ROJANE
Hemû Nûçe
-
Tecrîda li ser Ocalan li Tambovê hate şermezarkirin
Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê bi civînekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. -
Dema Cenevre-8 diyar bû
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Staffan de Mîstûra got, Cenevre-8 wê 28'ê Mijdarê dest pê bike. -
Çalakiyên ji bo Ocalan ên li Ewropayê bê navber dewam dikin
Li bajarên Ewropayê, çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, dewam dikin. -
Li Stenbolê wê ji bo Ocalan çalakî bên lidarxistin -NÛ BÛ
HDP'yî wê li gelek navçe û herêmên Stenbolê, di navbera 30'ê Cotmehê û 12'ê Mijdarê de çalakiyan li dar bixin. -
Gulnaz Karataş li Dusseldorfê hate bîranîn
Gulnaz Karataş (Bêrîtan) li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê hate bîranîn. -
Li Îzmîrê 6 parêzerên ji ÇHD'ê hatin binçavkirin
Li Îzmîrê, polîsan avêtin ser mal û cihên kar ên parêzerên ÇHD'ê ku bi biryarnameyê hatibû girtin û 6 kes binçav kirin. -
Bila CPT erk û wezîfeya xwe bi cih bîne
Jinên ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rojan e li Strasboûrgê çalakiyê li dar dixin gotin, "Heta ku em agahiyê ji Rêberê xwe bigirin, em ê li vir bin." -
TŞYG: Em ê serê xwe ji cilên yek reng re netewînin
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) diyar kir ku ew ê serê xwe ji cilên yek reng re, ku li girtîgehan ferz dikin, serê xwe netewînin. -
Erdogan ji ber sûcê şer dikare bê darizandin
Parlamentera SP a Swîsreyê Fehlmann Rîelle destnîşan kir, ku dewleta Tirk li bajarên Bakurê Kurdistanê sûcê şer kiriye û got, Erdogan ji ber vî sûcî dikare bê darizandin. -
Divê saziyên navneteweyî bi berpirsyariya xwe rabin
Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê di roja 4'an de ye. Çalakger ji saziyên navneteweyî dixwazin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin. -
Têkçûna olîgarşiya Barzanî
Bingeha krîza li Başûrê Kurdistanê der bûye dîrokî ye, kûr e. Pirsgirêk pirsgirêka pêşengiyê ye; desteserkirina desthilatdariyê ye, tasfiyekirina mûxalefetê ye û bi têkbirina şoreşa Rojava re rêvebirina Başûr mîna şîrketekê ye. -
Rojeva Rojê
26'ê Cotmeh 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Otobusa Ocalan li Belçîkayê bi gulan hate pêşwazîkirin
Otobusa bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 9’ê Cotmehê ji bajarê Strasboûrgê kete ser rê, li bajarê Charleroî yê Belçîkayê ji aliyê bi sedan kesî ve hate pêşwazîkirin. -
‘Ewlehî û tenduristiya Ocalan dikin mijara şantajê’
TŞYG: Di her rewşa dewleta TC a faşîst têk diçe de, ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ev 18 sal in li Îmralî di nava tecrîdê de ye, dikin mijara gef û şantajê. -
Rojnamevan Zeynep Kuray hat berdan
Rojnamevan Zeynep Kuray a ku duh hatibû binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê hate berdan. -
Li 4 navendan ji bo Ocalan çalakî hatin lidarxistin
Kurdistaniyên ku li peytexta Elmanya Berlîn, bajarên Bensheîmê û Hîldesheîmê û li Îngîltere bajarê Brîghtonê dijîn, ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiyan de bûn. -
CPT: Têkildarî mijara Ocalan em bi rêveberên Tirk re di nava têkiliyan de ne
Rêveberên Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) anî ziman ku têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ‘Bi awayekî aktîv di nava têkiliyan de ne’. Tevî hemû tiştan jî diyar kirin ku wê agahiyên di destê xwe de eşkere nekin. -
Koçalî qala demokrasî û felsefeya Ocalan kir
Di çalakiya rûniştinê de ya li Strasboûrgê ya ku ji CPT biçe Îmraliyê tê lidarxistin, rojnamevan Fîlîz Koçalî qala fikrên Ocalan kir. -
Li Bêrecûkê 2 kes hatin binçavkirin
Li Bêrecûkê ya Rihayê cendarmayên Tirk bi ser malan de girtin û 2 kes binçav kirin. -
Heyeta Îmraliyê: Tecrîd bingeha çareseriyê ji holê radike
Onder got, "Tecrîda li Îmraliyê, ji qebûlnekirinê wêdetir êdî veguheriye rewşeke welê ku bingeha çareseriyê ya li welêt û herêmê ji holê radike." -
Wê pergala Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê were pelişandin
Hat ragihandin ku PDK û YNK li ser pelişandina pergala Serokatiya Herêma Kurdistanê li hev kirine û ev mijar wê di rûniştina roja Şemiyê ya parlementoyê de were nîqaşkirin. -
Pirtûkxaneya Ocalan tûra xwe ya Fransayê bi dawî kir
Otobûsa bi navê "Pirtûkxaneya Ocalan – ji Ocalan û hemû girtiyên polîtîk re azadî" bi mîtînga li Meydana Republîque ya Parîsê tûra xwe ya Fransayê qedand. -
Çeperên Pêşmergeyan ên li Mehmûdiye û Zûmarê tên bombekirin
Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî, bombeyan li çeperên Pêşmergeyan ên li herêmên Mehmûdiye û Zûmarê yên Rebîayê dibarînin. -
Ebadî li Tehranê li ser referandûmê peyam da
Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî bi alîkarê Serokkomarê Îranê Îshak Cîhangîrî re civiya û diyar kir ku heke referandûm were betalkirin ew ê dest bi diyalogên bi hikumeta Başûrê Kurdistanê bikin. -
Ebadî piştî Enqereyê çû Tehranê
Serokwezîrê Iraqê ku duh çûbû Tirkiyeyê û bi rayedarên Tirk re rûnişt, îro bi mebesta rûniştinên fermî çû paytexta Îranê, Tehranê.