Li Awûstûrya, Fransa û Swîsreyê çalakî hatin lidarxistin
Li hemberî spekulasyonên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin kirin, duh jî li gelek welatên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.
Li hemberî spekulasyonên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin kirin, duh jî li gelek welatên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.
Li hemberî spekulasyonên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin kirin, duh jî li gelek welatên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.
LI AWÛSTÛRYAYÊ POSTERÊ OCALAN LI KELEHA DÎROKÎ HATE DALIQANDIN
Li bajarê Graz ê Awûstûyayê, Kurdistaniyan berê xwe dan keleha ku di dorpêçiya Viyanayê ya sala 1689'an de bi mehan li ber xwe da û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê daliqandin. Li Schlossberg Platzê, ku qada kelehê ye, saet di navbera 11:00 û 17:00 de mîtîng hate lidarxistin û kon hate vedan. Çalakgeran bal kişandin ser rewşa ewlekarî û tenduristiya Ocalan.
Di çalakiyê de li ser mijarê agahî ji mirovên li derdorê re hatin dayin û bi qîrîna dirûşman daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.
LI CREÎLÊ ÇALAKIYA CIWANAN
Li bajarê Creîl ê li nêzî paytexta Fransa Parîsê, bi pêşengiya jin û ciwanan meşek hate organîzekirin.
Meşê ji ber gara Creîlê dest pê kir û di dema çalakiyê de bi zimanên Fransî, Kurdî û Tirkî daxuyanî ji çapemeniyê re hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve hevdîtin bi Ocalan re nayê kirin, tecrîdeke giran li ser tê ferzkirin û hat bibîrxistin, ku têkiliya wî bi malbatê, heyeta Îmraliyê û parêzeran re hatiye birîn.
Jin û ciwanan diyar kirin, ku spekulasyonên li ser tenduristiya Ocalan, di salvegera komploya 9'ê Cotmehê de bi destê dewleta Tirk hatine kirin.
Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Azadî ji Ocalan re" qediya.
ÇALAKIYÊN LI BASELÊ BI RENGEKÎ BÊ NAVBER DEWAM DIKE
Ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Basel ê Swîsreyê bi rengekî bê navber çalakî dewam dikin.
Ciwanên li stasyona trenê ya navendî li hev civiyan, xwestin ku agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê girtin. Komên bi zimanê Elmanî dirûşm qîriya, posterên Ocalan vekir û der barê tecrîdê de agahî da.