Kurd ji bo Ocalan ji qadan venaqetin
Kurdistanî ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her dera cîhanê di nav çalakiyan de ne.
Kurdistanî ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her dera cîhanê di nav çalakiyan de ne.
MELBOÛRNE
Li Avûstralyayê li bajarê Melboûrneyê Kurdistanî çalakiyên xwe yên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomînin. Kurdistanî li pêşiya Pirtûkxaneya Eyaletê kom bûn û ji bo azadiya Ocalan çalakî li dar xistin.
Di çalakiyê de ji dewleta Avûstralya û rêxistinên civakî hat xwestin ku, ji bo hevdîtina bi Ocalan re bila bangî dewleta Tirkiyeyê bikin.
TORONTO
Li Kanadayê li bajarê Torontoyê çalakiyên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk Vahap Dûrsûn li pêşiya Seferatxaneya Tirkiyeyê axivî û got, “Heta ku em ji Ocalan agahiyan werbirin, wê çalakiyên me bidomin.”
Li Yonge&Dandasê wê îro jî ji bo Ocalan çalakî were lidarxistin.
ZURÎH
Li Swîsreyê li bajarê Zurîhê li ser Pira Bahnofqûaiyê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de posterên Ocalan hatin hildan û li erbaneyan hate xistin. Li ser navê Lez-Kasamayê Nîcole Weîser li vê derê axivî û bal kişand ser serfiraziya li Reqayê û diyar kir ku mîmarê şoreşa Rojava Abdullah Ocalan e.
LÛZERN
Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkanê li Swîsreyê li bajarê Lûzernê çalakî hate lidarxistin. Swîsreyan eleqeyeke germ nîşanî çalakiyê dan û di çalakiyê de têkildarî rewşa Ocalan agahî hatin dayîn.
ST. GALLEN
Li Swîsreyê li bajarê St. Gallenê li pêşiya rojnameya Tagblattê çalakî hate lidarxistin. Heyetê hevdîtinek bi Gerînendeyê Weşanê yê rojnameya Tagblattê kir û dosyeyek pêşkêş kir.
MARSÎLYA
Li Fransayê li bajarê Marsîlyayê duh li pêşiya Conseîl Regîonalê çalakî hate lidarxistin. Heyeteke ji çalakvanan li vê derê bi rayedaran re civiyan û dosyeyek pêşkêş kirin. Çalakvanan diyar kirin ku wê îro jî saet di 16.00’an de li qada Canabîereyê meşek were lidarxistin.
BORDEAÛX
Li Fransayê Kurdistaniyê li Bordeaûxê li komeleya xwe Otobusa Ocalan pêşwazî kirin. Nûnerên saziyan jî beşdarî panela li Komeleyê bûn.
MUNÎH
Li Elmanyayê li bajarê Munîhê ji bo tendirustî û ewlehiya Ocalan li pêşiya Konsolosxaneya Tirkiyeyê çalakiyek hate lidarxistin.
FREÎBÛRG
Li Elmanyayê li bajarê Freîbûrgê komîsyoneke Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk têkildarî rewşa Ocalan dosyeyek pêşkêşî siyasetmedarên Elmanyayê kirin. Siyasetmedarên ku dosye wergirtin diyar kirin ku ew ê rewşê bişopînin.
BRAÛNSCHWEÎG
Li Elmanyayê li bajarê Braûnschweîgê li Hîldesheîm û Wolsfbûrgê mîtîngek hate lidarxistin. Nêzî hezar kesî beşdarî mîtîngê bûn.