'Divê gelê Kurd hesab ji partiyên xwe nadin ber yekîtiyê bipirse'

Ji Komalayî Îslamî Saman Rabatî û Serokê PÎK'ê Hîkmet Serbilind destnîşan kirin, ku bûyerên diqewimin li ser Kurdan yekîtiyê ferz dikin û gotin, "Pêwîste gelê Kurd hesab ji wan partî û rêxistinên xwe nadin ber yekîtiyê bipirse."

Kurdi di serdemeke dîrokî de ne. Ji aliyekî ve DAIŞ hate têkbirin û Reqa hate rizgarkirin, li aliyê din jî pêşmergeyan li ber xwe nedan, xwe vekişandin û bi vî rengî gelek bajarên Kurdan ketin destê Heşdî Şabî. Kurdên ku bi rizgarkirina Reqayê kêfxweş in, ji ber ji destdana Kerkûk û bajarên din, nerazî ne. PDK'ê weke berpirsyarê vê têkçûnê dibînin û di wê baweriyê de ne, ku ji ber pêknehatina yekîtiya neteweyî ev bûyer diqewimin. Gelek hêzên Kurdistanî xwedî vê nêrînê ne. Nûnerê Komalayî Îslamî Saman Rabatî û Serokê Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) Hîkmet Serbilind, banga yekîtiyê li hemû partî û rêxistinên Kurdan kirin û gotin, "Em bi yekîtiyê dikarin bersivê bidin vê êrîşê."

'PÊWÎSTE PARTIYÊN KURD XIZMETÊ JI MÊTINGERAN NEKIN'

Nûnerê Komalayî Îslamî Saman Rabatî diyar kir, ku gelê Kurd di serdemeke dîrokî û krîtîk de ye û got, "Pêwîste partiyên Kurd ên li çar parçeyan li hev bicivin û derhal yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin. Bi vî rengî xizmetê ji têkoşîna gelê Kurd re bikin. Axa Kurdan ji çar aliyan ve ji aliyê dijminan ve hatiye dorpêçkirin. Rizgarî bi yekîtiyê dibe. Divê partiyên Kurdan xizmetê ji mêtingeran re nekin û berjewendiyên gelê xwe ji xwe re esas bigirin. Lazim e li Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dest bi dîplomasiyeke xurt bê kirin û partiyên Kurdan komîteyan bi vê armancê ava bikin."

Rabatî da zanîn, ku hemû parçeyên Kurdistanê xwedî pirsgirêkên cuda ne, lewma partiyên li her parçeyekî ji bo çareseriyê divê bikevin nava tevgerê û weke saziyeke bilind jî komîteyek bê avakirin.

'LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DEMOKRASÎ NÎNE'

Rabatî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê û got, "Pirsgirêka me ya herî mezin nebûna demokrasiyê ye. Ev yek jî li qadên siyasî, aborî û dîplomasiyê rê li ber nelirêtî û dejenerebûnê vedike. Berjewendiyên partiyan li pêş her tiştî ne. Hin hêz gelekî xurt in û erkên bi her awayî di destê wan de ne. Hin jî bê erk in. Rêxistinên ku erk di destê wan de hene, hêza xwe ya aborî û leşkerî bi kar tînin û xwe didin jiyîn. Û zextê li partiyên din dikin. Sîstem nîne, demokrasî nîne. Hêzên pêşmerge niha ji welatparêzî û yekîtiya neteweyî re xizmetê nakin. Bi temamî berjewendiyên partî û şexsî li pêş in. Hêvîdar im ku parçeyên din, bi taybetî jî Rojava wê dersên baş ji rewşa me derxînin. Hêvîdar im wê hêza xwe ya parastinê welatparêz û neteweyî be. Ne berjewendiyên partiyê, lê berjewendiyên gel esas bigire. 26 sal in li Başûrê Kurdistanê ji bo sîstemê gavek jî nehatiye avêtin."

'DIVÊ LI BERJEWENDIYÊN NETEWEYÎ BIFIKIRIN'

Serokê Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) Hîkmet Serbilind jî bib îr xist, ku axa Kurdan beriya bi sedan salan hatiye parçekirin û got, "Kurd li nava welatan hatine parçekirin. Di nava wan de yekîtî û temsîliyeteke neteweyî nîne. Em di wê baweriyê de ne ku sedsala 21'ê wê bibe sedsala Kurdan. Lê belê pêwîstî tenê bi yek tiştî heye, ew jî yekîtiya neteweyî ye. Eger em vê yekîtiyê pêk bînin, hem li hundir hem jî li derve em ê baş bên temsîlkirin. Ji bo vê jî hosta Bedîuzzaman Saîdê Kurdî dibêje, 'di tifaqê de hêz, di yekbûnê de jiyan, di biratiyê de bextyarî, di hikumetê de selamet heye. Parastina xwe ya yekîtiyê pêk bînin, ku we ji şer biparêze'. Di ayeteke Quranê de wiha tê gotin, 'Li dijî yên zilmê li we dikin bibin yek û xwe ji wê zilmê rizgar bikin. Eger hûn vê nekin, hûn ê berpirsyar bin'. Eger em nebin yek û tiştek bi serê me ve were, em ê bi xwe berpirsyar bin. Divê em rêyekê peyda bikin, ku xwe li hev bigirin, bibin yek û bi vî rengî bimeşin. Em bi hemû reng, nêrîn û cihêrengiya xwe bimeşin. Li şûna berjewendiyên partî û rêxistinî, divê em berjewendiyên neteweyî esas bigirin. Divê Kurd hesab ji partiyên xwe nadin ber yekîtiyê bipirsin. Eger îro ew hesab nepirsin, wê sibe dusib, zarokên wan hesab bipirsin. Eger ev yek di nava partiya min de jî hebe, divê hesab bê pirsîn."