Li du navendên Swîsreyê ji bo Ocalan çalakî

Kurdistaniyên li bajarên Bîle û Aûraû yên Swîsreyê daketin qadan, daxwaza azadiya Ocalan kirin, peyama heta ku agahiyek ji Ocalan bigirin wê çalakiyên xwe dewam bikin dan.

Li ser banga KCKD-E û TJK-E’yê bi aramanca agahiyekê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin, Kurdistaniyên li Swîsreyê daketin qadan.

BÎEL

Di pêşengtiya Komîna Jinan a Arîn Mîrkan û Ciwanên Azad de bi pankarta “Ji Ocalan re azadî” Kurdistanî û dostên wan ên li Centrale Place kom bûn bi mîtînga ku li vir li dar xistî tecrîda li ser Ocalan protestokirin û daxwaza azadiya wî kirin.

Girseya ku posterên Ocalan hildan, dirûşmên “Ji Ocalan re azadî”, “Bijî Serok Apo”, “ Terorîst Tirkiye” qîr kirin. Di axaftinên mîtîngê de hatin kirin destnîşan kirin ku rewşa niha Ocalan têde qebûl nakin û diyar kirin ku heta agahiyekê ji Ocalan bigirin wê çalakiyên xwe dewam bikin.

AÛRAÛ

Kurdistaniyên li Aûraû yê dijîn jî bi çalakiya li stasyona trenê ya li navenda Aûraûyê daxwaza azadiya Ocalan kirin, destnîşan kirin ku divê bi lezgîn tecrîda li ser Ocalan bê rakirin.

Di çalakiya têde posterên Ocalan hate hildan de bi yek dengî dirûşmên daxwaza azadiya Ocalan tê kirin qîr kirin. Di axaftinên hatin kirin de jî diyar kirin ku her diçe ji ewlehî û rewşa Ocalan fikarên wan zêde dibe, peyama heta agahî ji Ocalan bigirin wê çalakiyên xwe bidomînin dan.

Çalakî piştî axaftinên hatin kirin û şûnde bi qîrkirina dirûşman ve bi dawî bû.