakgerên "Otobusa Azadiyê", ku 9'ê Cotmehê ji bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi rê ket û wê 33 rojan li 33 bajarên Ewropayê bigere, Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksûngûr e.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Goksûngûr der barê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji me re axivî.
Goksûngûr da xuyakirin, ku wan heta niha li Ewropayê di asta tê xwestin de nekarîne nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belav bikin û got, "Di vî warî de kêmasiyên me hene. Di rewşa heyî de pêwîstî bi vê yekê heye. Piştî şoreşa li Rojava me ev daxwaz bi zelalî dît. Ev yek ji me tê xwestin. Êdî îdeolojî û paradîgmayek heye ku diyarî mirovahiyê hatiye kirin. Girseyên li ber sîstema kapîtalîst radibin, ya jî komên ku ne razî ne, piştî hilweşîna reel sosyalîzmê, yekemcar di şoreşa Rojava de paradîgmaya Rêberê me dît û hêvî bi wan re peyda bû. Êdî weke wezîfeyekê li pêşiya me ye, ku divê em ji van girse û koman re qala felsefeya Rêberê xwe bikin."
'PÊWÎSTE EM NAVEROKA DIRÛŞMA BIJÎ SEROK APO DAGIRIN'
Goksûngûr anî ziman, ku her Kurdeke/î li Ewropayê dijî, divê êdî ji Ewropiyeke/î nêzî xwe re qala felsefeya Rêbertî bike û wiha dewam kir: "Çalakiyên me êdî ne ji bo Kurdan e, ji bo dostên me ne. Pêwîste Kurd jî li gel dilsoziya bi Rêbertî re, her wiha xwe bigihînin wê astê ku bi têrkerî karibe qala felsefe û îdeolojiya Rêbertî bikin.
Divê êdî her kes zanibe, ku cîhane nû û lê dikare bê jiyîn, bi nêrînên Rêberê me pêkane. Ji xwe Şoreşa Rojava bû pratîka herî xweş û şênber a vê rastiyê. Li cihekî ku netewe û bawerî bi hev ketine, îro gel û bawerî bi rengekî wekhev û azad bi hev re dijîn. Ya ku ev afirand, felsefe û îdeolojiya Rêberê me ye. Bi rêya vê pratîkê em dikarin bi hêsanî qala Rêberê xwe bikin.
Girîng e em naveroka dirûşma 'Bijî Serok Apo' ku em li kolanên Ewropayê diqîrin, dagirin. Ev yek jî bi fêhmkirin û vegotina felsefeya Rêberê me dibe."
'YEKANE RÊYA RIZGARIYÊ, FELSEFEYA RÊBERÊ ME YE'
Goksûngûr destnîşan kir, ku afirandina baldarî û hestiyariya li Ewropayê re dixwazin ji aliyê fîzîkî ve Rêberê xwe azad bikin û wiha dewam kir: "Tecrîda ku 19 sal in li ser Rêberê me tê meşandin, êdî derbasî asteke cuda bûye. Tecrîd û sîstema Îmraliyê ne tenê pêkanîneke ji rêzê ya dewleta Tirk e, di heman demê de polîtîkayeke NATO, Gladyoya wê û hêzên navneteweyî ya li dijî Rêberê me ye.
Yekane alternatîfa li dijî sîstema wan, nêrînên Rêberê me ye. Bi rêya sîstema Îmraliyê xwestin vê tine bikin, lê bi ser neketin. Sîstema Îmraliyê, polîtÎkaya hêzên navneteweyî ya ji bo dîlgirtina lîderê gelekî ye. Bi dîlgirtinê re dixwzin pêşî li belavbûna nêrînên Rêberê me bigirin.
Rêberê me bi afirandina Şoreşa Rojava re bersiva herî mezin da vê komploya navneteweyî. Yanî nêrînên wî ku bi dîlgirtina fîzîkî xwestin asteng bikin, îro li Rojava zindî ye û di meriyetê de ye. Şoreşa Rojava nîşaneya berbiçav a pûçkirina komployê ye.
Çawa ku Rêberê me bi berxwedana xwe, polîtîkayên hêzên navneteweyî pûç kir, em jî bi belavkirina nêrînên wî li her qada Ewropayê dikarin ji aliyê fîzîkî ve wî rizgar bikin."
Goksûngûr diyar kir, ku divê ew bi xurtî ji mexdûrên kapîtalîzmê re qalê bikin ku yekane rêya rizgariya ji sîstemê, felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.