KCDK-E: Em ê ji bo Ocalan jiyanê bidin rawestandin!

KCDK-E bang kir ku bi rengekî xurt her kes tevlî çalakiyên sibe yên ji bo Ocalan bibe.

Dîwana Hevseroktiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) derbarê çalakiya sibe (21’ê Cotmehê) ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin kirin daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin Ocalan vîn û siberoja gelê Kurd e û hate gotin, ‘’Ji bo vê jî nêzîkatiya li Rêber Apo nêzîkatiya li gelê Kurd e. Rêberê Gelê Kurd bi berxwedan û felsefeya xwe Kurdên ku hatibûn ber nemanê kirin nîşaneya berxwedan û serfiraziyê. Hemû temenê xwe di ber azadî û siberoja gelê me de da, bû afirînerê nirxên giranbuha.’’

‘ÊRÎŞA BI SER RÛMET Û SIBEROJA ME DE YE’

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

‘’Di nav pergala êşkenceyê ya Îmraliyê de ev 19 sal in berxwedaniyeke mezin nîşan daye, rêbertiya berxwedanê kiriye, her wiha paradîgmaya neteweya demokratîk, pergala alternatîf daye ber gelê Kurdistanê, Rojhilata Navîn û mirovahiya pêşverû. Jiyana azad û wekhev diyarî gelên dinyayê kiriye. Rêber Apo mîsogeriya rûmeta gelê Kurdistanê û mirovahiya pêşverû û siberojê ye. Êrîşa bi ser Rêber Apo de êrîşa bi ser rûmet, nirx û siberoja me de ye.

Bi êrîşa bi ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dewleta Tirk a mêtinger û alîgirên wê êrîş bi ser nirxên me û têkoşîna me de dibin. Xwedîderketina li tendirustî û ewlehiya Rêber Apo xwedîderketina li rûmet, siberoj û azadiya gelê me û mirovahiya pêşverû ye.

‘BÛ AFIRÎNERÊ SERFIRAZIYÊ’

Tiştên ku vê heftiya dawî em dijîn nirxên ku Rêberê Gelê Kurd Serok Apo afirandine careke dî nîşanî hemû dinyayê da. Xeta îxanetkar Kerkûk û Şengal radest kir, xeta Rêber Apo li Reqa û Rojava bû afirînerê serfiraziyê. Nirxên ku Rêber Apo av kirine dijmin dîn û har dike.

Li ser jiyana Rêber Apo gefeke mezin heye. Jiyana Rêber Apo sedema hebûnê ya gelê Kurd e. Li ser hebûna me êrîşeke giran heye. Faşîzma Erdogan-Bahçelî êrîşa bi ser Rêber Apo de anîne asteke dî.

Heta ku derbarê jiyana Rêber Apr de agahiyeke berbiçav were standin bi seferberiyê me pêvajoya çalakiyê da destpêkirin. Şiara ‘bê Rêbertî jiyan nabe’ şîareke wiha ye ku divê tam di vê pêvajoyê de were pêkanîn. Em di wan rojan de ku bi rawesteke mezin û çalakiyan vê şîarê pêk bînin.

‘DIVÊ SAZIYÊN NAVNETEWÎ BIKEVIN NAVBEYNÊ’

Ji ewlehî û tendirustiya Rêber Apo bi qasî hikûmeta AKP’ê hêzên navdewletî yên komploger, CPT û saziyên navdewletî jî berpirs in. Di wê mijarê de ku dewleta Tirk bi ser Rêberê Gelê Kurd de êrîşan dibe bêdengiya Ewropa û hêzên navdewletî faşîzma AKP-MHP’ê wêrek dike.

Gelê me yên ku li Ewropa dijî bi giyanê seferber  dema Rêber Apo hatî Italya xwedî lê derket. Bi deh hezaran mirov bê ku bibêjin zivistan e, berf û baran e bi rojan çalakiyên rûniştinê kirin û li Rêbertiya xwe xwedî derketin. Her wiha roja komploya navdewletî bi rojan li qadan ma, bi berxwedan û çalakiyên xwedîderketina li Rêbertiya xwe bi wê ristê rabû ku siyaseta gemarî pûç bibe. Niha jî bi heman hîs û biryardariyê divê em li Rêbertiya xwe xwedî derbikevin, ewlehî û tendirustiya Rêbertiya xwe careke dî pêk bînin.’’

BANGA LI GEL

KCDK-E dawiya wiha got:

‘’Hemû gelê me yê birûmet 21’ê Cotmehê heta ku encamên bistînin divê neçin ser kar, dirabeyên kargehên xwe venekin, jin, ciwan, xort,zarok, yixtiyar divê derkevin qadan, jiyanê rawestînin û bi giyanê seferber rabin ser piyan. Bi tevlêbûna ku roja Şemiyê li hemû welatên Ewropayê, li Japonya, Kanada, Avûstralya yên li eyalet û navendan divê were nîşandan ku jiyaneke bê Rêbertî wê neyê qebûlkirin.

Em KCDK-E bang li hemû gelê xwe yê birûmet, dilsozê nirxên xwe û mirovahiya pêşverû dikin ku bi giyanê seferber tevlî meşa 21’ê Cotmehê, roja Şemiyê û çalakiyên piştî wê bibin. Em jiyanê rawestînin derkevin qadan, heta ku şandeyek bi Rêbertiya me re hev bibîne û azad bibe em çalakiyên xwe bidomînin.’’