Li Kopenhag û Londrayê çalakiyên ji bo Ocalan
Li paytexta Danîmarkayê Kopenhagê û li paytexta Ingiltere li Londrayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî didomin.
Li paytexta Danîmarkayê Kopenhagê û li paytexta Ingiltere li Londrayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî didomin.
KOPENHAG.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Danîmarkayê ji Yekeşmê ve çalakî didomin.
Li kolana herî şên a Kopenhagê bi pêşengiya jinan ji bo azadiya Ocalan kon hatin danîn. Di kon de ji bo balon ê ku wêneyên Ocalan li ser hebûn dane zarokan û firandin û her wiha derbarê ewlehî û tendirustiya Ocalan belavok têne belavkirin.
Her wiha dosyayên derbarê ewlehî û tendirustiya Ocalan ku ji hêla Meclîsa Civaka Demokratîk ve hatibûn amadekirin teslîmî partiyên siyasî yên Danîmarkayê hatin kirin. Çalakî heta êvarî wê berdewam bike.
LONDRA
Li Londrayê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd, li ber Parlmentoyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo ewlehî û tendirustiya Ocalan çalakî hate kirin, hate xwestin ku ji bo ku ji Ocalan agahî werin standin, hate gotin, ‘nebin hevkarê sûc’.
Di çalakiyê de hate gotin ,’’Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime’, ‘Ji Ocalan re azadî’, ‘PKK gel e, gel li vir ‘, ‘Duh Hîtler îro Erdogan’, ‘Duh Mandela îro Ocalan’’
Bang hate kirin ku tevlî Festîvala Huseyîn Çelebî bini. Her wiha hate gotin ku tevlî meşa Yekşemê bibin û li stesyona trênê ya Manor House wê dest pe bike.