'Heta ku ji Ocalan agahî were standin em ê li qadan bin'

Li bajarên Ewropayê çalakiyên ji bo ewlehî û tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin. Kurdistaniyan gotin heta ku ji Ocalan agahî werin standin wê li qadan bin.

Li bajarên Ewropayê çalakiyên ji bo ewlehî û tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin. Kurdistaniyan gotin heta ku ji Ocalan agahî werin standin wê li qadan bin.

BOCHÛM

Li bajarê Bochûm ê Elmanya yê Kurdistaniyan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî dane destpêkirin. Çalakî kete rojan 5’an. Kurdistnaî hatin cem hev û gotin ,’’Heta ku ji Rêbertiya me agahî were standin em ê li qadan bin.’’

KASSEL

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê jî Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad bi rengekî sembolîk girtîgeha girtî ya Imraliyê çêkirin û sîstema tecrîd û êşkenceyêya Imraliyê şermezar kirin.

Ciwanan gotin, ‘’em dixwazin derbarê ewlehî û tendirustiya Rêbertiya xwe agahiyê bistînin.’’

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê jî Kurdistanî bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jinan a Ronahî-Bêrîvan li ber gara Mahnneîm hatin cem hev, xwestin ku derbarê tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahiyê bistînin.

Di çalakiyê de bang hate kirin ku 21’ê Cotmehê Şemiyê gel were ber 14 Abendakademiyê.

BONN

Li Bonnê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek hevdîtin û çalakî hatin kirin.

Kurdistaniyan seriyek dane Meclîsa Şaredariyê ya Bonnê û nûnertiyên Partiyên Siyasî yên Elman. Di serlêdanan de tecrîda li ser Ocalan a li Imraliyê hate vegotin û dosyayek a bi mijara ewlehî û tendirustiya Ocalan radestî wan hate kirin.

Her wiha li ber nûnertiya NY’yê çalakiyeke girseyî hate kirin û derbarê ewlehî û tendirustiya Ocalan dosya radestî nûnertiya NY’yê hate kirin. Nûnertiyê diyar kir ku ew ê dosyayê bigihînin navenda Cinêvê ya têkildarî mafê mirovan û gotin ew têkoşîna Kurdan nas dikin, serkeftina wan a li dijî DAIŞ’ê nikare were paşguhkirin.

ROMA

Li paytexta Italyayê Romayê derbarê azadiya Ocalan xebatên dîplomatîk û çalakî didomin. Bi wesayita reklamê ya Panoloyê li gelek deverên bajêr tecrîda li ser Ocalan hate destnîşankirin, azadiya Ocalan hate xwestin. Pêwendiyeke zêde ya Italiyan ji bo çalakiyan hebû.

BERN

Li Swîsreyê jî Kurdistanî ji bo ewlehî û tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser piyan bûn.

Kurdistanî li Bernê li ber stesyona trênê ya Bernê hatin cem hev, mîtîng û çalakiya rûniştinê kirin.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin heta ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî werbigirin wê çalakiyên wan domdar bin û her wiha bang hate kirin ku Kurdistanê sibe saet 18.00’an ji bo çalakiya li navenda Bîelê hazir bin.

LONDON

Li paytexta Îngilîstan Londonê jî bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Azad li ber Kîng Cross, stestyona herî şên a Londrayê ji bo azadiya Ocalan çalakî hate kirin.

Endamên Jinên Ciwan ên Azad tîşortên bi nivîsa, ‘’ ‘Freedom for Abdullah Ocalan-Ji Ocalan re azadî’ li xwe kirin.

Di çalakiyê de ciwanan gelek belavok belav kirin û derbarê rewşa Ocalan agahî hate dayin.