Şehîdên meha Cotmehê li Stockholmê hatin bîranîn

Şervanên azadiyê yên di meha Cotmehê de di nava refên têkoşîna azadiya gelê Kurd de şehîd bûn, li paytexta Swêd Stockholmê duh êvarê hatin bîranîn.

Civîna bîranînê ya li taxa Sollentûna, ku ji aliyê Meclîsa Jinên Kurd a Amara ve hate organîzekirin, bi belavkirina xwarin û aşûreyê li beşdaran dest pê kir.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Cotmehê û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê, Zeynep Erdem bi navê Tevgera Jinên Kurd axivî. Erdem bal kişand ser girîngiya şehîdên meha Cotmehê ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd. Erdem destnîşan kir, ku Şehîdên Cotmehê bûn xeta şervanên azadiyê yên berxwedana bi biryar û got, bi saya wan berxwedana li Rojava û Şengalê bi ser ketiye.

Zeynep Erdem anî ziman, ku têkoşîna bi biryar a jinên Kurd a li dijî çeteyên DAIŞ'ê, xwe dispêre mîrateya Gulnaz Karataş, Mîhrîban Saran, Gûrbetellî Ersoz, Aynûr Artan, Selamet Menteş û hevrêyên li girtîgehan bedena xwe dan ber agir.

BI MEŞA BER BI AZADIYÊ VE TOLA DÎLGIRTINA JINÊN ÊZIDÎ HATE HILANÎN

Erdem bi bîr xist, piştî ku jinên Êzidî yekîneyên xwe ava kirin, çeteyên DAIŞ'ê bi temamî ji Şengalê hatin derxistin û got, "Bi meşa ber bi azadiyê ve tola dîlgirtina jinên Êzidî, tola firotina wan mîna koleyan, hate hilanîn. Di nava hêzên gerîla yên ku DAIŞ li Reqayê têk birin de jinên Êzidî jî hebûn. Van jinan, meydana cehenemê ya Reqayê kirin meydana azadiyê. Ev jinên têkoşer, şopdarên çanda berxwedanê ya şehîdên Cotmehê ne."

JI BO XWEPÊŞANDANA ÎRO YA JI BO OCALAN BANGA TEVLÎBÛNÊ HATE KIRIN

Rojan Alî, Cewad Merwanî û Hozan Zeyno, tevî koroya jinan a Meclîsa Jinên Kurd a Amarayê ji bo bîranîna şehîdên Cotmehê stran gotin. Di civîna bîranînê de li ser jiyan û têkoşîna şehîdên Cotmehê sînevîzyon hate nîşandan. Her wiha bang li Kurdistanî û dostên wan hate kirin ku îro saet di 13:00 de li meydana Medborgarplatsen a Stockholmê beşdarî xwepêşandana ji bo azadiya Ocalan bibin.

ŞEHÎDÊN HEREKOLÊ HATIN BÎRANÎN

Ji bo Mehmet Siraç Alp (Şervan Azad), ku 17-18'ê Cotmehê li Herekolê di şerê dijî leşkerên Tirk de tevî 12 hevalên xwe yên gerîla şehîd bû, li paytexta Swêd Stockholmê merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.

Di merasîmê de sînevîzyonek li ser tevlîbûna Alp li nava refên têkoşîna azadiyê, jiyana wî ya li nava refên gerîla, têkoşîna wî ya ji bo avakirina sîstemeke civakî ya azad û wekhev û dilsoziya bi Ocalan re hate nîşandan.

Kekê Alp ê li Stockholmê dijî Mûhammed Alî Alp axivî û anî ziman ku ew bi birayê xwe re serbilind e û ji bo xwedîderketina li şehîdan, divê têkoşîneke bi biryar were dayin.